1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. `Divê kurd yekîtiya xwe îlan bikin`
`Divê kurd yekîtiya xwe îlan bikin`,divê,kurd,yekîtiya,xwe,îlan,bikin

`Divê kurd yekîtiya xwe îlan bikin`

Nîmed Abdullah: Divê kurd di konferansê de yekîtiya xwe îlan bikin

A+ A-

Serokê Yekitîya Parlamentêren Kurdistanê (YPK) Nîmed Abdullah, der barê Konferansa Neteweyî ya Kurdistanê de anî ziman ku di dîrokê de kurd hertim li beramberî hevidû hatine bikaranîn û beriya berjewendiya xwe berjewendiya deshilatên dagirker parastiye û wiha got: "Divê hemû alîyen kurdan tevlê konferansê bibin û tevgêren kurd alîkarî bidin hevdû. Hemû cîhanê ji bo neteweya xwe çek bikaraniye PKK jî ye bikar tîne.

Li Herêma Federal a Kurdistanê niqaşên “Konferansa Netewî ya Kurdistan” germahîya xwe diparêze. Serokê Yekitîye Parlamenterên Kurdistan (YPK) Nîmed Abdullah der barê konferansa neteweyî û hewldanên rizgarîya gele kurd de ji Ajansa me DÎHA’yê re nirxandin kir. Abdullah diyar kir ku gele kurd ji bo rizgarî û azadîya xwe di dîrokê de gelek xebat kiriye û got: “Lê kurd li gel vê keda xwe mafen xwe bi dest nexistîye. Kurd hertim ji bo başkirina rewşa xwe û rewşa welatên ku tedê dijî ked daye. Kurdistan hem di alîye erdnîgarî û hem jî di alîyen sîyasî we hatîye dabeşkirin”

‘Kurd hertim berîya berjewêndîya netewî berjêwendîya deshilatan diparest’

Abdullah anî ziman ku ji ber ku kurd hertim berjêwendîyen giştî yen dewleten dagirker pêşiya berjewendiyê xwe girtiye û wiha berdewam kir: “Heger mirov temaşe bike li Iraq, Îran li şuna ku kurd berjewendiyên xwe bîne rojêve despêkê yên wan dewletan tine berçavan. Gelê kurd yekîtiya xwe neparastiye û piştgirî daye nenteweyên din. Di dîrokê de her tim neyarî j hevre kiriye."

‘Pirsgerêken navxweyî nehişt yekîtiya kurdan ava bibe’

Serokê YPK Nimet Abdullah, da zanîn ku dema şoreşên kurdan ava bûn û dest bi xizmeta gelê kurd dikirin dijmin bi destê gel bi xapandin û dayina pareyên zêde ev şoreş têk dibir û wiha berdewam kir: "Şoreş û tunekirina van xebatan jî bi wê avayî bi destê kurdan dihat meşandin. Konferansa nenteweyî ji bo yekîtiya gelê kurd girîng e.

'Bi konferanse laperekê nu bo netewa kurd vedibe'

Abdullah destnîşankir ku di wê konferansê de aştîya komeleyatî were avakirin û wiha peda çû. “Ev ji bo kurdan pir giringe û bi vê yekê lapereki nûh di dîroka gelê kurd de vedibe. Ev Konferans çêbibe wê ji bo berpisyarîya gişti wê têda be. Heya niha her aliyekê ji bo xwe konferans lidarxistîye lê êdî ev konferans ji bo hemû parçeya kurdistanê ye were kirin. Di vê konferanse de çend xalên girin hene ku werin kirin yekem; nabê tû cewazî li navbera tû parceyan tûne be û her parçekê raporta xwe amade bikin û bi xwinin. Xala dûyêm jî di vê em hemû yek deng û yek armanc bin. Her yek di aliyê xwede ji bo xwe ne axive divê hemu xebat û armanc yek be. Divê di aliyê ziman de em babeta ser pirsgirêka kurd encamên ku derbikevin di vê konferansê de bi her zimani werin nivisin û li welat û dewletan werin belav kirin da ku hemû bizanin pisgirêka kurd çiye û heya kuderê hatiye çareserkirin û her wiha bi yeketiya kurdan ji were hesin”

‘Divê em gotina berdin û gaven piratîk bavejin’

Abdullah, da zanîn ku wekî YPK'ê ji bo amadekarî û lidarxistina konferansê bernameya wan heye û wiha pêde çû: "Dibe em ji gotina derbikevin em bikevin di warê piratikê. Bi vi awayi xebat bikin. Divê ku komitêyek amadekar were sazkirin ji 10 kesan. Li her beşekê kurdistanê nunerê xwe hebe û divê roj , dem û cihê konferansê diyar bikin. Her wiha di kungirê de kê amade be ji were niqaşkirin ku kijan ali bejdar bin, divê aliyê siyasî , ragihandin, berpirsên partiyan û bi hêjmarek mezin ji mêvanên ji derve were kirin. Divê ku ev konferans konferansek mezin be. Ne ye parçêyek yan dû parçêyan ye hemû parçeyan be û dengê vê konferansê li tevayî cihanê were belavkirin da ku hebuna gelê kurd ji were tayinkirin. Divê ku ji niha da komitêya amadekar were amadekirin û ji niha da dest bi xebaten konferansê bike. Ji ber ku demê me kême û divê hemû tiştê werin amadekirin. Ji beriya ku konferans were lidarxistin ka wê ki peyaman bi xwine û wê ev li kuderê pêk were divê ji niha da xebat werin despêkirin da ku giringiyekê mezin ya vê konferansê were çêkirin û encamên mezin werin desxistin”

