1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. DOKH: Em endamên aktîf ên pêvajoya çareseriyê ne
DOKH: Em endamên aktîf ên pêvajoya çareseriyê ne,dokh,em,endamên,aktîf,ên,pêvajoya,çareseriyê,ne

DOKH: Em endamên aktîf ên pêvajoya çareseriyê ne

A+ A-

ARZÛ DEMÎR - STENBOL - ANF Ji Koordînasyona DOKH’ê Hulya Avşar û Denîz Şîmşek gotin: “Em kesên aktîf ên pêvajoya aştiyê ne. Bêyî ku em ji hikûmetê bikevin nava bendewariyê, bi hemû saziyên jinan re em ê tevbigerin û ji rêyên çareseriyê bidin zorê wê hewldanên me hebin.

Heyeta ku ji Wekîlên Serokê Koma HDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken û parlamenterê Stenbolê Sirri Sureya Onder pêk hat, Serokê Giştî yê KCD’ê Hatîp Dîcle û ji DOKH’ê jî Ceylan Bagriyanik tevlî heyetê bûn. Piştî vê rola jinê ya di pêvajoya çareseriyê de carek din hat rojevê.

Hikûmeta AKP’ê heta îro di heyetên ku avakirin de der barê temsîliyeta jinê de ti sererastkirin nekir. Hikûmeta AKP’ê Heyeta Aqilmendan, wek Mêrên Aqilmend anî rojevê û bi taybet jî li ser îtîraza jinan nav guhertiye, lê temsîliyeta jinê baldar negirtibû.

Hikûmetê di demek nêz de Desteya Pêvajoya Çareseriyê ava kir û ti jinekê di wir de peywir negirtibû. Tevlîbûna jinan di desteya şopandinê de wê çawa be hê ne diyar e.

Li gel vê helwesta hikûmetê ya ku jinan ji nedîtîve tê, rêxistinên jinan dibêjin: “Di pêvajoya çareseriyê de em jî hene.”

Jin wê çawa di vê pêvajoyê de cih bigirin? Wê çi bixwazin?

Li ser pirsên rola jinê ya di pêvajoya çareseriyê de ji DOKH’ê Hulya Avşar û Denîz Şîmşek pirsên me bersivandin.

Rola jinê ya di pêvajoya çareseriyê de çi ye?Jin tevlîbûnê pêk neyne wê çi bibe?

Hulya Avşar: Di çareseriya hemû pirsgirêkên civakê de zekaya analîtîk ya jinê û hêza zekaya wê ya hestyarî li dijî pirsgirêkan zêdetir çêkere. Jin xwedî çavderiyeke ku çareseriyek şênber hildiberîne ye. Di pêvajoya çareseriyê de jin tunebe çareserî teqez nabe. Divê di pêvajoya çareseriyê de jin hebe ku, encamên ku bandorê li ser hemû civakê dike bên bidestxistin. Di pêvajoya çareseriyê em çavderiya jinê nîşan nedin dê pêvajo li ser yek lingî bimeşe. Wê nêrîna yek zayendî bimeşe. Ev di esasê de encamên karaseta civakî ya ku heta niha me jiyaye. Heta niha bi destê min ev hatiye meşnadin. Lê ji îro şûnde wê jin teqez aktîftir cih bigirin.

Hûn di şer û aştiyê de heqîqeta jinê çawa didin nasîn?

Hulya Avşar:Herî zêde jin û zarok di bin bandora şer de dimînin. Yên birçî dimînin, rastî tecawiz, komkujiyê tên jinin.Aştî di heman demê de tê wateya avakirina peyaman civakî ya bi jiyana civakî re ye.Di encamkirina şeran de hewldana çareseriya pirsgirêkan a wek hev ya jin û mêrane.

Denîz Şîmşek: Aştî, wekhevî, azadî û demokratî. Ji bo demokratîk bûn û civak bibe demokrastî teqez divê jin hebe. Yên ku van pirsgisrêkan ava dikin ji xwe zîhniyeta serdest ya mêre. Divê destpêkê ev zîhniyet bê guhertin. Divê jin li vir gotina xwe daxwaza xwe bîne ziman. Bi hezaran Gund hatin vala kirin bi hezara mirovî koç kir. Di serî de jî jin mexdur bûn. Tecawîz hatin jiyîn. Jinên hatin bajaran mahkumê xizaniyê bûn. Ji ber vê jî jin û zarok her tim mexdurê şer bûn. Ji ber vê sedemê gelek gotinên jinan yên ku bên gotin hene.

Li gorî we çareserî çi ye?

Denîz Şîmşek:Demokratîkbûna civakê ye. Ji xwe em di pêşnûmeya ku Birêz Ocalan aşkera kiriye de jî dibînin. Azadbûna jinê ji bo demrastiya rastîn bê gelek girînge. Ji ber vê temsîliyeta jinê şerte.

