1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Divê pîvanên bingehîn ên deklarasyonê bibin mijara muzakereya bi Rêber Apo re'
'Divê pîvanên bingehîn ên deklarasyonê bibin mijara muzakereya bi Rêber Apo re',divê,pîvanên,bingehîn,ên,deklarasyonê,bibin,mijara,muzakereya,bi,rêber,apo,re

'Divê pîvanên bingehîn ên deklarasyonê bibin mijara muzakereya bi Rêber Apo re'

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê da xuyakirin, ku ew bawer in belgeya Xweseriya Demokratîk a KCK'ê di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de rolê bilîze.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê li ser pîvanên bingehîn ên deklerasyona KCD'ê bi sermuzakerevanê gelê Kurd Rêber Apo re muzakere bê kirin û weke projeyeke çareseriyê pêşkêşî Meclîsê were kirin."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, belgeya Xweseriya Demokratîk a di encama civîna KCD'ê ya 26-27'ê Kanûnê de derket holê bibîr xist û got, "Di demeke ku berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd tê meşandin de weşandina deklerasyoneke bi vî rengî ya dikare yekîtiya demokratîk a Tiriyeyê pêk bîne, ji bo têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê xwedî wateyeke mezin e. Nîşan daye ku yekîtiya demokratîk a Tirkiyeyê bi demokrasiyê û bandora vê ya li herêman dibe. Bi vî rengî destnîşan kiriye ku divê rêgeha siyasî ya bingehîn a Tirkiyeyê çi be. Lewma, ev deklerasyona ku çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûYîna Tirkiyeyê di zikhev de dinirxîne, em dibêjin bila tevahiya civak û gelên Tirkiyeyê pîroz be."

'Deklarasyona KCD'ê wê di çareseriyê de xwedî rol be'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yekane şêweyê rêveberiya siyasî ya ku dikare Tirkiyeyê li ser bingeha aramî û îstikrarê di nava yekîtiyê de biparêze, demokrasî ye; şênberbûyîna demokrasiyê li herêman û nava civakê ye." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Ji xwe di roja me ya îro de hemû rêveberiyên demokratîk ên li cîhanê, rewabûna xwe ji demokrasiyên xwecihiyan werdigirin. Serdemên ku rewabûna serdestiyê bi zora çekê tê kirin, êdî li ber tinebûnê ne. Dewlet êdî rewabûna xwe ya li erdnîgariya lê serdest e, ji hebûna demokrasiya xwecihî werdigire. Welatên ku demokrasiya xwecihî lê heye, ji her alî ve tê wateya welatên xwedî yekîtiyeke xurt. Meyla cihêbûnê bi hebûan demokrasiya xwecihî re ji holê tê rakirin. Em di wê baweriyê de ne ku deklarasyona ji aliyê KCD'ê ve hatiye weşandin jî xwedî vê karakterê ye. Li gorî me, wê di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî rol be.

'Divê pîvanên bingehîn bibin mijara mûzakereya bi Rêber Apo re û pêşkêşî meclisê bê kirin'

Bêguman, mîna ku di deklarasyonê de jî hatiye destnîşankirin, divê pîvanên bingehîn ên di vê deklarasyonê de hatin diyarkirin, bi sermuzakerevanê gelê Kurd Rêber Apo re bê muzakerekirin û weke projeyeke çareseriyê pêşkêşî Meclîsê were kirin. Girîng e Meclîs jî çareseriyeke bi vî rengî ya demokratîk di nava qanûn û destûra bingehîn de bi cih bike. Çareseriyek li ser bingeha demokratîkbûyînê ancax bi vî rengî pêkan e.

Îlana xwerêveberiyê ya gelê Kurd, li ser bingeha demokratîkbûyînê esasgirtina çareseriya pirsgirêkê ye. Çareseriyek li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ya bi muzakereyê re, bi tinehesibandina Mutabaqata Dolmabahçeyê re hat redkirin. Dema li hemberî gelê Kurd şerek hat îlankirin, gelê Kurd jî ji cihên xwe dest bi pêngavên demokratîk kir û ji bo pêkanîna bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dest bi têkoşînê kir. Dema demokrasiya xwecihî û pêngava xwerêveberiyê di vê çarçoveyê de were nirxandin, hingî deklerasyon xwedî karakterekî çareseriyê ye.

'Yekser destpêkirina pêla êrîşan, zîhniyeta AKP'ê raxistiye pêş çavan'

Ev pêşniyara ku yekîtiya demokratîk a Tirkiyeyê ji xwe re dike armanc û li ser vê bingehê dixwaze ji tevahiya Rojhilata Navîn re bibe mînak, ji aliyê desthilatdariya AKP'ê e yekser weke cihêkarî û fanteziyê hat dîtin û li hemberî vê pêşniyarê di cih de êrîşan destpê kir. Ev nêzîkatî û êrîş, zîhniyet û polîtîkaya AKP'ê bi zelalî raxistiye pêş çavan. Derxistiye holê ku desthilatdariyek dûrî çareseriya pirsgirêka Kurd e, ji zîhniyeta demokratîk bêpar e û bi tenê daye dû serweriya mêtîngerî ya qikirina çandî.

Pêwîste ev yek bi awayekî vekirî were gotin; Zîhniyeta heyî ya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê û polîtîkaya bi qirkirina çandî ya li hemberî Kurdan re afirandina yek miletî, veguheriye fanteziyekî ku di roja îro de nepêkan e bi cih were anîn. Polîtîkaya rasteqîn û pêkan jî, demokrasiya xwecihî ya li ser bingeha xweseriyê ye, ku îro li cîhanê ji aliyê her kesî ve tê pejirandin. Li cîhanê, welatekî bi tenê nemaye ku zîhniyet û polîtîkayên dewleta Tirk û AKP'ê diparêze û dixe meriyetê. Li Rojhilata Navîn, welaten xwedî vê zîhniyet û polîtîkayê, ji ber ku cihêkar in, yek bi yek ji hev belav dibin.

Hikûmet, kesên ku peşniyara dewletê dikin lê li dijî PKK'ê ne di çapemeniya xwe de dide axaftin, lê belê mirovên ku xwerêveberiyên xwecihî yên yekîtiya demokratîk ava dike diparêzin, weke cihêkariyê dibîne û li dijî wan dadgeh û hemû paşverûtiyê dixe nava tevgerê. Nepêkane ku hikûmeteke bi vî rengî aştî û îstikrarê bîne Tirkiykeyê. Helwest û zimanê ku piştî pêşkêşkirina deklarasyona KCD'ê hat bikaranîn, nîşan dide ku li dijî gelê Kurd şerekî bi vî rengî tê meşandin. Li hemberî gelê Kurd şer hatiye îlankirin û tê xwestin ku li her cihî vîna gel bê şikandin."

'Berxwedana li pişt xendek û bendan rewa û mafdar e'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev polîtîkaya êrîşkar a AKP'ê careke din nîşan dide, ku berxwedana li pişt xendek û bendan tê meşandin çiqasî mafdar û rewa ye û hat gotin, "Bi awayekî vekirî hatiye nîşandan, ku nayê tehemûlkirin gelê Kurd bi nasname, hebûn, ziman û çanda xwe di çarçoveya destûra bingehîn a demokratîk de bibe xwedî xwerêveberiye. Niha hîn baştir tê fêmkirin, bê çima Mutabaqata Dolmabahçeyê hat redkirin û Rêberê me yê xwedî nezîkatiyeke herî maqûl a çareseriyê çima di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin. Bi vî awayî ji tevahiya cîhanê re hatiye nîşandan ku xendek û bend, li hemberî vê polîtîkaya înkar û tinekirinê, berxwedan e.

Bi vê rastiyê re hîn bêhtir pêwîstî pê çêbûye ku hemû hêzên demokrasiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê li hev bicivin, li hemberî hikûmeta AKP'ê bloka demokrasiyê ava bikin û têbikoşin. Girîng e hemû sazî, derdor û welatên demokratîk ên cîhanê jî vê helwesta AKP'ê ya li hemberî deklraasyona KCD'ê bibînin û li cem têkoşîna demokrasiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê cih bigirin."

'Heta ku AKP neyê qelskirin nepêkan e pirsgirêkên li Tirkiyeyê werin çareserkirin'

Daxuyaniya KCK'ê bi vî rengî bi dawî bû: "Heta ku li hemberî hikûmeta AKP'ê têkoşîn neyê meşandin, zîhniyet û polîtîkaya wê ya heyî neyê qelskirin, nepêkane ku Tirkiye demokratîk bibe û pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin. Li ser vê bingehê em bang li gelên Tirkiyeyê dikin ku li cem xwerêveberiyên li Sûr û Cizîrê bûne sembol cih bigirin û li her qadê li dijî AKP'ê têkoşînê xurt bikin."