'Divê hemû alîyen kurdan tevlê konferansê bibin'

Abdullah, destnîşan kir ku li Hewlêr an jî cîhekê din divê lijnêyek bo konferansê were diyarkirin û wiha direjî da axaftina xwe: “Divê ku demê ku em li gel hev rûniştin em li hev bikin û hevdu ret nekin. Hevdû fembikin ji ber ku hemû aliyên me hene her wiha aliyên çekdari û hwd hene. Pêwiste em ji hevdû fembikin ev encumen jî ji bo wê divê were avakirin. Divê ku di aliyê çekdari de em pir ji hevdû fembikin. Wekê mînak; çek di kijan demê de were karanin û aşti di kijan demê de were kirin, di vê alî de ji em hevdu baş fembikin. Divê ku ji nêzik ve li gel hevdû bi axivin û bi awayekî birati û dostanî li gel hev biaxivin û pisgirêkên xwe çareserbikin. Divê em baş bizanibin ku eger Qendil ne yê livir emê çewa bizanin ku ew çi dixwazin, heger hêzen Rojhelat neyên vir emê çewa biz anin ew çi dixwazin. Divê ku hemu aliyê kurdan amade bibin û her aliyê civaki û heya aborî û coxrafi ya Kurdistanê were beskirin. Çand, hûnêr, ziman û perweerde û di her mijarê de niqaşa nexşêya serxwebûna Kurdistanê bikin. Divê ku her nexşerêya xwe amadebikin da ku em bi hêsanî ji hevdu fembikin”

‘Dive tevgêren kurd alîkarî bidin hevdû’

Abdullah, der barê konferansê de pêşnîyarên xwe wiha rêz kir: "Yekêm, bo berjewêndîya netewî hemû hez û kesen Kurdistanê kar bikin. Dûyem, ser xala hevbêş kombibûn û hevkirin. Diyarkirina xalê lewazkirinê. Karkirina ser şûne yasayî. Xeramkirina helwestên dijî berjêwendîya netewî ya kurdan. Em bi wan xalan emê berjêwendîya gele kurd biparezin û xwedî vîna gele kurd derkevin. Xalê giring jî eve ku rolê medya ye kurd verê diyarkirin. Dozê kurd pêşve diçê û diwê hemû hezên Kurdistanê pîştgirî bidin tekoşîna hevidû. Diwê hemû kurd ziman û çanda hevdû bizanibin û bialimin. Hem bo dijîyatîyan hem jî bo dostanîyan hewldanên dîplomasîye bikin”

'Wekî hemû cîhanê mafê PKK'ê yên çekan heye'

Serokê YPK Nîmed Abdullah bal kişand ser tirsa dewletên deshilattar yen Rojhilata Navîn û yen navnetewî û destnîşan kir ku wekî hemû welatên cîhanê ku ji bo ewlehî û parastina neteweyê çekan bikar tîne. Abdullah, bilêv kir ku hemû welatên cîhanê xwedî çek e û mafê PKK'ê jî heye ku ji bo ewlehî û parastina gelê kurd çekan bikar bîne.

‘Heta gavek êrenî neyê avetin tekoşîna çekdarî bidavî nabe’

Abdullah dirûtîya dewleten netewî û navnetewî ya berambêre tekoşîna PKK wiha rexne kir. “Çava ev dewlet ji bo kurdan dava dikin ku çek berdin. Tirkîye dibejê PKK têslîm bikin. Ev talanê û ti car jî nabê. Diwê Tirkîye gavek dostanê bavêjê ku PKK xwe biryarêk wisa bide. Ji alîye wîcdanî jî ev tawanê. Tirkîyê diwê xwe xebatên çekdarî ya dijî kurdan bidawî bike. Peywêndîyen netewî û navnetewî jî tiştek wisa nabêjê. PKK xwêdî hezaran şêhîdanê. Xwedî hezek mezine. Teslîmkirina PKK jî nabê. Heta gavêk erênî ney avetin tû car tekoşîna çekdarî bidavî nabe. He 20 mîlyon kurd li Bakûrê Kurdistanê nikarin bi zimanê xwe biaxifin û perwerdêhî bibînin. Wa em dibînin ku hezaran sîyasetmedar, rewşênbîren kurd li Bakûr avêtin zindanê. Qey evana çekdar bûn ku dewleta tirk wana zindanî kir. Eger dewleta tirk kesên wisa rewşênbîr, sîyasetmedar, zarok, jin û gelek kesên sivîl bixe zindanê gava gerîlla bikeve destê wê ye çi bikê gelo?”

‘Taloxkirina konferansê hêvîya gel ya yekîtîya netewî dişkinê’

Abdulla bo konferansê neteweyî da zanîn ku gele kurd bi hestêke netewî hêvîya konferansê ne û got, “Bi rastî ev konferansa netewî peywîstîyekê giringe. Gel hêvîyê ye ku werê lidarxistin. Eger ev konferans dûbarê werê taloxkirin ye hêvîya gel ya yekîtîye bişkîne. Pewîstê ev konferans demek zûtirîn were lidarxistin. Ev havînê derbast neke. Hemû alî bi berpirsyarî yek bibin û bi kombûna xwe niqaşan peş bixin. Em wek Yekîtiyê Parlamentêren Kurdistan amadene bo hizmeta yekîtîya netewîya kurdan”

(mae)