1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Diwan-a Dubeytî' li Cizîrê hate pêşandan
'Diwan-a Dubeytî' li Cizîrê hate pêşandan,diwan,a,dubeytî,li,cizîrê,hate,pêşandan

'Diwan-a Dubeytî' li Cizîrê hate pêşandan

A+ A-

Şanoger, lîstikvan, reqsvan û dengbêjên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Stenbolê "Diwan-a Dubeytî" a ku 7 mehin li ser xebatê dimeşinin li Cizirê pêşkêş kirin.

Lîstika 'Diwan-a Dubeytî' ka ku ji dîwana Baba Tahirê Uryanî girtine û Şanoger, lîstikvan, reqsvan û dengbêjên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) ya Stenbolê 7 mehin li ser xebatê dimeşinin li Cizirê hate pêşandan. Lîstika ku bi organîsazyona Şaredariya Cizîrê hate pêşandan rastî eleqeyek gelek mezin hat. Lîstik li salona Konferansê ya Metîn Bostancioglu ve hate pêşandan. Peşandana 'Diwan-a Dubeytî' a ku ji beytên Baba Tahîrê Uryanî Hemedanî pêk tê rastî eleqeyek gelek mezin hat. Di pêşandanê de endam û rêveberên BDP'ê, Wekilê Şaredarê Cizîrê aktîvîstên DOKH'ê, KURDÎDER û endamên meclîsa şaredariyê jî amade bûn. Projeya NÇM'ê ya 'Diwan-a Dubeytî' ku piştî 7 mehan berdewam kir rasti eleqeyek gelek mezin hat.

Hunermendên NÇM'ê ji bo projeya Uryan ji nûve zindî bikin û 13 helblestên Uryan derxin ser dikê 7 mehan xebat meşandin. Zimanzanê kurd Ahmet Tirgil amadekariya helbestên Uryan dani ser milê xwe û hunermend Nurcan Degîrmencî, Meral Tekçî û Zelal Gokçe bi qerîn û sewtên xwe yên zelal ruh dan helbestan. Pêşandan li ser piyan bi çepikan bi dawî bû.

Wekîlê Şaredarê Cizîrê Mehmet Saçi, anî ziman ku ew spasiyên xwe ji xebatkarên NÇM'ê re dike û ev xeba ji bo pêşxistin û zindîkirina çand û wêjaya kurd gelek girîng e.

DÎHA (mae)