1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Divê li têkiliyên DAIŞ-Tirkiyeyê were pirsîn - HEVPEYVÎN
Divê li têkiliyên DAIŞ-Tirkiyeyê were pirsîn - HEVPEYVÎN,divê,li,têkiliyên,daiş,tirkiyeyê,were,pirsîn,hevpeyvîn

Divê li têkiliyên DAIŞ-Tirkiyeyê were pirsîn - HEVPEYVÎN

A+ A-

ALÎ GULER - BRUKSEL Hevserokê PYD'ê Salih Muslim nerazîbûneke tund nîşanî gotinên Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû da, ku îdîa dikir ew destekê nadin DAIŞ'ê. Muslim, ji bo mijar bê lêkolînkirin komîsyoneke serbixwe ya navneteweyî pêşniyar kir.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji ajansa me re axivî, daxuyaniyên rayedarên dewleta Tirk ên îdîa dikin ku destekê nadin DAIŞ'ê rexne kir û pêşniyar li Ahmet Davûtoglû kir, ku ji bo lekolînkirina mijarê komîsyoneke serbixwe ya navneteweyî ava bike.

Salih Muslim ragihand ku li ew li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê di nava parastinê de ne û destnîşan kir ku PYD wê di sala 2015'an de li gelemperiya cîhanê têkeve nava pêngava dîplomasiyê.

JI TIL KOÇER HETA EFRÎNÊ XETA PARASTINÊ

Li kantonên Rojava niha rewş çi ye? Xeteriya êrîşê dewam dike?

Li gelemperiya Rojava şer û têkoşîn dewam dike. Li aliyekî li dijî êrîşan di qada leşkerî de parastin dewam dike, li aliyê din jî ji bo rûniştandina sîstemekê hewl tê dayîn. Ev yek jî roj bi roj dikeve meriyetê. Hemû sazî û mirov, di nava vê sîstemê de cih digirin. Di tevahiya dîrokê de yekemcar sîstemeke ku xwe di nav de dibîne, ava bûye. Parastina vê jî bi can û xwîna xwe dike. Ji Til Koçerê heta Efrînê Rojavayî parastina vê dikin.

Beriya berxwedana Kobanê em dizanin ku derdorek li dijî we hebû, ku di heman demê de sîstema we qebûl nedikir. Guhertinek çêbû?

Bajarên girîng ên mîna Mûsil, Reqqa, 24 saetan jî nekarîn xwe li ber DAIŞ'ê bigire. Lê belê bajarekî biçûk ê weke Kobanê, ev 3 meh in li ber xwe dide, têdikoş e. Tevahiya cîhanê ev yek dît. Ev yek jî bi rêxistinbûyînê dibe. Eger em rêxistinbûyî nebûna, me nekarîbûn li ber xwe bidin. Vê yekê jî bêguman nêrîna gelek derdoran guhert.

Mûxalîfên ne alîgirên PYD'ê îro dikarin di nava sîstema Rojava de cih bigirin?

Li Rojava, di desthilatdariyê de PYD yan jî TEV-DEM nîne. Li wir gel heye. Gel pirsgirêkên xwe bi xwe çareser dike. Sîstemeke desthilatdariyê ya ji rêzê nîne. Divê ev were fêmkirin. Kesên behsa wan tê kirin, îro li Qamişlo û gelek bajarên din xwedî komele, buroyan e. Bi hêsanî xebatên xwe dimeşînin. Em li pêşiya kesî nabin asteng. Di çarçoveya demokratîk de dikare her şêwe xebatên xwe bimeşînin. Em dikarin bibin xwedî nêrînên cuda. Me ti carî cudahî nexistin navbera nêrînan. Bi tenê bila hemû nêrîn ji têkoşîna azadiya Rojava re xizmetê bike, ew besî me ye. Kî ji bo vê dixebite, bila fermo were bike.

Bi şikestina DAIŞ'ê ya li Kobanê er, li herêmê guhertinên bi çi rengî derketin holê?

Hesab dihatin kirin ku DAIŞ herêmê bi temamî bixe bin kontrola xwe. Dewlet û hêzên herêmê jî ev yek texmîn dikirin. Ev hesab cih nehat. Kes nefikirî ku nêrînek beriya hezar 500 salî, di roja me ya îro de jî bicih were. DYA bi xwe jî di vê mijarê de hat xapandin. Hînê beriya çend meh berê nedixwest bi me re bicive. Lê gava DAIŞ li Kobanê çikiya, ev xeterî hat dîtin. Dema DAIŞ ji bo tevahiya cîhanê bû gefek, ketin nava tevgerê.

BILA KOMÎSYONA LÊKOLÎNKIRINÊ BÊ AVAKIRIN

Bi dîtina we kîjan hêz li pişt DAIŞ'ê hene?

Alîkarê Serokê DYA Joe Biden ev yek bi awayekî zelal aşkera kir. Tevahiya cîhan vê dizane ku ev kî ne.

DAIŞ'ê berî çend rojan ji aliyê Tirkiyeyê êrîşî Kobanê kir. Li hemberî nîqaşên piştî vê êrîşê Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davûtoglû got, "Kes nikare bêje em destekê didin DAIŞ'ê" û nerazîbûn nîşan dabû. Hûn vê çawa dinirxînin?

