1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. DIZANÎBÛN QAÇAXÇÎ NE!
DIZANÎBÛN QAÇAXÇÎ NE!,dizanîbûn,qaçaxçî,ne

DIZANÎBÛN QAÇAXÇÎ NE!

A+ A-

DENÎZ FIRAT/ANF 28.12.2014 07:00:00 Piştî komkujiyê Serfermandariya artêşa Tirk û derdorên hikûmetê di daxuyaniyê xwe diyar kirin ku wan gotine qey komek gerîla di wir re derbas dibe û ji ber wê bombebaran kirine. Beriya ku em vê belgeya ku wê komkujiyê di gelek aliyan de ronî bikin, aşkera bikin, hin pirsên din ên ku divê bên pirsîn hene. Ger bi rastî jî ev kom gerîla bûya wê rastiya vê komkujiyê bihata guhertin? Weke tê zanîn dewleta Tirk û hin derdor vî şerê 30 salan weke şerekî kêm bi nav dikin û li gel vê jî weke şerekî nabînin û weke pirsgirêkeke ewlekariyê dibînin û mîna “terorê” bi nav dikin. Li gorî qanûnên komara Tirk artêşa Tirk dikariya koma ku bêyi ku êrîş bike, dixwest roja 28’ê Kanûna 2011’an derbasî nava sînor bibe, bigirin û vebiguhezin derdorên qanûnî. Lê bi balafirên şer vê komê qetil kirin. Peyman û qanûnên navneteweyî bi aşkereyî diyar kirine ku nikarin bi balafirên şer û bombeyan bi awayekî li dijî mirovan bên bikaranîn.

ORGENERAL BERÊ JÎ SUCÊ ŞER KIRIBÛ!

Hêzên dewleta dagirker a Tirk ku ti carî li gorî qûralên şer tevnegeriyaye, bi balafirên şer bombe bi ser gerîla û gel de barandiye, çekên kîmyewî bi kar aniye û komkujiyên bi komî pêk anîne û bi vî awayî sûcên şer kirine. Jixwe Serfermandarê Artêşa Tirk Necdet Ozel ku di raya giştî ya Kurd de weke Nejdetê Kîmyewî tê nasîn, dema ku li herêmê wezîfe dikir, beriya komkujiyê, li Geliyê Tiyarê pêk anî û li dijî gerîla û gel tevî çekên kîmyewî gelek sûcên şer kiriye. Ji ber vê jî îdîaya ku dibêjin wan gotiye qey koma li ser sînor hatiye qetilkirin gerîla ne, nikare rastiya sûcê şer ê ku hatiye kirin biguherîne. Gelo bi rastî jî ev yek bi xeletî hate kirin? Ma leşkeran nedizanî gundî bazirganiya li ser sînor dikin? Di vê mijarê de îfadeya kesên ji komkujiyê bi saxî filitîn û xizmên gundiyên hatin qetilkirin gelekî girîng e.

Di îfadeyên kesên ji komkujiyê filitîn û xizmên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, dane çapemeniyê, heyetên ji saziyên mafê mirovan, Mufetîşên Wezareta Karên Hundir, Komîsyona Alîkar a Komîsyona Mafê Mirovan a ji bo Qilabanê û dozgerên komarê de, aliyên weke hev hene. Aliyên hevpar ên van îfadeyan wiha ne:

1- Ji roja piştî Peymana Lozanê sînor hatin kişandin û vir ve, Roboskî, Bêcih û gundên derdorê yên li ser sînor diçin aliyê din ê sînor û mal dikirin û careke din vedigerin. Ev kiryara ku gundiyên li ser sînor weke bazirganiya li ser sînor bi nav dikin, her çendî hin caran kêm bûye jî, lê her çar demsalan pêk tê. Tê zanîn ku rojek beriya komkujiyê komeke mezin û qelebalix di heman rêyê re sînor derbas kiriye û çûye aliyê din, careke din di heman rêyê re vegeriyaye. 2- Ji aliyê Tirkiyeyê ve sê rêyên sereke yên sînor hene, ev rê bi zozana Yildiz a ku li ser sînor ve ye û li vê derê şiverêyeke tenê heye, ew heta Rûbarê Pûtalma yê Taxa Kuranişê berdewam dike, li ser vê rêyê jî kanên komirê hene. Her wiha ev herêm weke zozana gund tê zanîn, gundî ji vir giya kom dikin û heywanên xwe li vir diçerînin.

3- Li aliyê din cihekî rû û bê, axeke nerm heye, li ser girên bilind baregehên leşkerî hene, ji ber vê jî bêyi ku leşker nebînin, ti kesek nikare di van deran re derbas bibin.

4- Ji ber ku ev rê ji bo gerîlayan ne ewle ye, gerîlayan heta niha ti carî vê rêyê bi kar neanîne, ji ber ku ev rê weke rêya qaçaxçiyan dihate zanîn, li vir ti pevçûn jî çênebûne.

5- Kesên ku bi armanca bazirganiya li ser sînor, agahî nadin rayedarên leşkerî, lê bi awayekî haya leşkeran ji wan çêdibe û pêşî li wan digirin û wan digirin, dest danîne ser tiştên wan û têkildarî wan karûbarên qanûnî hatine destpêkirin.

6- Roja ku komkujî pêk hat saet 16.00’an koma gundiyan ku nêzî 70-80 hêstir bi wan re bûn, gava dixwestin vegerin, dengê wesayîtên keşfê yên hewayî yên bê mirov bihîstine, zanîne ku balafirên bê mirov ew dişopînin, ji ber wê jî çirayên xwe vekirine, piştre jî leşkeran guleyên cihê topan ronî dikin avêtine, gava gundî gihiştine ser sînor telefonî xizmên xwe kirine û ji gundiyan hîn bûne ku leşkeran hemû rêyên ser sînor girtine, ji ber ku gundî gelek sar bûne, xwestine tiştên xwe li aliyê din ê sînor bihêlin û vegerin gund, lê gava ku hewldan vegerin, li ser sînor ji aliyê balafirên şer ve hatine bombebarkirin û qetilkirin.

