1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Do Çend Leşker Hatin Kuştin?
Do Çend Leşker Hatin Kuştin?,do,çend,leşker,hatin,kuştin

Do Çend Leşker Hatin Kuştin?

A+ A-

BEHDÎNAN - HPG’ê der barê çalakiya li navçeya Çelê ya Colemêrgê de daxuyaniyek da û diyar kir ku di encamên çar çalakiyên cûda yên ji aliyê gerîlayan ve li dijî karwanê leşkerî yê artêşa Tirk a ku derdiket operasyonê hat lidarxistin de 3 serdar (bînbaşi), 2 çawişên pispor, 9 leşker, bi giştî 14 leşker û cerdevanek hatin kuştin. Her wiha hat diyarkirin ku helîkoptera bi tîpa Skorsky hat xistin. û 3 wesayîtên zirxî hatin rûxandin.

Gerîlayên HPG’ê di 17’ê tebaxê de li dijî karwanê leşkerî yê artêşa Tirk ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê derdiket operasyonê 4 çalakiyên cûda li dar xist.

3 MAŞÎN BI TEMAMÎ HATINE RÛXANDIN

HPG’ê di daxuyaniya dawî de got; “Di 17’ê Tebaxê de di saet 05.30’an de, di dema derbasbûna karwanê leşkerî de, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de maşîneke bi zirx ji aliyê gerîla yê me hatiye rûxandin. Di heman rojê de di saet 06.00’an de li dijî maşîneke bi zirx a dupişk (akrep) ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke din hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê jî maşîna bi zirx a akrep jî hatiye rûxandin.”

HPG’ê got; “Li dijî maşîneke din a bi zirx a dihate mudaxeleyê, jî di encama çalakiya siyemîn a gerîlayên me de bi temamî hatiye rûxandin. Di encama vê çalakiyê ev maşîn jî ji aliyê gerîla yê me hatiye rûxandin. Piştî lidarxistina her sê çalakiyan de li dijî herêma çalakî lê hatin lidarxistin. Artêşa TC’ê (Komara Tirkiye) operasyonek li dar xist. Her wiha herêm ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombebarankirin.”

HPG’ê der barê çalakiya ku ji aliyê gerîlayan ve li navçeya Çelê hat lidarxistin de ev agahî dan:

HELÎKOPTER HAT XISTIN

“Di saet 08.00’an de li dijî helîkoptereke skorsy a dixwest teqwiyeyê li cihê çalakiyan bi cih bike, di dema bicihkirina leşkeran de, gerîlayan çalakiyek li dijî helîkopterê li dar xistin. Di encama çalakiyê de helîkoptera Skorsky derbe xwar û li nêzî Lîwaya Çelê ket xarê û rûxaye.

3 JÊ BÎNBAŞI 15 LEŞKER

Di encama çalakiyên li dijî daxuyanî û pêkanînên dewleta faşîst a TC’ê hatiye lidarxistin de, 3 jê bînbaşi, 2 jê çawuşên pispor, 9 leşker û yek cerdewanê ewlekariya bînbaşî digirt, ji aliyê gerîlayên me hatiye kuştin. Herweha 3 maşînên bi zirx, helîkoptereke skorsky hatiye rûxandin û 15 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Her wiha di 17’ê tebaxê de, saet di 19.00’an de li navçeya Çelê ya bi ser Colemergê di navbera Pira Şûtê û riya Gemanê li dijî yekîneyeke dijmin a ewlekariya rê digirt ji aliyê gerîlayên me çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hatiye lidarxistin de 3 leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me hatine kuştin, 1 maşîn jî derbe xwariye. Piştî çalakiyê ji aliyê Artêşa TC’ê teknîkeke zêde hatiye bikaranîn û li dijî herêmên Siwara Benê û Beraviş operasyonek hatiye destpêkirin. Operasyona herême hîn jî berdewam dike.”


Bêjeyên Miftehî