Em îdîa dikin ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê. Gumaneke me ya bi vî rengî heye. Eger Ahmet Davûtolgû rast dibêje û ji xwe bawer e, em pêşniyar dikin ku ji bo bûyerên qewimîne û diqewimin lêkolîn bike, bila komîsyoneke serbixwe ya navneteweyî were avakirin.

Hûn pêşniyara avakirina komîsyoneke lêkolînê dikin?

Belê bila were Tirkiyeyê, Rojava û herêmên ser sînor, lêkolînan bike. Wê derkeve kolê ku kî destekê dide DAIŞ'ê yan jî kî destekê nade. Û ev nîqaş jî wê bi dawî bibin.

Têkiliya we bi mûxalefeta li Sûriyeyê re çawa ye?

Di destpêkê de li hemberî me propaganda reş dikirin. Hin derdoran têkiliya me bi PKK'ê re datanî û li dij derdiketin. Hin derdoran jî digotin ku em bi rejîmê re hevkariyê dikin. Ji ber vê yekê hêzên navneteweyî jî xwe nêzî têkiliyeke bi me re nedikirin. Lê belê Kobanê her tişt derxist holê. Bi awayekî zelal derket holê ku kî terorîst e û kî li dijî terorîzmê şer dike. Li gel vê yekê, hem welatên rojavayî hem jî hêzên li Rojhilata Navîn li gorî vê tevgeriyan. Ji ber ku her kesî dît ku em li Rojhilata Navîn aktorekî cidî ne.

EM Ê DI SALA 2015'AN DE DÎPLOMASIYA KURD BI PÊŞ BIXÎNIN

Berê jî Kurd weke aktor nedihat dîtin?

Beriya niha hêzên navneteweyî bi giranî bi rêya dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û yên mîna wan, Kurd mûxatab digirtin. Bi vî rengî têkilî datanîn. Lê belê bi Kobanê re yekser Kurd mûxatab girtin. Mînak dewletên weke AmerÎka, Îngilîstan û Fransa, di encama vê yekê de di asta herî bilind de bi me re rûniştin, em qebûl kirin. Ev nuqteyeke girîng e. Bêguman ev yek desteketiyeke Kurdan a têkoşîna li Kobanê ye. 3 meh in dilê 40 mîlyon Kurdan li Kobanê lê dide. Ji ber vê yekê Kobanê hem li qada neteweyî hem jî li qada navneteweyî rê li ber teqînekê vekir. Bi sed hezaran mirov li gelek deverên cîhanê herikîn kolanan. Vê yekê jî bi xwe re gelek derî vekir.

Di sala 2015'an de, ev deriyên hatine vekirin wê bandoreke çawa li dîplomasiya Rojava bike? Hûnê bikevin nava hewldanên bi çi rengî?

Em weke tevger, di dîplomasî û têkiliyên navneteweyî de nû ne. Ji ber vê yekê gelek kêmasiyên me hene. Ji aliyê kadro, têkilî, sazîbûn û gelek qadên din de kêmasiyên me hene. Eger îro bi têra xwe xebatên me yên sazîbûnê hebûya, li her welatî me dikarîbû gelek tiştan bi ser bixînin. Bi vê wesîleyê ez bang li ciwanên ku li welatên cuda yên cîhanên xwendine, di qadên akademîk de dixebitin û bi zimanan dizanin, dikim, ku bi me re têkiliyê deynin. Em nikarin biçin her cihî, nikarin xwe bigihîin. Lewma me nekarî gelek karî bikin.

Lê belê tevî her tiştî jî me di vê demê de gelek astengî ji holê rakir. Bi gelek dewlet, sazî û derdorên navneteweyî re têkilî danîn. Ev destepêkeke girîng bû. Di sala 2015'an de ev yek wê dewam bike. Bi dîtina min di qada dîplomasiyê de em ê encamên girîng bi dest bixin. Ji ber ku em texmîn dikin, DAIŞ û rewşa kaosê ya li Rojhilata Navîn wê bi lez ji holê ranebe. Pirsgirêkek wê demeke dirêj dewam bike ye. Em jî li gorî vê yekê amadekariyên xwe dikin. Bi hemû kêmasiyên xwe re em li Rojhilata Navîn hêzeke rasteqîn in. Kes nikare bêyî me hesaban bike. Me ev yek îspat kir. Îro li Rojava sîstemeke cidî tê avakirin. Her roj bi dehan delegasyon serî li me dide, ku biçin Rojava. Li cihekî weke Rojhilata Navîn em sîstemeke nû û azadîparêz ava dikin. Modeleke ku jin tê de esas e. Ev yek bala cîhanê dikşîne.

Di axaftina xwe ya li 11. Konferansa Kurd a li PE de we gotin, ku ji bo 1'ê Mijdarê bibe roja têkoşîna li dijî terorîzmê û piştgirîdayîna Kobanê ya cîhanê, hûnê bikevin nava hewldanan. Ji bo vê yekê hewldan û planeke we heye?

Yekemcar me ev li vir ragihand. Ji bo ev bikeve rojeva Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî, hewldanên me wê dewam bikin. Lewma di her platformê de em ê vê bilêv bikin. Weke partî me biryareke bi vî rengî dan. Em ê ji bo vê têbikoş in.