7- Di bombebarana yekemîn a ji aliyê balafiran ve pêk hat de, 20 kesan li vir jiyana xwe ji dest dane, piştre balafiran koma din bombebaran kirine û ji 38 kesan 34 kesan jiyana xwe ji dest dane, tenê 4 kes karîne ji komkujiyê rizgar bikin,

8- Weke dihate dîtin ku kesên di komê de hemû cilên sivîlan li ber wan bûn û di destê ti kesî de çek tine bûn, di nava wan de ti gerîla tine bûn, di rê de jî qet li rastî gerîlayan nehatine, jixwe cihê ku komkujî lê pêk hat û qaçaxçî têre derbas dibin ji bo bicihbûna gerîlayan ne destdayî û ne jî bi ewle ye.

9- Jixwe piraniya gund cerdevan bûn, beriya hemû operasyona û tevgerên leşkerî agahî didan keyayê gund û dipirsîn ka gundî ji bo bazirganiya li ser sînor derbasî aliyê din ê sînor bûne yan na, ji gundiyan dixwestin ku dema operasyonê qet nêzîkê sînor nebin, lê roja komkujî pêk hat, leşkeran ji ti kesî nepirsîn û têkildarî gundiyên derbasî sînor bûne ti agahî negirtine

10- Piştî koma yekem a gundiyan ji aliyê balafiran ve hate bombebarankirin Alîkarê keyayê gund Ubeydullah Encu telefonî Fermandarê Qereqola gund Vehbî Goçmen kir û gotiye ku qaçaxçî çûne û ji aliyê balafiran ve têne bombebarankirin, xwestiye bombebaran bê rawestandin, lê fermandar ji Alîkarê keya re gotiye “çi karê zarokên we li wê derê ye, ti tiştek nabe, ji bo wan bitirsînin ew der bombebaran dikin,

11- Li gorî îfadeya sercerdevan Mehmet Şerîf Encu yê ku têkiliyên wî bi dewletê re gelek xurt in û gelek gerîlayên ji refên gerîla qût bûne teslîmî qereqolê kiriye, daye Mufetişên Wezareta Karên Hundir; “Ji 1990 ve heta îro min qet nedîtiye û ne jî bihîstiye ku terorîst di vê rêya hatiye bombabarankirin re derbas bûne, li gorî ez dizanim rêxistina terorê li vê derê ti karekî nake, ji ber ku li vê derê ti dar û zinar tine ne, weke ku ji navê wê jî tê zanîn navê wê derê Zozana Afra ye û cihek rûte, ger terorîst di vir re derbas bibin, hema di kêliyê de wê bên dîtin. Hema bêje fermandariya leşkerî ya Roboskiyê her roj vê derê topbaran dike, ev topbaran her roj pêk tê, heta gava em diçûn wezîfeyê me dixwest hin giran topbaran bikin, min bihîst ku tûgayê du caran ev der topbaran kiriye, lê min nezanî ka kîjan der bombebaran kirine.” Ev kesê navborî piştî ku bûyerê dibihîse, telefonî fermandarê qereqolê Wehbî Goçmen û Alîkarê Fermandarê Tûgaya 22’emîn a Jendermeyên Sînor Albay Huseyin Onur Guney kiriye û têkildarî bûyerê agahî daye van rayedarên leşkerî. Goçmen ji wan re gotiye ji bo kesên li ser sînor bitirsînin topbaran kiriye û Albay Guney jî gotiye ku ti haya wan ji vê bombebaranê tine ye.

Îfade û daxuyaniyên ku rayedarên Serfermandariya artêşa Tirk û leşkerên herêmê, komîsyonên îdarî, dozgerên leşkerî û komarê, Mufetişên Wezareta Karên Hundir li hemberî îfadeyên gundiyan û xizmên kesên hatine qetilkirin, dane bi kurtî wiha ne:

