1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. DOKH'ê bang li jinan kir
DOKH'ê bang li jinan kir,dokh,ê,bang,li,jinan,kir

DOKH'ê bang li jinan kir

DOKH'ê bang li jinan kir: Tevlî çalakiya 13-14'ê gulanê bibin

A+ A-

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), Meclisa Jinan a BDP'ê dê di navbera 13-14'ê gulanê de li Enqere û Amedê “Nobeta Azadiyê” pêk bînin. Endamên DOKH'ê bang li hemû jinan kir û xwest tevli Nobeta Azadiyê bibin û dengê xwe bilind bikin. DOKH'ê di bangê de wiha got: “Tu hêz nikare rê li pêşiya fikra ku dema wê hatibe bibe asteng. Em bang li jinên kurd dikin û dibêjin tecrîda li ser Birêz Ocalan tê meşandin li hemberî azadiyê pêk tê û komkujiya li hemberî jinê ye jî.”

Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH), Meclisa Jinan a BDP'ê dê di navbera 13-14'ê gulanê de li Enqere û Amedê “Nobeta Azadiyê, ji komkujiylê re bes e” pêk bînin. Jinan der çalakiyê de daxuyaniya nivîskî da û xwest hemû jin tevli çalakiya wan a “Nobeta Azadiyê” bibin. Jinan di daxuyaniyê de bal kişand ser geşedanên siyasî û pirsgirêka kurd û wiha got: “Em di pêvajoya ku Kurdistan û Rojhilata navîn di nava dîrokê de ji nûve bi teşe dibe re derbas dibin. Jinên hêzên civaka demokratik, kedkar, bawarî, beşên mafê wan tê binpêkirin, civaknas, li dijî zilma netew dewletê di serhildanê dene. Ji nûve civaka demokratîk ava dikin.

Jinan di daxuyaniyê de anî ziman ku fikra dem û cihê wê hatibe tu hêz nikare li pêş wê bibe asteng û wiha berdewam kir: “Dîrokê deriyê xwe ji azadî û aştiyê re vekiriye. Hişmendiya yek ziman, yek dewlet, yek al, yek bawerî dê têk biçe. Di vê pêvajoya ku kurd tên înkarkirin, rê li pêş azadiya kurd tê girtin, tecrîd giran dibe, operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin de divê em rê li pêş statukoya AKP'ê bigirin û hêzên navneteweyî tevli tifaqa kurdan bikin.”

Tecrîd komkujiyê Jinan di daxuyaniyê de anî ziman ku jina kurd tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dimeşîne qebûl nake û tecrîda li ser Ocalan wekî komkujiya li ser jinê dibîne û li dijî vê yekê têdikoşe. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hikûmeta AKP'ê bi gotina 'Bi terorê re têkoşîna bi aliyê siyasî re muzakere' jinên kurd û gelê kurd wekî bê aqil dibîne. Berî her tiştî ji bo pirsgirêka kurd bê çareserkirin divê şertên Birêz Ocalan ên azad, ewlehî û tendurîstî pêk bên. Heta ev şert pêk neyên tiştên bên kirin samîmî nîn in. Çareseriya pirsgirêka kurd bi vîna gelê kurd Birêz Abdullah Ocalan re muzakere ye.”

Ji jinên kurd re bang Di daxuyaniyê de çalakiyên “Nobedariya azadiyê” yên dê di 13-14'ê gulanê de li Amed û Enqere di çarçoveya kampanyaya DOKH'ê ya “Ji Ocalan re azadî ji qirkirina siyasî re na” de pêk bê hate silavkirin û wiha hate gotin: “Em bang li hemu tevkarên DOKH'ê dikin xwedî vê çalakiyê derbikevin û xebatên wê bimeşînin dikin. Çalakiya nobedariya azadiyê çalakiya meşa azadiyê ye. Bi têkoşîna heta niha hate dayîn dîroka jinên kurd nû hate nivîsîndin. Em têkoşîna azadiya xwe didin. Em bang li hemû jinên kurd dikin tevli çalakiyê dikin.”

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî