1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Dozger mirovên Cemetê ne"
"Dozger mirovên Cemetê ne",dozger,mirovên,cemetê,ne

"Dozger mirovên Cemetê ne"

A+ A-

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan diyar kir ku KCK ne rêxistin e, pergalek e û got ku ji kesên hatine girtin, tu kesek endamên KCK’ê nine. Karayilan destnîşan kir ku dozgerên rayetaybet mirovên Cemeta Gulen in û got; “Ger belgeyên ku piştrast dikin ku ev mirovane endamên KCK’ê ne, bila aşkere bikin.”

Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûrat Karayilan der barê girtin û lêpirsînên di bin navê KCK’ê de li hemberî Kurdan tên meşandin ji ANF’ê re nirxand. Karayilan got; “. Li holê tiştek wekî KCK’ê tune ye. Ev plansaziyek e, pergalek e. Modela civaka kurd a demokratîk e.”

Nirxandinên Karayilan wiha ne:

KCK NE RÊXISTINEK E, PLANSAZIYEK E PERGALEK E

Gelek aşkere ye ku li hemberî siyaseta kurd polîtîkayên qirkirinê tên meşandin. Li holê tiştek wekî KCK’ê tune ye. Ev plansaziyek e, pergalek e. Modela civaka kurd a demokratîk e. Bi vê hincetê siyasetmedarên kurd ên xwedî namûs, rûmet û hestiyar ku xwedî li xwe, ziman û çanda xwe derdikevin tên girtin. Akademiyên ku di nava pergala wan de hatiye avakirin jî qebûl nakin û wekî sûc didin nîşandan. Ev tişteke ne qenc e.

Çapemeniya Tirk dibêje “Rêberê KCK’ê Murat Karayilan e, wê demê ev rêxistinek terorê ye” Beriya hemû tiştî ez vê bêjim. Temam ez Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê me. Baş e hûn dikarin têkildarî têkiliyên di navbera min û wan de belgeyekê bidin nîşandan? Min bi wan re tu axaftin kiriye an jî tiştek ji wan re şandiye? Tu lîsteyên endamtiyê hene di destê we de? Yek din ev ne rêxistin e, endamên wê hebin. Ger pêk were kes dikarin bibin welatiyê KCK’ê. Di operasyona Stenbolê de tê gotin ku hin kesên hatine girtin rasterast min ferman daye wan. Ev ne rast e, tiştek wiha jî tune ye. Ev hemû senaryo ne.

PROJEYA CEMAETA GULEN Û AKP’Ê

Di çarçoveya projeya ji aliyê Cemaeta Gulen û AKP’ê ve hatiye amadekirin de tê xwestin ku siyaseta serbixwe ya kurdan têk bibin. Bi vî awayî dê siyaseta kurd a serbixwe têk bibin û li şûna wê jî hevkarên xwe li vê qadê bi cih bikin. Dixwazin kurdên xwe biafirînin û bi vî awayî gerîla tengav bike û têkiliyên wî yên bi civakê re qut bike. Ev jî ji bo vê yekê ji ber xwe çêkirine. Ev konsepta wan e. Ew kurdê azad ne kurdê êxsîr dixwazin. Ev bi zelalî qirkirinek siyasî ye. Tê xwestin ku siyaseta kurd ji holê bê rakirin.

AKP’Ê NE DIXWEST PARLAMENTERÊN BLOKÊ VEGERIN MECLÎSÊ

Ez dixwazim derbarê vê de delîlek qahîm bidim nîşandan: Di rastiya xwe de hikûmeta AKP’ê ne dixwest siyaseta kurd vegere meclîsê. Ji bo vê dafik danîbên ber wan. Ger parlamenter neçûban wê piştî 5 hefteyan li gorî zagonê parlamenteriya wan betal bikirina. Lê biryara vegerê ev lîstika AKP vala derxist. Rêberê me di bin tecrîdê de ye. Hevalên li cem wî di 22’yê îlona 2011’an de telgrafekê ji parêzeran re dişîne. Di telegrafê de wiha tê gotin: “Daxwaza me hevalên vê derê vegera parlamentaran a meclîsê ye” Ev pêşniyara rêberê me ye. Hikûmetê jî ev yek dizanî. Ger ev telgraf bigihije destê parêzeran wê bandor li ser biryara blokê bike. Lê ev telegraf piştî ku parlamenter vegeriyan meclîsê di 30’ê îlona 2011’an de dan parêzeran. Ev jî dide nîşandan ku hikûmetê ne dixwest parlamenter venegerin meclîsê. Ji ber vê ev telegraf nedan parêzeran.