1- Komkujî li herêma Sineht-Heftenîn a di bin kontrola gerîlayan de pêk hatiye. Li vê herêmê ti kes nikarin bê destûr û biryara gerîlayan tevbigerin. 2- Rêya ku vê komê bi kar aniye, gerîla her tim weke rêya derbasbûna ji sînor bi kar tînin. Beriya niha jî gerîla di vê rêyê re derbasî vî aliyê sînor bûne û li dijî baregehên leşkerî yên li herêmê çalakî pêk anîne. Ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê hin baregehên herêma sînor tên valakirin û kontrola leşkeran a li herêmê kêm dibe û nikarin çûnûhatinê kontrol bikin. 3- Beriya komkujiyê di bêtêlan de hatiye piştrastkirin ku ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG’ê Fehman Huseyin ê bi nasnavê Dr. Bahoz Erdal axiviye û ji ber wê jî li herêmê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin û herêm hatiye bombebarankirin. 4- Li gorî agahiyên ji MÎT û îstîxbata leşkerî hatiye wergirtin, PKK van demên dawiyê têkildarî baregehên leşkerî yên li ser sînor agahiyan kom dikin, hêzeke mezin veguhestiye herêmên Heftenîn-Sineht ên li ser sînor û xwe amade kirine ku li dijî baregehên leşkerî çalakî pêk bînin. Li gel vê saziyên îstîxbaratê agahî dane ku wê komeke gerîla roja ku komkujî pêk hatiye di vê rêyê re derbas bûne. Ev îdîa bi dehan car di belgeyan de tê dubarekirin. 5-Ji ber van îdîayan yekîneyên leşkerî yên li ser sînor destê wan li ser tetîkan bûn, ji ber ku ev kom roja 28’ê Kanûna 2011 li herêmeke di bin kontrola gerîlayan de hatine dîtin û van weke gerîla dîtine û ev yek jî tiştek asayî ye. 6- Weke ku ji dîmenên Hantepe, Bêzelê û Oremarê hate dîtin ku mirov nikare ji dîmenên balafirên bê mirov ên keşfê bizane ka kesên derbasî sînor dibin gerîla ne an jî sivîl in, her wiha nayê zanîn. Her wiha hate diyarkirin ku komên qaçaxçiyan hêstir ji mirovan zêdetir in, lê di vê bûyera komkujiyê de ji dîmenan tê dîtin ku serê her mirovek hêstirek heye. 7- Ji bo ev koma li ser sînor bê naskirin û bê piştrastkirin ka ev kom kî ne û helwesta wan bê zanîn, topên ronîkirina herêmê hatine avêtin, lê komê ti helwestek nîşan nedaye û ber bi sînor ve meşiyane, ji ber ku gerîla fêrî êrîşên bombeyî û hewayî bûne, ti helwest nîşanî vê yekê nadin, lewma nêzîkatiya komê weke nêzîkatiya gerîlayan hatiye dîtin, ji ber ger qaçaxçî bûna, diviyabû di dema topbaranê de birevîbûna. 8- Her çendî gundiyan dizanî dengên balafirên keşfê yên hewayî, bombebaran û balafirên şer tê tu agahî nedane rayedarên leşkerî û ji wan re negotine zarokên wan ji bo qaçaxçîtiyê çûne cihê ku operasyona leşkerî lê hatiye destpêkirin. Beriya niha dema operasyon li vê herêmê dihatin kirin gundî telefonî qereqolê û rayedarên leşkerî dikirin û digotin zarokênn derbasî aliyê din ê sînor bûne û bi vî awayi nehiştine ziyan bigihin zarokên wan. 9- Ji ber ku koma dixwest sînor derbas bike qelebalix bû, dibe ku li dijî baregehên leşkerî çalakiyan pêk bîne, nehatine şopandin û wê şopandina wan zor bibûya, ji ber vê çendê jî diviyabû li aliyê din ê sînor mudaxele li wan bihata kirin, 10- Fermandariyên ku biryara operasyonê dan, negihiştine ti agahiyên ku wê yekê piştrast dikin ku ev kom qaçaxçî ne, ev kom ji aliyê fermandariyên jêr ve weke komeke “terorîst” hatiye bi nav kirin. 11- Her çendî piştî bombebaran destpê kir hatibe zanîn ku kesên jiyana xwe ji dest dane ne gerîla ne, lê hatiye diyarkirin ku di nava komê de gerîla jî hene, heta di nava komê de du gerîlayan jî jiyana xwe ji dest dane, cenazeyên wan ji aliyê gerîlayên din ve hatine wergirtin û birine aliyê din ê aliyê başûr ê sînor, her wiha li aliyê din ê sînor di goristanên gerîlayan de hatine veşartin, amûrên gerîlayan li ser sînor hatine veşartin û paşê gerîlayan amûrên xwe yên leşkerî ji herêmê wergirtine û birine, kesên hatine kuştin jî bi gerîlayan re di nava hevkariyê de bûn, komên qaçaxçiyan li ser sînor her tim rêzaniyê ji komên gerîlayan ên li sînorê herêmê re dikin, ev agahiya îstîxbaratî ya girîng di îfadeyên kesên ji nava gerîlayan reviyan de jî cih digirin, jixwe kesên hatine kuştin jî sempatîzanên gerîlayan bûn, ev yek ji parvekirin û tomarên li ser malpera civakî ya facebookê ve hatine belavkirin, hatiye piştrastkirin, her wiha xizmên wan jî di nava gerîlayan de hene. Weke ku ji beşên ku me li jor rêz kirine jî tê zanîn, li aliyekî tê zanîn ku ev kom koma qaçaxçiyan e, lê li aliyeke din ji aliyê dewletê ve tê diyarkirin ku nedihate zanîn ku ev komeke ya qaçaxçîyan e û weke komeke ya gerîlayan hatiye dîtin. Gelo kîjan rast bû? Bi hezaran belgeyên di destê me de hatin lêkolînkirin û bi kurtî ev agahî jê hatin derxistin: - ji bo mirov bizane ka ev herêma komkujî lê pêk hatiye, ev rê ji aliyê kê ve tên bikaranîn; Li gorî îfadeyên gundiyan ev herêm ji aliyê gundiyan ve weke zozan tê bikaranîn, ti dar û zinar li wê derê tine ne, herêmeke rût e, weke axeke bê berhem tê dîtin. Ji ber vê jî koma ku di vir re derbas dibû dizanîn ti cihek nîne ku xwe lê veşêrin. Bêyi ku leşker wan bibîne ne mimkun e ku bi ti awayi di vir re derbas bibin. Weke baş tê zanîn ku ev bi dehan sal e ku ev rê ji aliyê qaçaxçiyan ve tê bikaranîn, ji ber ku ev herêm ji bo gerîlayan ne bi ewle ye, gerîla bi ti awayî di vê rêyê re derbas nabin û vê herêmê bi kar naynin. Li gorî bersivên ku leşker û endamên leşkerî têkildarî îdîayên der barê peymaneke veşartî yên di navbera qaçaxçî û leşkeran de, ti peymaneke veşartî di navbera qaçaxçî û leşkeran de tine ye, û ji bo vê yekê girtina qaçaxçiyan ên ku beriya komkujiyê pêk hatine weke delîl hatine destnîşankirin. Leşker ji bo xwe li hemberî van îdîayan biparêzin van bersivan dane û tiştekî din gotine. Leşkeran bi xwe gotine ku ev rê her tim ji aliyê qaçaxçiyan ve dihate bikaranîn û weke rêya qaçaxçiyan tê zanîn. Li aliyeke din jî, li gorî rapora bi daxwaza dozgerên komarê ji aliyê Midûriyeta Emniyeta Şirnexê ve hatiye şandin, tu agahiya ku dibêje ev rê ji aliyê gerîlayan ve hatiye bikaranîn tine ye, her wiha di raporê de tê gotin ku ev rê her tim ji aliyê qaçaxçiyan ve têne bikaranîn. Di belgeyan de leşker behsa herêmê dikin û îdîa dikin ku li herêmê gumrikên rêxistinê li herêmê hene. Ji van agahiyan hemû tê zanîn ku ev herêmê bi awayeke aşkera ji aliyê qaçaxçiyan ve tê bikaranîn.

