1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. Dosyaya Roboskiyê (4)
Dosyaya Roboskiyê (4),dosyaya,roboskiyê,4

Dosyaya Roboskiyê (4)

Warê ku dem lê rawestiya û jan lê didome: Roboskî DOSYA (4)

A+ A-

ABDURRAHMAN GOK Bi ser qetilkirina 34 welatiyên sivîl ên piranîya wan zarok di 28'ê kanuna 2011'an de li Roboskiyê ji aliyê balafirên şer ên TSK'ê ve hatin kuştin salek derbas bû. Ligel têkildarî komkujiya Roboskiyê de di nava 365 rojan de bi hezaran daxuyanî û rapor hatin weşandin, ji bo ku komkujî ji aliyê kê ve pêk hat û kiryar bên darizandin tu pêşketin pêk nehatin. Li welatên demokratîk komkujiyên wisa dibe sedema ketina hikûmetan lê li Tirkiyeyê, di serî de Serokwezîr Erdogan û rayedarên hikûmetê daxuyaniyên welatiyên Roboskiyê û hemû derdorên din ên bihestiyar birîn bikin daxuyanî dan û daxuyaniyên wan berdewam dikin. Li ser vê rastiyê li Roboskiya, "Di 28'ê Kanuna 2011'an de dem sekînî û her roj êş û elem kûr dibin" salek derbas dibe û di nava salê de daxuyaniyên Serokwezîr Erdogan, rayedarên AKP'ê, Komîsyona Jêrîn a Qilebanê, MHP,CHP, BDP, rêxistinên sivîl ên civakî, hewildanên Roboskiyan û tiştên jiyîn weke dosayekê em pêşkêş dikin.

Di hefteya ewil a Adarê de Wezîrê Karên Hundir Rapor amade kir. Rapor di komîsyona jêr de hate dîtin. Rapor ku ji 200 rûpelan pêk dihat bi mohra "Dizî" nedan parlamenteran. Di raporê de komkujî pekî "operasyonê" hate nirxandin.

07 Adar: Serokwezîr Erdogan di civîna serokên bajaran de axivî û diyar kir ku ew dê sibê li Mêrdînê tevlî bernameya 8'ê Adarê bibe. Erdogan, anî ziman ku hevsera wî Emîne Erdogan çû Qilebanê û wiha axivî: "Welatiyên zarok û hevserên xwe winda kirin ziyaret kir û guhdariya pirsgirêkên wan kir." Erdogan ji bo kiryaran derxe holê tu tişt negotin. Erdogan, da zanîn ku ramana AKP'ê ya di pirsgirêka kurd û "terorê" de diyar e. Erdogan, bilêv kir ku di sala 2010'an de pêvajoya bi n avê "Projeya Biratî û Yektîtiya Netewyî" dan destpêkirin û wiha got: "Em ji bo vê yekê peywir jî gel girt. Niyeta me nîne ku em piştgiriya dan me heba bikin. Lê pirsgirêka kurd û an jî "pirsgirka terorê" gel pirsgirêkekî mezin e. Me mesafeyekî gelek cidî girt. Pirsgirê tenê bi rêxistina bi çekê têkoşînê dike re têkoşîn nîn e. Aliyên vê yên siyasî, dîplomatîk, ekonomîk, ewlehî û civakî hene. Aliyê wê yê îstîsmara navnetewyî û siyasî jî heye."

08 Adar: Komîsyona Jêr a Qileban ya di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê de ji bo komkujiya Roboskiyê lêkolîn bike hate avakirin rapora mufetîşên Wezareta Karên Hundir amade kir nirxandin. Rapora ji 200 rupelan pêktê ya bi daxa "veşariye" nedan wekîlan û tenê ji bo lêkolînê hate xwendin. Di raporê de tişta balkêş ew bû ku tiştên hatin jiyîn wekî operasyon hatin binavkirin bû. Di rapora Wezaretê de hate destnîşankirin ku operasyonê, operasyoneke dersînor bû û ev yekê ji aliyê Fermandariya bi rayeya ji hikûmetê girt ve pêk hat. Di raporê de hate diyarkirin ku daxwaza balafirên bê mirov û daxwaza operasyonê ji aliyê 23'yemîn Fermandariya Tumena SÎnor a Cendermeyan nehat, ev daxwaz ji ku hat divê ji fermandariyên bi eleqdar bê hînkirin. Di raporê de hate bilêvkirin ku berî fermana bomebaranê bidin nêrîna fermandariyên herêmê nehate girtin û ji ber vê yekê berpirsiyarî ya fermandarên herêmê nîn e û wiha hate gotin: "Tê fikirîn ku dibe fermandariyên ên jor bi rêz berpirsiyar bin" Di raporê de hate destnîşankirin ku piştî bomebarana dawî gundî çûn cihê bûyerê û lê ji bo mudaxeleya lezgîn tu ferman nehate dayîn.

