1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dixwazin konferansa neteweyî asteng bikin'
'Dixwazin konferansa neteweyî asteng bikin',dixwazin,konferansa,neteweyî,asteng,bikin

'Dixwazin konferansa neteweyî asteng bikin'

A+ A-

Xwendekarên kurd ên zanîngeha Selahaddinê bertek nîşanî operasyona Îranê ya li dijî Herêma Fereral a Kurdistanê dan û diyar kir ku ev êriş hemû kurdan dike hedef xwe. Xwendekaran, anî ziman ku armanca van êrîşan astengiya konferansa yekîtiya kurdan e.

Xwendekarên zanîngeha Selehadînê êrîşên Îranê yên li dijî kurdan û Herêma Federal a Kurdistanê şermezar kir û xwest dewleta Îranê demildest dawî li van operasyonan bîne. Xwendekaran, anî ziman ku Îran bi van êrîşan tenê endamên HRK'ê û PJAK'ê nakin hedef û her wiha bi van êrîş û operasyonan hemû kurdan ji xwe re dikin hedef û armanc. Ji xwendekarê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Selahaddinê Arî Abdullah anî ziman ku êrîşa Îranê ya li dijî kurdistanê ne tiştekîe nû ye û bi vê êrîşê hemû kurdistanê dike hedef. Abdullah, destnîşan kir ku divê kurd armanca vê êrîşê baş derxin holê û li hev kom bibin û bi tifaqa xwe van êrîşan pûç bikin.

'Bêdengiya hikûmeta Iraqê êrîşa li dijî kurdan e'

Abdullah, da zanîn ku hikûmet û dewleta Iraqê, li gel sînorê wê ji aliyê Îranê ve tê binpêkrin jî dîsa dengê xwe nake û bêdengiya hikûmeta Iraqê di heman demê de pixştgiriya Şerê Îranê ye. Abdullah, bilêv kir ku Îran û Iraq, her tim li dijî kurdan bidin yek û piştî ku lihev dikin li dijî kurdan êrîşan pêk tînin. Abdullah, daxuyand ku ji ber Iraq û Îranê li ser şerê kurdan li hev kirine dengê xwe ji Îranê re nake. Abdnullah, xwest hemû kurd li dijî êrîşa ÎRanê bertekên xwe bînin ziman û hemû malên Îranê şermezar û boykot bikin.

Xwendekarê Zanîngehê Hawar Nasrettin jî anî zimanku ev êrîşa Îranê hemû berjewendiyên kurdan dixe bin talûkeyê û wiha got: "Her tim Tirkiye, Îran, Îrak û Suriye li hemberî kurdan wisa li hev dikin. Dixwazçin bi van operasyonan konferansa neteweyî ya gelê kurd asteng bikin."

'Îran û Îraq peymanên navneteweyî îhlal dikin'

Ji xwendekaran Keywan Bekîr jî da zanîn ku dewleta Îran û Tirkiyeyê hemû mafên neteweyî û navteweyî înkar û îhlal dikin û hevkariya hev li dijî kurdan têkoşînê dimeşînin. Bekir, da zanîn ku tirsa Îran û Tirkiyeyê ji yekîtî û tifaqa gelê kurd e û ji ber ku naxwazin kurd li Rojhilata navîn bi hêz û xurt bibin van êrîşan pêk tînin. Bekir, da zanîn ku ditirsin kuwekî Sûriyeye di nava wan de jî serhildan pêş bikevin û dest bi operasyonên hevpar kirine. Bekir, daxuyand ku êdî kurd nikarin bêyî tifaq û perçe şer bikin û xwes li hemberî êrîşan şekîtî û tifaqa xwe xurt bikin.

'Êrîşa Îranê ne ji rêzê ye'

Xwendekarê bi navê Peywend Enwer jî anî ziman ku Tirkiye, Îraq û Îran li hev hatine û piştî li hevhatinê Îranê şerê li dervê sînor daye destpêkirin. Enwer, da zanîn ku ji ber ku kurdan xweseriya xwe îlan kiriye dewletên cîran dixwazin rê li pêşiya vê yekê bigirin. Enwer, xwest ciwanên kurd li hemberî vê yekê bêdeng nemînin û bertekên xwe bi rêyên hiqûqî û rewa nişan bidin.

DİHA (mae)