1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Dixwazin li dijî parlamenter û endamên HDPê suîqastan pêk bînin
‘Dixwazin li dijî parlamenter û endamên HDPê suîqastan pêk bînin,dixwazin,li,dijî,parlamenter,û,endamên,hdpê,suîqastan,pêk,bînin

‘Dixwazin li dijî parlamenter û endamên HDPê suîqastan pêk bînin

A+ A-

OMER ÎKE / SÊRT

Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Qedrî Yildirim êrîşa li dijî endamên Yekîtiya Komeleyên Ciwanên Sosyalîst a li bajarê Pirsûsê bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku ev êrîş li dijî pêngava ji nû ve avakirina Kobanê pêk hatiye.

Parlamenterê HDP’ê yê Sêrtê Prof. Dr. Qedrî Yildirim derbarê êrîşa li dijî 300 endamên Yekîtiya Komeleyên Ciwanên Sosyolîst (SGDF) ku ji bajarê Stenbolê hatibûn navçeya Pirsûsê ji bo ku derbasî bajarê Kobanê bibin û beşdarî xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bibin, ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Ev êrîş dikeve çareçoveya rêzekomployên hêzên nijadperest û şovenîst ên li dijî daxwazên gelê kurd di avakirina civakeke demokratîk li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan de.”

‘Li Pirsûsê xwestin tola Kobanê hildin’

Yildirim da zanîn ku piştî ku bajarokê Girê Spî (Tel Abyad) ket deste hêzên kurd de dor hate Calabrusê û ev tişt li ser axaftinê xwe zêde kir: “Eger Cerablus biketibûya dibin kontrola hêzên kurd de, wê hersê Kanton bigihaban hev. Dê astengiyên di nava peywendiyên Kantonên Rojava de rabûya. Ligel Tirkiyê hemû cihanê ev yek dît.” Yidirim bal kişand ser gotinên Serokomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan û wiha axivî: “Serokomar Erdogan digot: Çi dibe, bila bibe em destûr nadin li paş sînor dewletek were avakirin û li rojava kurd bibin xwedî statû. Çeteyên DAIŞ’ê ji bo tola xwe ya li Kobanê hilde bi hevkariya AKP’ê li Pirsûsê komkujî pêk anî.”

‘Hişmendiya AKP’ê û DAIŞ’ê yeke’

Prof. Dr. Kadrî Yildirim destnîşan kir ku hişmendiya AKP’ê û çeteyên DAIŞ’ê yeke û wiha got: “AKP li Kurdistanê mirovan qetil dike. DAIŞ li Rojava, Suriyeyê û Iraqê mirovan qetil dike. Piştî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê têk çûn û AKP jî di hilbijartinên 7’ê hezîranê de têkçû, destê xwe dan hev û berê xwe dan xwîna ciwanên kurd û kesên demokrat xwaz. Qûrbanên van komên hov jî bûn ciwanên ji bo mirovahiya mezin kedê didin. Tenê xeyalên wan jî xwe bigihinin zarokên Kobanê.”

‘Komkujî ji hêla berdevkê AKP’ê Erdogan ve pêk hatiye’

Yidirim derbirî ku ev komkujî komsepta şere û wiha dirêjî da axaftinên xwe: “Komkujiya Pirsûsê ji aliyê AKP’ê û berdevkê wê Erdogan ve pêk hatiye. Bi vî awayî AKP’ê şer daye dest pê kirin. Demek dirêj bû xwîn li ser vê axê ne hatibû rijandin. Lê AKP’ê xwe li vê yekê negirt bi polîtîkayên xwe yên qirêj dixwaze Kurdistanê têxe gola xwînê. Tenê berpirsyarê vê yekê jî AKP ye.”

‘Li dijî HDP’ê suîqast’

Prof. Dr. Kadrî Yildirim îdai kir ku bi polîtîkayên şerê qirêj dê suîqastê li dijî xebatkarên HDP’ê pêk bîne û wiha got: “Di nav de DAIŞ jî heye dixwazin li dijî hemû xebatkar û Parlamenterên HDP’ê suîqastan pêk bînin. Di vê çarçoveyê de ez bang li hemû xebatkarên partiya me dikim ku li her cihê bi tedbîr bîn û xwe biparêzin.”

‘Arinç zimanê şer bikartine’

Yildirim bertek nîşanî gotinên Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bulent Arinç da û ev tişt got: “Arinç zimanê şer bikartîne. Ji xwe piştî axaftinên berdevkê AKP’ê Erdogan, li Pirsûsê komkujî pêk hat. Di encamê de 32 ciwanan jiyana xwe ji dest da. Gelo çima di dema daxuyaniyê de polîsek li wir tunebû. Di çalakiyek normal de bi dehan polîs tên qadê bi kamereyên xwe çalakvanan dikêşînin. Madem tu eleqa we bi komkujiyê re tûneye çima wê rojê polîsek li qada çalakiya ciwanan tunebû. Dîsa qet mereqan nekin ji xwe rojekê em tev dê bimrin.”

(oî/rn)