Pêvajoya çareseriyê ev du sale didome.Heyeta Îmraliyê ya HDP’ê û heyeta Aqilmendan heye. Dema em li tabloyê binêrin, tevlibûna jinê mijara gotinê ye?

Hulya Avşar: Ji manîfestoya Birêz Abdullah Ocalan ya di 21’ê Adara 2013’an de diyar dike de tê dîtin ku israr û biryar amezin ya tevgera azadiya Kurd û Birêz Ocalan heye. Lê mixabin hikûmet her tim di nava hewldanên mijûlkirinê de ye. Bi fikara ku xwe di desthilatdariyê de bihêle heta îro xwe bi vî awayî anî.

Di vê pêvajoyê de jin çawa tevlî bûn?

Hulya Avşar:Wek rêxistinên civaka sivîl jinan jî têkoşîna xwe meşand. Lê hikûmetê di vê mijarê de xesasiyet nîşan nedan. Wek tê zanîn hikûmetê Heyeta Aqilmendan wek Heyeta Mêrên Aqilmend nîşan dabû. Li ser îtîrazan ev guhert. Pir kêm temsîliyeta jinê çêbû. Herî kêm divê ji sedî 40 temsîliyet ajinê pêk bihata.

Tevlibûna jinan a pêvajoya muzakereyê wê çawa be?

Hulya Avşar: Di vê pêvajoyê de gelek rêxistinên jinan ji bo aştiyê xebat meşand. Mînak Hewldana Jinan a bo Aştiyê hat avkairin. Ji çalakiyan heta perwerdeyan jin bûn parçeyekê pêvajoyê. Pêvajo meşandin. Di vê mijarê de hestiyarek diyar zerket holê. Hemû jinên Tirkiyeyê di aliyekî de wek hev tevgerand. Em neçarin ku hewce bi hikûmetê nebînin û rêxistibûna xwe pêk bînin. Em endamên aktîf yên pêvajoya çareseriyêne. Beyî ku em ji hikûmetê bikevin nava bendewariyê, divê saziyên jinan bi hev re tevbigerin.

Jin wê bi awayekî fermî çawa tevlî pêvajoya muzakereyê bibin? Ji bo vê pêşnîyara we ya mekanîzmayê heye?

Denîz Şîmşek: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe. Dirûşme ya DOKH’ê eve. Temsîliyeta jinê tenê ne li ser mexduriyeta şer, divê bi giştî li ser pirsgirêkên ku serdestiya mêr afirandiye bên nasandin. Di salên dawî de tevgera jinên Kurd bi pêngavên mezin diçe. Gelek tecrube jî hatin qezenckirin. Wek Birêz Ocalan jî diyar kiriye, qanûnîbûna her tiştî. Her tiştî der barê jinê de di qanûnan de cih girtin. Dema em li pişt xwe dinêrin gelek tecrube hatine qezenckirin. Gelek sazî hene. Daxwazên hemûyan hene. Divê ev di alî hiqûqî de jî bê meşandin. Divê li vir hem saziyên jinan û hem jî hemû jinên ku ked û têkoşînê didin bibin yek û mekanîzmayekê bidin avakirin.

Mînak Ceylan Bagriyanik tevlî heyeta Îmraliyê bû, em dikarin bêjin jin jî di pêvajoya muzakereyêd e hene?

Denîz Şîmşek: Hevala Ceylan Bagriyanik, hevalek me ya ji DOKH’ê ye. Lê temsiliyeta hevala me ya Ceylan dê temsîliyeta hemû jinan be. Mînak qetilkirina 5 jinan qirkirine. Der barê vê de tiştên bên kirin hene. Hevala me ya Ceylan jî li ser şîdeta serdestiya mêr û civakî dê gotinên xwe bîne ziman.

Di vê pêvajoyê de rolek mezin dikeve ser rêxistinên jinan. Wek we jî got şer jinan mexdûr dike. Ji ber vê jî aştî wê ji bo fêdeya wan be. Ev wê çawa pêk bê?

Hulya Avşar: Di alî hiqûqî de guherînên ku bên kirin hene. Di vê mijarê de dê israra me hebe. Hinek guherînên qanûnî, ewlehî dê neçarin hebin. Divê di cînayetên jinan de cezayên cidî pêk bên. Divê ev bikeve çarçoveya sûcê mezin. Di qada cemawerî de jî temsîliyeta jinê kême. Di vê mijarê de jî ji bo Tirkiyeyê çareseriyek demokratîk tê pêşniyarkirin, emê peymaneke civakî pêk bînin.

Wek rêxistinên jinan daxwazeke we ya wekê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê heye yan na?

Hulya Avşar: Belê. Di Konferansa jinan ya dawî a li Enqereyê pêk hat de me li ser vê mijarê nîqaş meşand. Me komîsyonek ava kir û me pêşniyar kir ku hem bi Birêz Ocalan û hem jî bi rêveberên KCK’ê re hevdîtin pêk bê.