1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Dora Gazî Suryaniyan Kir
Dora Gazî Suryaniyan Kir,dora,gazî,suryaniyan,kir

Dora Gazî Suryaniyan Kir

A+ A-

AMED - Parêzer Erol Dora ku bi eslê xwe Suryanî ye, di hilbijartinê de bi awayek xurt bi ser keft. Bi vî awayî bû yekemîn Suriyaniyê ku çûyî Meclîsa Tirkiyeyê û navê wî ket dîrokê. Dora ji ANF’ê re axivî û got; “Hilbijartina min ji bo biratiya gelan pêngavek li ber çavan bû.” Dora bang li Suriyaniyên ku koçî welatên rojava bûne jî kir û got; "Ez hêvîdar im ku hemû welatiyên me yên penaber bûne, vegerin welatê xwe û em hemû bi hev re li welatê xwe ji bo xurtkirina demokrasiya welatê xwe bixebitin."

Erol Dora parêzerek e ku bi eslê xwe ji yek ji gelên kevnar ê Mezopotamyayê Suryanî ye. Di sala 1964 e ji dayîk bûye. Dora hê zarok bû bi malbata xwe re ji gundê Suryanî û Kurdan Hesena yê Silopiya Şirnexê koçberê Stenbolê bûn.

Derfetên perwerdeyê yên li gundê Dora nebûn, li Stenbolê hebûn. Dibistanên seretayî, navîn û amadeyî li Stenbolê xwend. Her wiha Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê qedand û bû parêzer.

Dora diyar dike ku ew bi baldarî nûçeyên derbarê wî de ku dibêjin di dîroka komarê de yekem Sûryanî diçe Meclîsê, dişopîne û wiha dibêje; “Ez yek ji wan mirovên ku lomeya ‘çima heta niha Sûryanî neçûne Meclîsê, çima Suryanî nehatine dîtin’ dikim e. Gotinên ku dibêjin hemû welatiyên Tirkiyeyê wekhev in, tenê li ser zimana dimîne. Ez di wê baweriyê de me ku divê ev gotin bikevin meriyetê."

Dora diyar dike ku heta niha tu Suryanî neketine Meclîs û heta tu Suryanî weke namzed nehatine nîşandan jî û wiha didomîne "Partiya Aşitî û Demokrasiyê (BDP) pêşiyarek wiha ji me re anîn û em jî ji aliyê gelê me ve hatin hilbijartin. Ev yek pir girîng e. Ji bo hemû welatiyên Tirkiyeyê bikaribin xwe azad û wekhev bibînin, ev yek pir girîng e."

Dora diyar dike ku aliyê herî baş ê hilbijartina wî ew e ku ev yek ji bo dilşkestinên dîrokî yên di navbera Asurî-Suryaniyan û Kurdan de ji holê radike û bibe bersiveke dîrokî.

Dora diyar dike ku divê ji mêj ve nunertiya gelên Asurî-Suryanî û gelên din, her wiha yên ne Misilman di Meclîsê de hebûya. Dora got; "Ji bo hemû cihêrengiyên li Tirkiyeyê bikaribin xwe rave bikin, divê ji bo wana şans were dayîn. Ji kîjan partiyê bikevin meclîsê, divê bikaribin nunertiya xwe bikin û xwe rave bikin. BDP’ê pêşniyarek wiha kir û pêngavek avêtiye. Em vê yekê weke pêngaveke dîrokî dibînin. Hêvîdar in ku partiyên din jî vê yekê ji xwe re bikin mînak. Divê tu welatî ji ber ol, bawer, nijad an jî neteweya xwe neyên qewitandin.”

Dora diyar dike ku wê hemû hewldanên wan ji bo biratiya gelên li Tirkiyeyê dijîn bin û wiha berdewam kir; "Em demokrasiyek rast dixwazin. Bila hemû welatî, bi rengîniya xwe ve, bi nasmaneya xwe ya etnîkî ve bi azadî bijî. Ev yek îddaya me ye û em ê ji bo vê yekê têbikoşin.”

Dora derbarê makezagona nû de jî destnîşan dike divê di makezagona nû de tu etnîk neyên destnîşankirin û hemû welatî bikevin nava makezagonê, ev makezagon bila bikaribe hemû welatiyan bigire nava xwe. Dora dibêje ku wê makezagona nû lez bide bûyîna endamek bi rûmet ê Yekitiya Ewrûpayê.

BI DENGÊN KURD, SURYANÎ, ÊZIDÎ Û EREBAN HATIM HILBIJARTIN

Dora balê dikişîne ku divê gelên Mezopotamya yên çûne Ewrûpa û Emerîkayê vebigerin herêmê û got "Ev pêngava min weke nîşanek a biratiya gelan e. Bihizirin, ez bi dengên Kurd, Erebe, Mihelmî, Suryanî û Êzidiyên Mêrdînê hatim hilbijartin. Yanî ev pêngavek girîng bû û ji bo biratiya gelan hat avêtin. Aliyê herî baş ê hilbijartina min ew e ku ev yek ji bo dilşkestinên dîrokî yên di navbera Asurî-Suryaniyan û Kurdan de ji holê radike û dibe bersiveke dîrokî. Her wiha ev ji bo kesên koçber bûne jî tê wateya bangawaziyek wiha ‘Werin em êdî hemû bi hev re mîna birayan dijîn.”.

Dora diyar dike ku ji ber ku ew di dîroka komarê de weke yekemîn parlementerê Suryanî hatiye hilbijartin hezkirin û rêzdariya xwe pêşkêşê hemû gelan kir û got ku wê ve pêngava hat avêtin ji bo demokrasiyek rast a Tirkiyeyê pêngavek pir girîng be.


Bêjeyên Miftehî