9 Adar: Zanîngeha 7 Aralikê ya Kîlîsê der heqê 14 xwendekarên tevî çalakiya şermezarkirina komkujiya Roboskiyê bûn lêpirsîn vekir û di çarçoveya lêpirsînê de rêveberiya zanîngehê ji xwendekaran re 4 pirsên weke "Daxuyaniya hate dayîn rêxistiniyê dide hîskirin hun çi difirkirin?" pirsîn. Xwendekaran jî bersiva 4 pirsan weke "Xwendekarên li dijî vê yekê bêdeng nemayîn çima we nerehet dike?" dan.

* Jinên endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê yên ji Stenbol, Amed, Îzmîr, Êlih, Sêrt û navçeya Geverê ya Colemêrgê hatin, gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê ziyaret kirin. Jinên di saetên êvrê de gihiştin Roboskiyê ji gundê Bêçihê li ber goristana 34 welatî lê hatin definkirin ji aliyê gundiyan ve hatin pêşwazîkirin. Piştî pêşwazîkirinê dayîkan gora 34 welatiyan ziyaret kirin û gul danîn ser goran.

10 Adar: Xwendekarê zanîngeha Çukurovayê Ferhat Encu, piştî li Gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê balafirên şer ên tirk di 28'ê kanûnê de li dijî welatiyan komkujî pêk anî û di komkujiyê de 34 welatiyên sivîl jiyana xweji dest dan, hate ji zanîngeha Çukurovayê hate gund. Encu, piştî hate guhd dît ku birayê wî Serhat Encu jî di komkujiyê dejiyana xwe ji dest daye. Encu, ku piştî demekê li gund ma dema vegeriya Zanîngeha Çukurovayê hate binçavkirin û serbest hate berdan. Ferhat Encu, piştî ku vegeriya Zanîngehê cara duyemîn li Zanîngeha Çukurovayê hate binçavkirin.

21 Adar: Heyetên ku ji Danimarka û Îtalyayê hatin, ji bo geşedan û agahiyên li Roboskiyê bişopînin di serî de çûn Şaredariya Qilebanê ya Şirnexê ziyaret kirin û pişt re çûn Gundê Roboskiyê ziyaret kirin. Heyetê Şaredariya Qilebanê ziyaret kir û bi rayedaran re hevdîtin pêk anîn. Heyetê ji wekîlê Şaredarê Qilebanê Fehmi Yaman agahî girtin û pişt re derbasî Gundê Roboskiyê bûn. Koma Mediazione ya Îtalî ku di navde endamên Komîsyona Mafên Mirovan a Navneteweyî jî hene, der barê binpêkirinên mafan û komkujiyê de agahî girtin.

26 Adar: Platforma ji bo Roboskiyê Edalet, ji bo balê bikişîne ser komkujiya li Roboskiyê ku 34 welatiyên kurd ji aliyê balafirên şer ên tirk ve hatin qetilkirin li Îzmîr, Enqere, Edene, Amed, Sêrt, Wan, Colemêrg û Mêrsînê bi girseyî daxuyanî dan çapemeniyê. Endamên Platformê diyar kirin ku di ser komkujiya li Roboskiyê re 90 roj derbas bûn, lê hes komkujî rehatiye ronîkirin û hesap nehaiye birsîn.

31 Adar: Mitînga komeleyên elewiyan bi armanca şermezarkirina demboriya doza komkujiya Sêwasê ya bi navê "Ji bo edaletê" bi deh hezaran kes bi sloganên "Hesaba Sêwasê dê bê pirsîn" û "AKP dê hesabê bide gel" biryarê şermezar dikin.