- Pêkhateya komê ya çendanî û çawanî û têkildarî refleksa ku dide dengên avêtina topan û balafirên bê mirov; Di vê mijarê de di belgeyan de axaftinên rayedarên leşkerî û yên gundiyan hene. Di vê mijarê de egermirov gotinên gundiyan ên di vê mijarê de bi kurtasî destnîşan bike; Kom saet nêzî 16.00’an ji gund derketiye û hatiye sînor. Hejmara komê 38 mirov in, nêzî 70-80 hêstir jî hene. Lembeyên wesayîtên ku mal tînin vekirî ne. Li gel vê kesên di komê de ku vedigerin, fenerên xwe pêxistine û ber bi sînor ve tên. Ji jor ve her roj top tên avêtin. Ji ber vê avêtina topan hem ji aliyê gundiyan hem jî ji aliyê komê ve bi awayekî asayî tê dîtin. Ji ber topan diavêjin herêma Karaçali ya 4-5 kîlometre dûrî komê. Bi piraniya kesên komê de telefona bêrîkan heye û telefon vekirîne. Koma tê sînor derdikeve nuqteya herî jor û bi rêya telefonê bi gundiyan re diaxifin. Li gel vê rayedarên leşkerî vê dibêjin; hejmara hêstiran û hejmara mirovan berevajî komên qaçaxçî asta komên gerîla didin. Ji ber kom li hember avêtina topan ti refleksê nîşan nade û ber bi sînor ve tê pêwîst dike ku wek koma gerîla bên nirxandin. Gerîla ji ber beriya çalakiyên mezin bêtêlan digirin ne mimkun e sinyalên bêtêlan bên girtin. Eger kom qaçaxçî be, divê li hember avêtina topan birevin û bi telefonên bêrîkan agahiyê bidin xizmên xwe. girtekên cihê bûyerê yên di nav belgeyan de, di qeydên dîmenên balafirên keşfê û îfadeyan de, tê fêmkirin ku di koma ji 38 mirov û 70-80 hêstiran pêk tê de, li gor hejmara hêstir û mirovan serê kesekî 3 hêstir dikevin. Jixwe di qeydên balafirên bêmirov de tê terîfkirin koma yekemîn a li ser sînor ji 9 kes û 16 hêstiran pêk tê. Ev jî derdixe holê ku gotinên rayedarên leşkerî ne rast in. Ji ber li cem komeke gerîla ya ji 10 kesan herî zêde 2-3 hêstir ku hene di dîmen û agahiyên berê de hatine tespîtkirin. Lewma hejmara mirov û hêstiran a komê koma qaçaxçiyan nîşan dide. Di refleksên ku li dijî avêtina topan û dengê ÎHA’yan dihat dayîn de jî, di nirxandinên ji aliyê personelên leşkerî ve dihatin kirin cudabûn hebûn. Beriya derbasî van cudahiyan bibin divê behsa îfadeyên bi nakok yên der barê sedema avêtina topan de, bê kirin. Tumgeneral Îhan Boluk di îfadeyên ku dane de de îdîa dike ku avêtina topan bi armanca ku zelal bikin kom kî ye û ji bo refleksa wan bipîve pêk hatiye û di heman demê de ji bo ku herêmên baregeh û komê hişyar bikin ev avêtina topan pêk anîne. Koordînatorê Piştgiriya Avêtina Tumen Bînbaşi Mehmet Bulent Olçensoy diyar dike ku Tumgeneral Boluk, piştî kom ketiye rê şûnde ji bo ku guleya taxrîbê bavêjin ser komê talîmat daye û got ji ber ku kom li derveyê sînor bûye rayeya avêtina topê Fermandariya Giştî daye. Olçensoy piştî vê daxuyaniya Boluk şûnde ya wekê ‘Çi pêwist be bikin’ bi armanca ku daxwaza avêtina topê ji Fermandariya Giştî re ragîhinin, ji Fermandariya 2’emîn Artêşa ya Fermandariya asta Jor dikin. Olçensoy destnîşan dike ku ji ber ku avêtina topan ji bo derveyê sînor nayê kirin Tumgeneral Boluk talîmat da ku li xeta sînor 5 guleyên ronahiyê û 7 guleyên texrîbatê bê avêtin û got ku ev avêtin jî pêk hatine. Di van îfadeyan de jî tê fêmkirin ku destpêkê bi avêtina topan û guleyên texrîbê xwestine komên îmha bikin.

CUDAHIYÊN DI NAVBERA TEVGERÊN GERÎLA Û QAÇAXÇIYAN DE!

Em bên ser refleksên ku komê nîşan daye; hinek personelên leşkerî yên paye bilind îfadeyên wek li jor dan, gelek leşkeran li dijî avêtina topên gerîlayên sînor derbas dikirin de, fêm kirin ku wê deşîfre bibin, vekişîna xwe di cih de dîtin. Ji ber ku dizanibûn gerîla xwedî tecrûbe û agahiyên leşkerîne li şûna ku di êrîşê de kom bibin, li ereziyê belav bûn. Her wiha hedef ev bû ber bi biçûkbûnê biçin, dema dengê ÎHA’yan bibihîzin wê bê tevger bimînin û nekevin ber dîmenan, şemsiyeyê bikar bînin an jî biçin cihên bi ewle û ji aliyê kamerayên termal yê ÎHA’yê ve girtina germê asteng bikin. Heman leşker îdîa dikin ku roja komkujiyê koma ku hatiye bombebaran kirin berevajî vê tevgeriyane û ji ber vê divê wek qaçaxçîn bihata nirxandin. Di belgeyan de tê fêmkirin ku Fermandariya ÎHA Fîlo ya Êlihê û leşkerên paye bilind ên Fermandariya Tumen a Sînor a 23’emîn Cendermeyan a li Şirnexê ye û li gelek navendên din dîmen li gorî sedemên ku li jor hatine îfadekirin re ev kom wek qaçaxçî hatine nirxandin û ev nirxandin ji yên jor xwe re ragihandine. Yek ji van ya herî girîng bê guman nîqaş û nirxandinê li Fermandariya Tumen a Sînor a 23’emîn Jendermeyane. Roja komkujiyê li navenda tevgera tumen, fermandarê Tumenê Tumgeneral Îlhan Boluk, Midûrê Şaxa Tevgerê Bînbaşi Murat Karataş, wekîlê serokê Kurmayê û Midûrê Şaxa Îstîxbaratê Bînbaşi Halîl Îbrahîm Yildirim, Yarbay Îlhan Meteoglu, Amîrê Vardiyaya Navenda Tevgerê Ahmet Kunt, Fermandarê Tugaya Komando ya Cendermeyana Çakirsogut Tuggeneral Erhan Patir fermandarên paye bilind bûn.

GOTINÊN BALKÊŞ ÊN BÎNBAŞÎ YILDIRIM!

Piştî dîmen hat tespîtkirin, Bînbaşiyê Kurmay Midûrê Şaxa Îstixbaratê Halîl Îbrahîm Yildirim, di nirxandina ku têkildarî roja bûyerê dabû Dozgerê Serfermandariya Giştî ya Leşkerî Yarbayê Dadger Alî Mujdat Eskî de wiha gotiye: “…Dema fermandarê tumenê pirs kir, min got ku herêm bi awayekî zêde cihekî ku qaçaxçî bikar tînın, li cihekî nêzî herêmê nuqteya gumrikê ya PKK’ê heye, îhtîmaleke mezin heye ku sedemên çavkaniya germê ji ber wesayîtan e, ji bo em bigihêjin qenaeteke hê zelal divê em demekê bişopînin, eger hin kes ji bakur bi heywanên barkirî were heremê û cardin vegere bakur, divê em weke ku qaçaxçî ye nêz bibin.” Yildirim tîne ziman ku personelê din jî mîna wî nirxandin kiriye, her wiha ji bo zanibin kes ji bakur tên yan na bi rêya Yarbay Îlhan Meteoglu ji 2. Fîloya Êlihê balafirên bê mirov (ÎHA) xwestine.

BELGE TÊ PÊŞKEŞKIRIN

Piştî vê daxwazê ÎHA’yên rêya bakur kontrol dikin saet nêzî 18.23’an ber bi cihê wesayîtan ve komeke ji 22-23 kesan a sewal jî jî bi wan re tespît dike. ÎHA li ser heman xetê komeke din a ji 17 kesan taspît dike. Li ser vê yekê ji Fermandarê Tumenê Îlhan Bolek re tê gotin ku heman salê di heman dîrok û li heman cihî jî dîmeneke wiha dîtine. Wek qaçaxçî nirxandine, bi helîkopteran leşker danîne vir û qeçaxçî girtine. Her wiha Rapora Rewşa Rojane ya Tevgerê (HAGUNDURAP) a di kompîterê de dide.

'FERMANDARÊ MIN HÛN Ê XELETIYÊ BIKIN, EV DIŞIBIN QAÇAXÇIYAN’

Di belgeyan de gelek gotinên mîna vê hene. Dîsa yek ji gotinên ku em girîng dibînên jî axaftina Bînbaşiyê Kurmay Pîlot ê Hewayî Alî Îhsan Şahîn e ku li 2. Fermandariya Fîlo ya ÎHA wezîfedar e. Şahîn, di îfadeya xwe ji Dozgerê Leşkerî yê Serfermandariya Giştî Albayê Dadger Alî Mujdat Eskî dide wiha dibêje: “Saeta wê nayê bîra min. Min ji 2. Navenda Tevgera Hewayî ya Yekbûyî (2.BHHM) re raagihandin ku em difikirin kom dişibe qaçaxçiyan. Ez bawer im bi hevalê xwe yê dewreyê Bînbaşî Îsmaîl Gokhan Humali re axivîm. Hevdîtin di hewayeke sohbetê de bû. Di dema hevdîtinê de Albay Fîdan Yuksel Fermandarê 14. Bargeha ÎUS ket odeya tevgerê. Hevdîtina me ya telefonê bihîst. Xwe bi min aciz kir û got ku ti bi tiştên ne karê te ye mijûl dibî. Diyar ku berpirsiyarî û rayeya me tine ye. Ji min re got ku, ti nizanî kom terorîst e yan qaçaxçî ye. Ez wer difikirim ku qesta wî ev bû ku destnîşan bike raye û berpirsiyariya me tineye em vê bêjin. Piştî vê hevdîtinê bi nîv saetê Amîrê 2. BHHM Kurmay Albayê Pîlot ê Hewayî Ahmet Kazdal re bi hevdîtineke bi heman rengî kir. Ez wer fikirîm ku piştî gotinên Albay Ahmet Kazdal, di saetên pêş de wê operasyoneke hewayî pêk were û min jêre got, ‘Fermandarê min hûn ê xeletiyê bikin, ev dişibin qaçaxçiyan.’ Albay Kazdal ji min re got ‘tiştek nabe, em dişopînin’. Ji bilî vana min bi rêya telefonê bi persolên ÎMK yên li Gurvîl re hevdîtin pêk anî. Wan jî heman tişt gotin. Şahîn diyar kir ku beriya bombebaranê ew ji navenda operasyonê veqetiyaye û piştre jî ji personelan hîn bûye ku operasyona hewayî dest pê kiriye, balafiran li komekê xistine, her wiha piştî bombebaranê, ji bombebarana normal zêdetir şewat derxistiye. Şahîn diyar kir ku dîmen destpêkê ji aliyê predatorên DYA’yê ve hatine tesbîtkirin, ji meqamên Tirk re ragihandin, piştre berê balafirên bê mirov yên keşfê dan herêmê û piştî kiryarên balafirên bê mirov ên keşfê hate ragihandin ku li herêmê tevgerek heye. Herî dawî ev agahî bi 2.BHHM û Fermandariya 2’emîn a Artêşê re hate hate parvekirin.

EZ LI DIJÎ VÊ YEKÊ DERKETIM Û DELÎL QAÇAXÇÎ NÎŞAN DIDAN

Wezîfedarê Îstasyona Kontrola Cih ya Navenda Kontrolê ya Şirnexê Fermandarê Hewayî yê Duran Îspîr ku balafira bê mirov a keşfê ya ku di komkujiyê de hate bikaranîn, firand ku roja komkujiyê li 2’yemîn Fermandariya 2’emîn Fîloya Balafirên bê Mirov ên Keşfê wezîfe dikir van îfadeyên Şahîn piştrast dikin. Înspîr di îfadeyên ku dane dozgeriyê de dibêje: “Min nobetê ji fermandar Baha Pakkan dewr girt. Pakkan di dema dewrkirina nobetê de ji min re gotibû ev dîmenên qaçaxçiyan in û çûbû. Me jî ji dîmen û têhna wan zanî ku qaçaxçî ne. Ji ber ku bar li dewarên xwe siwar kiribûn û berê xwe dabûn aliyê bakûr. Di rê de her çendî balafirên keşfê nizm firîn û dengê wan hat, di tevgera wan de ti guhertinek çênebû. Ev yek bi tevgerên klaskîk ên gerîlayan ji hev nagirin. Dema terorîst dengê balafirên keşfê dibihîsin radiwestin û tevger nakin û ji bo têhna wan were veşartin xwe vedişêrin. Gava agahî hat ku wê topbarana ji erdê ve pêk bê. Ez jî li dijî wê yekê bûm ku topbarana bi armanca hişyariyê bê kirin jî bûm. Ji ber ku avêtina topan ne bi ewle bû, wê encamên xirab bi xwe re bînin. Min vê ramana xwe bi personelên odeya fîloya 2’emîn re parve kir. Ji ber ku delîl nîşan didan ku ev qaçaxçî ne. Bi qasî ku tê bîra min vê ramana xwe bi Fermandarê Fîloyê Alî Îhsan Şahîn jî re parve kiribû. Wî jî ji min re got ku ew jî wisa difikire û vê ramanê bi 2.BHMM re parve kiriye.”

JI BO NEBE ŞAHIDÊ KOMKUJIYÊ JI NAVENDÊ DERKET!

Îspîr di berdewama axaftina xwe wiha dibêje: “Saet derora 20.30 koma ku ji du koman pêk dihat,hema bêje li ser nuqteya sifir a sînor rawestiya, li wê derê rawestiyan. Heman saetê agahî hate dayin ku wê balafirên şer bên herêmê. Me têkildarî delîlên ku piştrast dikirin qaçaxçî ne, parve kir. Fermandarê Fîloya 2’yemîn Alî Îhsan Şahîn jî weke min difikirî. Lê fermandar Şahîn da zanîn ku ew nikare însiyatîfa xwe bi kar bîne, ji ber wê jî ew naxwaze bi şahidê bûyereke wisa û ji odeya operasyonê derket.”

Belgeyeke din a komkujiyê agahiyên ku tîmên ji bo rê bigirin çûbûn herêmê ve hatine nivîsandin. Fermandarê Qereqola Roboskiyê Vehbî Goçmen di deftera qereqolê de nivîsandiye ku bi fermana Albay Huseyin Onur Guney wê ji cerdevan û leşkeran 2 bi 2 biçin herêmê û pêşî li bûyerên qaçaxçiyan bigirin. Her çendî Goçmen û tîmên pêre beriya komkujiyê çûn keşfê, di belgeyên ku nivîsandine de dibêjin ew ji bo pêşîlêgirtina bûyerên qaçaxçîtiyê çûne herêmê. Goçmen vê rewşê bi awayeke balkêş pênase dike. Goçmen diyar dike ku Albay Guney agahî daye ku komek li aliyê din ê sînor hatiye tesbîtkirin û gotine ku ev kom dibe gerîla an jî qaçaxçî bin. Goçmen di deftera qereqolê de tenê qaçaxçî nivîsandiye û ji bîr kiriye “terorîst” binivîse. Goçmen di îfadeyên xwe yên em ê di paragrafên jêr de parve bikin, de careke din ji bîr dike. Lê Albay Guney diyar dike ku wî ti agahiyeke wiha nedaye Goçmen û bi wî re parve nekiriye.

Weke ji îfadeyên ku me di belgeyên li jor de aşkera kirine aşkera dibe, ji dîmenan baş dihate zanîn ku ev kom qaçaxçî ne û ev yek bi awayekî aşkera tê zanîn.

-Gelo gundiyan leşkeran hişyar kirine ku ev komeke qaçaxçiyan e? Ger bi rastî jî ev komên gerîlayan bûna, wê bi rastî jî bikariban êrîşê baregehên leşkeran bikin? Beriya komkujiyê gundî telefonî yekîneyên leşkeran kirine û ji wan re gotine ku qaçaxçî li wir in û tenê gundî li wê derê cih digirin. Ji bilî gundiyan ti kes tine ne. Ev agahî di encama hemû lêkolînan de, şopandin û hewldanên komîsyonan de aşkera bûye. Gundiyan telefonî fermandarê qereqolê Vehbî Goçmen û Fermadnarê Tûgayê Albay Huseyn Onur Guney kirin ew ji bo qaçaxçiyan hişyar kirine û fermadarên leşkeran vê yekê piştrast kirine. Lê Goçmen û Guney îdîa kirin ku gundiyan piştî komkujiyê an jjî saetên nêzî bidawîbûna bombebaranê telefon kirine û agahî dane. Ubeydullah Encu dibêje ku wan saet di 21.55’an de dengê bombebaranê bihîstine û hema di heman kêliyê de agahî daye fermandar Vehbî Goçmen. Gava em berê xwe bidin vê saetê, bombebaran berdewam dikir û kesên ku di koma dawiyê de dijiyan. Agahiyên ku Goçmen dane bi ti awayî ji hev nagirin. Goçmen her tim îfade û axaftinên xwe diguherîne. Ger em berê xwe bidin nakokiyan, li aliyekê dibêje ew li herêmeke ku telefon lê nedikişand bûn, lewma ti kes nikariye telefonî wî bike, her wiha dibêje gava ew gihiştiye gund ji aliyê gundiyan ve hatiye pêşwazîkirin û gundiyan ji wî re gotine ku dibe ku qaçaxçî di komkujiyê de hatibin bombabarankirin. Heman Goçmen di îfadeyek din a xwe de dibêje ku gundiyan beriya komkujiyê agahiyê bi telefonê dane wî. Goçmen têkildarî pirsa “te çima vê yekê bi fermadaran re parve nekiriye?” dibêje ev yek nehatiye bîra wî.

Cerdevanê di komkuiyê de xizmên xwe winda kirine hewl dide komkujiyê derxe temîzê Eger ti kontrolek nehatiba kirin jî ne zehmet bû ku Goçmen fêr bibe ka kî ji gund çûye qaçaxçîtiyê kî neçûye. Jixwe 2 cerdevanên din jî pêre derketibûn opersyonê. Goçmen di îfadeya xwe ya dabû Mufettişên Mulkiyeyê yên Wezareta Karên Hundir wiha gotibû: “… Di wê navberê de me dengê balafiran bihîst. Min ji yek cerdevanê li gel xwe ji Mesût Encû re got, “Balafir hatin vir. Li derveyî sînor ji zarokên we kes hen? Wî jî ji min re got, ‘Agahiya min jê nîne. Heta eger balafir hatibin vir mutleq li vir terorîst hene.’ Nehat aqlê min ez heman pirsê ji cerdevanê din ê li cem me pirs bikim. Hema piştî wê me dengê teqînekê bihîst.” Baş e. çima Goçmen pirsa ji Mesût Encû kir aqil nekir ku ji cerdevanê din Huseyîn Urek pirs bike? Ji bo mirov fêm bike, pêwîst e em bala xwe bidin ser nuqteyeke girîng a di belgeyan de. Di belgeyan de têkildarî komkujiyan şahidekî veşartî heye. Şahidê veşartî yê bi nasnav Sakarya, mîna Goçmen û personelên din ên leşkerî îfadeyan dide. Dixwaze komkujiyê derxe temîzê bike. Şahidê veşartî yê bi nasnav Sakarya ku dibêje di komkujiyê de du xizmên xwe winda kiriye, cerdevan Mesut Encu ye. Mesût Encu ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Qilabanê bi qasî salekê di çarçoveya qanûna parastina şahidan de tê hiştin. Mesut piştî komkujiyê bi salekê diyar dike ku ji ber îfadeya daye ne di ewlehiyê de ye û dixwazin ji bo qanûna parastina şahidan bê dirêjkirin. Dozgeriya Komarê ya Qilabanê li ser vê ji Dozgeriya Komarê ya Serfermandariya Giştî ku dosyaya komkujiyê jêre hatiye şandin dixwaze dema parastina şahid heta saleke din jî bê dirêjkirin. Lê belê ev daxwaza Mesut Encu yê tevî diyar kiriye ku di komkujiyê de du xizmên xwe winda kiriye û ji bo komkujiyê derxe temîzê derxe îfade daye ji aliyê dozgeriya leşkerî ve nayê qebûlkirin. Daxwaza Encû bi sedema ku îfade daye ji aliyê gelek personelên leşkerî ve hatiye dayîn, di îfadeya wî de tiştekî taybet û veşartî tineye tê redkirin. Weke ji vir jî tê fêmkirin Goçmen ku di îfadeya xwe de Mesût Encû wek şahid nîşan dide ne vala ye.

- Eger kom gerîla bûya îhtîmal hebû ku êrîşî baregehe leşkerî yan jî jîngehekê bike? Rayedarên leşkerî têkildarî koma wek gerîla dinirxînin ji ber zêde ne, eger bikevin nav sînor li hember îhtîmala ku êrîşî baregeheke leşkerî bikin îdîa dikin ku divê bilez mudaxeleyek bê kirin. Ev mijar ji aliyê Mufettîşên Mulkiye yên Wezareta Karên Hundir tê lêkolînkirin û di raporê de bi awayekî berfireh cih dane vê mijarê. Di rapora mijara gotinê de li gor rapora teknîkî ya piştî temaşekirina dîmenên ÎHA’yan; koordînata cihê bombeya yekemîn lê ketiye 38SLG, 23628, 33499, jêr: 1717 metre, koordînata cihê duyemîn bombe lê ketiye 38SLG, 23611,33436, Jêr: 1720 metre, koordînata cihê bombeya 3. lê ketiye 38SLG, 23623, 33533, koordînata cihê bombeya 4. lê ketiye 38SLG, 23316, 32460 hatiye taspîtkirin. Li gor van koordînatan navbera cihê ku bombeya yekemîn û duyemîn 63 metre, navbera cihê bombeya duyemîn û sêyemîn lê ketiye 103 metre, cihê bombeya sêyemîn û çaremîn lê ketiye kîlometreyek heye. Cihê komkujiyê ji aliyê mufetîşan ve bi helîkopterê ji hewayê hatiye lêkolînkirin, hatiye ragihandin ku cihê komkujiyê xware. Cihê bi dar nehatiye dîtin, li nêzî cihê bûyerê baregeheke ser girtî (Beyaztepe /Girê Spî) heye û ev qad bi berfê hatiye girtin, li sînorê aliyê Tirkiyeyê jî geliyên paralelî hevdu hene, hin herêm bi berf in, erazî pir bi kortal e û girên li pey hevdu hene Di rapora ku ji aliyê Mufetîşên Mulkiyeyê yên Wezareta Karên Hundir hatiye amadekirin ev agahî hene: ”Di dîmenên ÎHA de, tê fêmkirin ku koma li nêzî baregeha Beyaztepe rawestiyaye ku 5 kîlometreyan dûrî jîngeh û baregehê ye, komeke ku ev qasî dûr e ne cihekî ku di demeke kurt de êrîşê bike. Cihê hevdîtinê li gor îfadeyan hatiye diyarkirin ku nêzî 5 kîlometreyane. Dîsa di îfadeyan de hatiye ragihandin ku ji vê herêmê bi hêstir mirov di saetek û nîvekê de digihêje herêma sînor. Hatiye tespîtkirin ku di navbera dîmenên ku ÎHA’yan saet 17.20 girtiye û dema bombardûmanê saet 21.39’an de 4 saet û 19 deqe heye. Her wiha di dîmenan de hatiye dîtin ku kom piştî gihiştiye nuqteya sifir 40 deqeyan rawestiyaye. Di nav wê demê de hatiye nirxandin ku mirov dikare di aliyê wefê komê de agahiyan bigire.”

