‘Dixwazin bi hinceta ziman pirsgirêkên xwe bidin pêş’
KENDAL CÛDÎ
KOBANÊ – Rêveberê PDK-S’ê Îsa Afdo got ku partiyên siyasî bi hinceta metiryalên zimanê dayîkê, dixwazin pirsgirêkên xwe yên partiyane derxin pêş.
Partiyên siyasî li Kantona Kobanê diyar kirin ku Şoreşa Rojavayê Kurdistanê zemîna fêrbûna zimanê dayîkê avakir û di dema niha ev derfet çêbû ku em dibistanên xwe li ser esasê sîstema xwe ya perwerdê Kurdî avabikin. Partiyan got Yek ji xewinên gelê Kurd û partiyên siyasî bû ku perwerdê bi zimanê dayîk werê dayîn.
Rêveberên partiyên siyasî yên kantona Kobanê derbarê sala nû ya perwerdeyê de ku bi metiryalên zimanê dayîkê tê dayîn de, ji ANHA’yê re axivîn.
Endamê Rêveberiya Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriye (PDK-S) Îsa Afdo ev metiryarl wekî gaveke dîrokî nirxand û bal kişand ser pêngava xwedîderketina li zimanê Kurdî. Afdo got: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê zemîna fêrbûna zimanê dayîkê ava kiriye. Niha ev derfet çêbûye ku em dibistanên xwe li ser bingeha sîstema xwe ya perwerdeyê bi Kurdî ava bikin.”
ISA-EBDO
Rêveberê PDK-S’ê dibêje di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de yek gavên pêwîst ku divyabû were avêtin, perwredeya bi zimanê Kurdî bû. Afdo girîngiya vê pêngavê anî ziman û got: “Em vê derfetê ji dest xwe bernedin. Eger em zarokên xwe li ser bingeheke demokratîk mezin nekin, wê civakeke demokratîk neyê avakirin.”
Afdo bal kişand ser nêzîkatiyên hin partiyên siyasî û gotina wan a ‘DEM ne dema fêrbûna zimanê Kurdî ye’ bi bîr xist. Îsa Afdo destnîşan kir ku ev partî bi hinceta neqebûlkirina metiryalên Kurdî, dixwazin pirsgirêkên xwe yên partiyane derxin pêş. Îsa got: “Fêrbûna zimanê Kurdî ne pirgirêkeke siyasî ye. Ji me hemûyan tê xwestin ku em zarokên xwe fêrî zimanê Kurdî bikin. Partiyên ku dibêjin ew metiryalên Kurdî qebûl nakin, beriya şoreşê jî digotin ’em mafê fêrbûna zimanê Kurdî dixwazin’. Lê çima piştî ku ev derfet çêbûye ew dibêjin ‘NE dema fêrbûna zimanê Kurdî ye? Ev nîşan dide ku ev partî tenê dixwazin pirsgirêkên derxinîn pêş.”
Endamê Rêveberiya PYD’ê ya Kobanê Ehmed Xoce jî got: “Netewek nasnameya xwe bi zimanê xwe yê zikmakî diyar dike. Ji destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê ve û heta roja îroyîn gelê Kurd her dem bi hêviya fêrbûna zimanê Kurdî ye. Bi sedean salan ji mafê zimanê xwe bêpar maye û hatiye dûrxistin. Têkoşîna ku ji bo vê yekê hatiye meşandin niha encama wê zelal dibe.”
EHMEN-XOCA
Xoce got: “Yek ji xewnên Kurdan û partiyên siyasî perwerdeya bi zimanê Kurdî bû. Yek ji gavên girîng ên di şoreşa Rojava de hatine avêtin, perwerdeya bi zimanê Kurdî ye.”
Xoce ji bo partiyên ku digotin ‘Ne dema zimanê Kurdî ye’ wiha bersiv da ‘Dem ne dema nîqaşên li ser zimanê Kurdî ye. Mijar mijareke netewî û Kurdî ye. Wan partiyan bi xwe digotin ‘Em mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayîkê dixwazin’.
(he)
ANHA