10 Adar: Tevî ku 104 roj ji ser komkujiya Roboskiyê derbas bû hê jî kujerên 34 kesên hatin qetilkirin nehatin dîtin û darizandin. Malbatên 34 kesên ji aliyê balefirên şer ên artêşa tirk ve hatin qetilkirin bi slogana; "Ji bo Roboskiyê Edalet" hatin Enqerê. Malbatên ku bi partiyên komên wan di meclîsê de hene re dê hevdîtinan pêk bînin daxwaza xwe ya bila kujerên komkujiyê bên dîtin dê dîsa dûbare bikin.

14'ê Nîsan: Derket holê ku Helbestvan Abdurahman Adiyanê ku ji bo pirtûka xwe ya helbestan bi 4 gundiyan re li gundê Roboskiya Qilabanê cihê 34 kes lê hatine qetilkirin ziyaret kir di dema vegerê de ji aliyê leşkeran ve hatine binçavkirin. Tevî ku agahiya keyayê gund ji ziyaretê haydar bûn, qereqolê bi hinceta ku bêy destûr sînor derbas kirine ji bo 5 kesan 10 hezar TL cezayê pere hat birîn.

17 Nîsan: Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selehattîn Demîrtaş, di koma BDP'ê ya Meclîsê de axivî û li ser komkujiya li Roboskî, şertên girtîgehan, rewşa kurdên Sûriyeyê, makeqanûna nû, doza KCK'ê rawestiya. Demîrtaş, anî ziman ku tu armanca hikûmeta AKP'ê ya çareseriyê tune û wiha got: "Li gel ku 111 roj derbas bûn jî hêj hikûmeta AKP'ê komkujiya li Roboskiyê ronî nekiriye.

17 Nîsan: Xizmê Selam Encuyê ku di komkujiya Roboskiyê de jiyaana xwe jidest dayî Cabbar Yilmaz bi hinceta ku wî jî êrîşî Qeymeqamê Qilabanê Naîf Yilmaz kiriye hat girtin.

28 Nîsan Li Stenbolê ji bo 34 kesên di komkujiya li Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan, ji ber ku 120 roj derbas bûn, lê hêj hesap nehatiye pirsîn û berpirsiyar nehatine darizandin li Qada Galatasarayê 34 find hatin pêxistin.

* Ji aliyê Koloktîfa Sînemaya Botan belgefîlma Komkujiya Roboskiyê ku 34 welatî ji aliyê balafirên şer ên Artêşa Tirk ve hatibû qetilkirin, hate kişandin

10 Gulan: Der heqê 45 endamên HDK'ê û endamên BDP'ê yên ji bo 34 welatiyên li Roboskiyê hatin qetilkirin mewlîd dan û têkildarî "Tazmînata kidemê" daxuyanî dan doz hate vekirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Darica Hîkmet Koçak, diyar kir ku doz nîşaneya dewlet her tim li cem zalîman e û kesên mazlum ditepisîn e.

16 Gulan: Rojnameya Wall Street Journal, daxuyand ku îstîxbarata komkujiya Roboskiyê ya 34 welatiyan jiyana xwe ji dest da ji aliyê DYE'yê ve hate dayîn û operasyon pêk hat.

* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 171'an de dîsa li Parka Koşuyolu ya Amedê kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku dê ji niha û şûnde di hemû çalakiyên xwe yên heftane de komkujiya Roboskiyê bibîr bixin.

*25 Gulan: Derbarê Serokê İHD'a Amedê Racî Bîlîcî û 2 endamên Egîtîm Sen a Amedê de ji ber ku beşdarî çalakiya ku ji bo şermezarkirina Komkujiya Roboskiyê bûne doz hate vekirin. Ji aliyê din jî di lêpirsîna ku derbarî Komkujiya Roboskiyê de hatiye vekirin tu pêşveçûn tune ye û kiryarên komkujiyê nehatiye zelal kirin.

