1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Dixwestin efserekî payebilind bikujin lê hatin girtin
Dixwestin efserekî payebilind bikujin lê hatin girtin,dixwestin,efserekî,payebilind,bikujin,lê,hatin,girtin

Dixwestin efserekî payebilind bikujin lê hatin girtin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku 4 kesên li Fransayê xwe amade dikirin êrîşî baregeha leşkerî bikin, di encama operasyonên polîsan de hatine girtin.

Wezîrê Karên Hundir Bernard Cazeneuve, gotina "pêşî li hin êrîşên terorîstî yên nava vê hefteyê hat girtin" a Serokkomar Hollande di dema serdana Serokdewletê Meksîkayê de bilêv kir, detayên wê bi raya giştî re parvekirin. Cazeneuve diyar kir 4 kesên ji 16 heta 23 salî xwe amade dikirin êrîşî baregeheke leşkerî bikin, hatine girtin.

Cazeneuve dazanîn ku kesên hatine girtin, dema li departmanên Nord, Rhône, Bouches du Rhône û Yvelines diman ketine ber şopandina çavkaniyên îstîxbaratê û anî ziman ku van kesan plan dikirin di dawiya vê salê yan jî destpêka sala 2016'an de êrîşî baregeha leşkerî bikin.

Li gorî daxuyaniya wezîr, yek ji çar gumanbarên terorê, leşkereke ku demekê di nava hêzên deryayî yê Fransayê de wezîfedar bû. Hat ragihandin ku van kesan plan dikirin esferekî payebilind ê Fransayê birevînin û serê wî jê bikin.

Tê gotin ku gumanbarên êrîşê xwestine çalakiya xwe bi kamerayên bi navê GoPro yên li ser mont bicihkirin qeyd bikin.

Wezîrê Karên Hundir da zanîn ku yek ji kesê di nava komê de rola lîderiyê dilîst, beriya niha xwest biçe Sûriyeyê û ji ber vê yekê ji aliyê yekîneyên ewlekariyê ve tê lêpirsîn. Wezîr diyar kir ku li hemberî endamên komê, di 23'ê Hezîranê de dozgerên antî-terorê yên Parîsê lêpirsîn vekirine.

(rn)