Ev xisûsên ku di belgeyan de tên xuyakirin, li hember îdîayên rayedarên leşkerî wek bersivekê ne û ev îdîa rastin an na ji gumanan dûr îspat dike. - Têkildarî îdîayên ku dihat gotin di nav koma qaçaxçiyan de gerîla hene, 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, cenaze û kelûpel piştî komkjiyê birine Başûr, qaçaxçî di gerîlayan re di nav hevkariyê de ne û dema derbas dibin kuryetiyê dikin gerîla dikevin nav komên qaçaxçî û sînor derbas dikin; Piştî komkujiyê tevî ku derket holê tevayî cenazeyên ji herêmê hatin komkirin aîdî gundiyane, koma hatiye bombekirin sivîlên ku bazirganiya sînor jî dikin Serfermandariya Giştî û rayedarên hikûmetê ev îdîayên ku me destnîşan kirin ku pir dubare kirin, ji bo dozgerên lêpirsînê dikin timî agahiyan pêşkeş dikin, lê bi bi hin agahiyên çavkaniya wan ne diyar hewl didin vê îdîayê îspat bikin ji belgeyan tê fêm kirin. Di yek ji wan agahiyan, piştî komkujiyê bi 2 rojan 30’ê Kanûna 2011’an saet 08.30, ji Midûriyeta MÎT’ê ya Şirnexê kesekî bi navê “Omur Beg” li Midûrê 23. Şaxa İstixbaratê ya Tumen a Sînor a Jendermeyan digere (Têbinî: di îfadeya midûrê şaxa îstixbaratê de navê wî kesî wek Halît derbas dibe) û vê agahiyê dide wî: “Kesê bi navê Faysal Guzel yê ji (gundê Roboskî) ku çavdêriya koma dîmenê wê hatiye girtin dike, piştî bûyerê ber bi cihê komê ve direve mudaxele dike, kelûpelên aîdî terorîstan li pişt Ziyaret (cihekî ku jêre tê gotin Tirba Pîrbabîl a 2 kîlometreyan dikeve rojavayê Beyaztepe) li herêma bi zinar veşartiye. Tevî ev agahî hatiye xwestin jî bi awayekî nivîskî nehatiye dayîn. Di heman mijarê de Midûrê Bajêr ê Muşteşariya MÎT’ê ya Şirnexê Ercan Sayilar (Têbinî: Di hin belgeyan de wek midûrê herêmê yê MÎT’ê tê pênasekirin) 30’ê Kanûna 2011’an saetên piştî nîvro bi rêya telefonê li Fermandarê Jendermeyan ê Bajêr ê Şirnexê digere, jêre dibêje, “Hin agahî hatine ku piştî tevgera hewayî li derdora çeşmeyê ya li herêma Turbeya Pîrbabîl hin kelûpel hatine veşartin” û hatiye pirsîn ka herêm hatiye kontrolkirin an na. Dîsa ji belgeyan tê fêmkirin ku li ser van agahiyan rayedarên leşkerî heman rojê li wê herêmê bi armanca kontrol/lêgerînan operasyonê li dar dixin, lê ti kelûpel an jî tiştekî ku îdîayê piştrast bike peyda nekirine. Îdîaya ku tê gotin gerîla di nav koma qaçaxçî de sînor derbas kiriye yan jî qaçaxçî kuryeyiyê ji gerîlayan re dikin jî tenê xwe dispêre hin kesên ji nav refên gerîla reviyane yan jî îtîrafnameyên hin kesan. Îtîraf çiqasî rastiyan îfade dike bila li cihekî bimînin ev îdîa bi belgeyên leşkerî yên di dosyayan de cih digirin tên pûçkirin. Di nav belgeyan de cerîde û raporên bûyeran ên aîdî Fermandariya Qereqola Gulyazi, 22. Fermandariya Tugay a Sînor a Jendermeyan, 23. Fermandariya Tumen a a Sînor a Jendermeyan, bûyerên qaçaxçîtiyê yên mudaxele kirine, krlûpelên hatine desteserkirin û li gor salan îstatîstîk hene. Tevayî bûyerên li ser xeta sînor di van belgeyan de cih digirin. Di belgeyan de tê destnîşankirin ku salê bi hezaran bûyer rû didin, jenderme mudaxeleyî bi hezaran bûyerên qaçaxçîtiyê dikikn û bi hezaran kesên ku tê îdîakirin qaçaxçîtiyê dikin sewqî edliyeyê tên kirin. Di nav bi hezaran bûyeran de heta niha ti gerîlayekî PKK’ê di nav komên qaçaxçiyan de nehatine girtin. aşkera derdikeve holê ku îdîa ne rast e. Eger gotin di cih de be dewlet îdîaya xwe bi belgeyên xwe yên fermî vala derdixe, lê dîsa jî hewl dide vê îdîaya xwe dewam bikin. Îdîaya ku tê gotin kesên jiyana xwe ji dest dane sempatîzanên PKK’ê ne, xizmên wan di nav refên PKK’ê de cih digirin, û li ser rûpelekî facebook qeydên sîcîla malbatê û kesên jiyana xwe ji dest dane hatine tespîtkirin jî mirov dikare vê bêje: “Em bejin bika ev îdîa rast bin jî” ev rewş ji bo komkujiyê hincetekê dikare bê nîşandan? Ji malbatan ku mirov tevlî gerîla dibin, kesên xizmên wan di nav gerîla de ne ma bi balafiran bombekirina wan meşrû dike? Di rastiyê de jî nas û xizmên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin di nav gerîla de ne yan na an jî sempatîzanên PKK’ê yan na tenê gundiyên Roboskî dikarin bersiv bidin. Lê beriya komkujiyê de ku piraniya Roboskiyan di hilbijartinê dengê xwe dane BDP’ê di belgeyan de tê fêmkirin. Rastiyeke din jî ev e ku li gundê Roboskî û Bujeh hema hema ji her malbatê herî kêm kesek cerdevan e. Ango di operasyonên ku leşker li hember gerîlayan li dar dixe kesên çekê dide wan û bi xwe re derdixe operasyonê. Jixwe roja komkujiyê gelek kesan ji bo cerdevan bûn, li baregehên leşkerî yan jî qereqolan nobeta girtine. Qetilkirina zarokên xwe jî ji qereqol û baregên leşkerî yên ji bo parastina leşkeran nobetê digirin fêr bûne. Dîsa kesekî ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest daye cerdevan e. Ji kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bavê 17 kesan cerdevan in. Dîsa ji kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bavê 8 kesên ji cerdevantiyê teqawît bûne. Tevî vê rayedarên leşkerî yên dixwazin xwe ji komkujiyê derxin temîzê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û malbatên wan wek “terorîst” nîşan didin, ne rewşeke ku cara yekem hatiye dîtin. Ji ber eger cerdevan jî bin di çavên dewletê de Kurd wek “terorîst” e. Baş e di vê mijarê de di rapora ku ji aliyê Mufetîşên Mulkiye yên Wezareta Karên Hundir ve hatiye amadekirin gihiştine kîjan armancan. Em îfadeya di raporê de weke heyî didin xuyakirin; “Ji welatiyên di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane kes endam an jî sempatîzan BTO (Rêxistina Terorê ya Parçeker) in yan na, di qeydên polîs û jendermeyan de hatine lêkolînkirin; di nav kesên jiyana xwe ji dest dane hatiye fêmkrin ku endam an jî sempatîzanên BTO nîn in. Di encama dîmenên ÎHA de di nav koma rastî operasyona hewayî hatiye endamên BTO tine ne, hejmara kesên di jiyana xwe ji dest dane û sax rizgar bûne li gor hejmara di dîmenên ÎHA’yan de hatine dîtinin.”

SIBE: HÊMANA ÎSTIXBARÎ Û HIQÛQÎ YA KOMKUJIYÊ


Bêjeyên Miftehî