26 Gulan: Serşêwirmendê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û Parlementerê AKP'ê yê Enqereyê Yalçin Akdogan, anî ziman ku li ser TSK’ê piştî Hantepe û Gediktepeyê zextên mezin çêbûne û pêkan e ku di bûyera Roboskiyê de di bin vê bandor û derûniyêde biryara şaş hatibe dayîn. Akdogan, da zanin ku hikûmet leşkeriyê naparêze tenê li dijî lînçkirina leşkeriyê ye.

Endamên ji bo makezagona nû hewldana aştiyê tevî 150 roj ji ser komkujiya Roboskiyê derbas bûye jî aşkeranekirina kujeran şermezar kirin. Endamên hewldanê li ser navê 34 kesan 34 name amade kirin û 34 deqîqeyan çalakiya bêdeng lidar xistin.

31'ê Gulanê: Serdozgeriya Bi Rayeya Taybet a Amedê, dosyaya der barê lêpirsîn û lekolîna komkujiya Roboskiyê de amade kiribû ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê re şand.

08'ê Hezîranê: Malbatên 34 welatiyên sivîl ên di bombebarana balafirên şer ên F 16 yên tirk de li Roboskiyê hatin qetilkirin li Edliyeya Amedê ser barê kujeran de serlêdana sûç kirin. Heyeta ku ji parêzer û malbatan pêk dihat bi Wekîlê Serdozgerê Komarê yê Amedê Ahmet Karacan re hevdîtin pêk anîn.

27 Hezîran: KCD û gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî yên ku ji bo tevlî çalakiya bi slogana "Em Roboskî ji bîrnekir, em ji bîrnakin û nadin jibîrkirin" a bi navê "Ji Roboskiyê re Edalet" bibin derketin rê bi hinceta biryara Walîtiyê heye destûr nedan biçin.

02'ê Tîrmehê: Malbatên 34 welatiyên li gundê Roboskiya Qilabanê hatin qetilkirin der heqê Serfermandarê Giştî yê Artêş Necdet Ozel de gilî kirin.

08 Tîrmeh: 18 Xwendkarên Zanîngeha 7 Aralikê ya Kîlîsê ji ber ku komkujiya Roboskiyê şermezar kirin mehekê rastî cezayê dûrxistina dibistanê hatin.

11 Tirmeh: Di 44'emîn Mihrîcana Çand û Fuarê ya Tetwanê ya ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve hate organîzekirin di roja 11'emîn de lîstika şanoyê ya bi navê "Helepçe û Roboskî" hate pêşandan.

28 Tirmeh: Li ser navê malbatên Roboskiyê yên Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu ziyaretkirin Reşîd And axivî û diyar kir ku Roboskî xwe tenê hîs dikin û xwe weke hemwelatiyê Tirkiyeyê nabînin. Ferhat Encu jjî wiha got: "Piştî komkujiyê me daxwaza du tiştan kir. Edalet û aştî. Hemû kes vê tînîn ziman. Ji bo ku komkujiyên din pêk neyên me kedê didin. Ji ber vê kedê em rastî bertekên leşkeran tên. Ewlehiya canê me tuneye."

7'ê Tebaxê: Malbata Polat ya ku bi hinceta tevlî daxuyaniya çapemeniyê a ku ji bo şermezarkirina Komkujiya Roboskiyê hate lidarxistin bûn piştî 7 mehan serbest hatin berdan. Endamên malbata Polat, ji ber ku ev 7 mehin berpirsiyarên Komkujiya Roboskiyê dernektin holê bertek nîşan dan.

* Şaredariya Norşînê dest bi xebata qada Parka Roboskî ya di çarçoveya xabetên sala 2012 de dimeşîne kir.

18'ê Tebaxê- Ferhat Encuyê ku birayê wî di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabû cara 5'emîn e hate binçavkirin.

19 Tebax: Konê Nobetê yê ji bo 34 welatiyên sivîl ên bi balafirên şer ên tirk li Roboskiyê hatin qetilkirin hate vekirin, ji aliyê welatî û BDP'îyan ve kom bi kom tê ziyaretkirin. Di serdana kon de Parlementerê BDP'ê Hasip Kaplan, diyar kir ku dê têkoşîna gelê Roboskiyê di nava dîrokê de şopê bihêle.

30'ê Tebaxê: Ji bo mitînga 1’ê Îlonê Roja Aşîtiyê ya Cîhanê ya herema Serhedê ku dê li Wanê pêk bê Rêxistina BDP’ê ya Wanê civîna çapemeniyê li dar xist û hemû gelê herema Serhedê û Wanê dewetî mitîngê hate kirin.

21'ê Îlonê: Şaxa MAZLUMDER'a Amedê dê li Kolana Hunerê standa "Ji bo Roboskiyê edalet" ji îmzeyan re vekir. MAZLUMDER'ê di çalakiyê de pankartên "Em ji bo 34 welatiyês sivîl ên di 28'ê Kanuna 2011'an a li Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan Edaletê dixwazin" û "Ji rikê sînoran re ji bo Roboskîyê dad" vekirin.

10'ê Mijdarê: Fîkret Encu yê ku serê sibê di serdagirtina malê de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê hate binçavkirin ji Şirnexê sewqî Amedê hate kirin. Encu li Edliyeya Amedê dexistin dadgehê û dadgehê bi îdîaya "Ji rêxistinê re endam qezenc kir" hate girtin. Hate hînbûn ku Encu li gorî îfadeyên kesê bi navê S.A. hate girtin.

02'ê Kanûnê: Serokê Komîsyona Jêr a Lêkolîna Qilebanê ku di bin baneya Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê de xebatê dike Îhsan Şener ê AKP'î, diyar kir ku der barê mijara "Kê fermana bombardimana komkujiya Roboskiyê da, texmînan nameşinin û wiha got: "Berê operasyon çawa pêk hatin, niha jî bi heman isûlê operasyon pêk hatiye. Berê kê ferman dabe, niha jî heman kesan ferman daye. Ev tê zanîn."

14'ê Kanûnê: Endamên Kilûba Wênekêşan a Wanê ji bo dersa wênekişandinê fêrî zarokên Roboskiyê bide li Roboskiyê atolyeya wênekişandine vekirin. Kilûbê li gel hemû astengiyên dewletê li Roboskiyê bi navê "Atolyeya Wênekêşiya Zarokan" vekir û dest bi perwerdehiyê kir. Wênekêş Sevîm Yeşîm Perçîm, anî ziman ku li gel hemû zextan wan atolyeya wêneyan vekir û wiha got: "Em ne ji bo komkujiyê bi zarokan bidin ji bîrkirin hatin vir. Em tu komkujiyan ji bîr nakin. Em naxwazin komkujî bên ji bîrkirin jî. Em dixwazin êşên zarok û malbatan bi hev parve bikin. "

17 Kanûn: Parlamenterên BDP'ê yên Girtî yên Şirnexê Faysal Sariyildiz û Selma Irmak, ji bo ronîkirina komkujiya Roboskiyê, bi daxwaza bersivandinê pirsname dan Serokwezîr Erdogan û Wezîrê Karên Hundir Îdris Naîm Şahîn.

19'ê Kanûnê: - 44 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî yên Amedê têkildarî komkujiya Roboskiyê de hate 28'ê kanunê dê gelek bername û çalakiyan lê dar bixe. Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier têkildarî mijarê de axivî û wiha got: "Roboskî qirkirinek e. Divê kurd li hemberî vê qirkirinê bêdeng nemînin. Divê dengê xwe bilind bikin û bibin yek."

23'ê Kanûn: Salek di ser komkujiya Roboskiyê re derbas bû, lê hêj kujer nehatin darizandin û aşkerekirin. Lê li aliyê din kesên komkujiya Roboskiyê şermezar kirin rastî cezayan tên. Ji 35 xwendekarên ku komkujî şermezar kirin û neketin dersan, 12 xwendekar li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan û 23 xwendekar hatin girtin. Piştî darizandinê xwendekaran 5 xwendekar rastî 5 meh cezayê girtîgehê hatin.

25 Kanûn: - Li Amedê 850 rêxistinên ku ji komele, sendîka, ode, parti û hewldanan pêk tê li hev kom bûn û ji bo Roboskiyê Platforma Edaletê ava kirin. Endamê Koordinasyona Platformê Huseyin Bardakçî diyar kir ku kurd yekem car bi awayekî fireh li hev kom dibin û li dijî komkujiya Roboskî dibin yek.

(mae)


Bêjeyên Miftehî