ÊDÎ DOSTÊN KURDAN JÎ BÛNE HEDEF

Di operasyona qirkirina siyasî ya Stenbolê de Birêz Prof. Buşra Esanli, dîsa mirofê qedir mezin, nivîskar, weşanger Ragip Zarakoglu û siyasetmedarê navdar yê kurdan Mustafa Avci jî hatine girtin. Ev tê wê wateyê ku êdî ne tenê kurd dostên wan jî bûne armanc. Van kesan piştgirî dane gelê kurd ê mazlûm û her tim di nava seknek bi rûmet de bûn. Girtina wan a hovîtiya diqewime, dide nîşandan. Çawa Ersanli û Zarakoglu ne endamên KCK’ê ne yên hatine girtin hemû jî tu eleqeya wan bi KCK’ê re tune ne. Tu formatên wekî ‘Endamdiya KCK’ê tune ye. Ev qirkirina siyasî ya li hemberî gelê kurd e. Tu carê siyasetmedarên kurd û aqilmendên wan yên navdar wiha nebûbûn armanc. Niha siyasetmedarên ku tu eleqeya wan bi rêxistina îllegal tuneye tên girtin û wan diavêjin zindanan. Ev pêkanînên faşîst ne di salên 80’ê, ne jî di salên 90’î de hatin pêkanîn. Ji bo ku kurdan radest bigirin wiha dikin. Ev rejima komkujer û dagirker e.

DOZGERÊN RAYEYA TAYBET ÊN MIROVÊ CEMAETÊ

Dozgerên rayetaybet ku mirovên cemaetê ne derketine holê. Bi polîsan re rûdinin û teoriyan çêdikin. Kî dikeve ber digirin. Ger li welatekî mafê vekirina akademiya siyasetê hebe, hemû kes dikare li wê akademiyê kijan mijarê dixwaze nîqaş bike. Ev ne sûc e. Li tu dera cîhanê tiştek wiha tune ye. Niha kesên tevlî vê akademiyê bûne û yên li vê derê ders didin tên girtin. Ev rastiyek ku Rêber Apo ji bo gelê Kurdistanê dewlemendiyek zihnî û dîrokî ye. Loma rêxistinên legal û îllegal jî dikarin ji ramanên wî sûd webigirin. Gelê kurd elbet wê îdeolojiya wî hîn bibe, nîqaş bike û ramana xwe dewlemend bike. Ev sûc e gelo? Bi van girtina dixwazin peyam bidin dostên kurdan. Lê divê li hemberî van êrîşan paşve gav neyê avêtin û têkoşîn bê xurtkirin. Demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ecex wiha pêkan e. Divê hemû derdorên demokratîk yên li Tirkiyeyê li hemberî vê helwestê dengê xwe xurt bikin û bertek bidin nîşandan.

AKP niha rêyên çareseriya demokratîk ji holê radike. Pirsgirêka kurd wekî tê zanîn pirsgirêkek makeqanûniyê ye. Yekane armanca wan tunekirina vîna demokratîk a gelê kurd e. Ev jî dijminiya li hemberî gelê kurd ya herî mezin e. Li hemberî vê jî divê gelê kurd xwe biparêze û li ber xwe bide. Gelê kurd neçar nîne. Ew ê têkoşîna xwe ya berxwedanê her tim xurt bikin. Şert û merc ji bo vê niha ji her demê zêdetir in. Berxwedana me wê encamê diyar bike.”

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî