1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dozgeriya Agiriyê ser înfaza 3 kesan girt
Dozgeriya Agiriyê ser înfaza 3 kesan girt,dozgeriya,agiriyê,ser,înfaza,3,kesan,girt

Dozgeriya Agiriyê ser înfaza 3 kesan girt

A+ A-

AGIRÎ (DÎHA) - Dozgeriya Agiriyê hewcehî bi vekirina dozê ya der barê înfazkirina Sezaî Yaşar û birayê wî yê gerîlayê HPG'ê Ahmet Yaşar û gerîlayê HPG'ê Mîrzeydîn Gurturk nedît. Rapora edlî tipê jî înfaz veşartin û guleyên ku li serê birayên Yaşar ketine wekî sedema mirinê nedît.

Dosyaya lêpirsîna derbarê Sezaî Yaşar, birayê wî yê gerîlayê HPG'ê Ahmet Yaşar û gerîlayê HPG'ê Mîrzeydin Gurturk ên di 31'ê Tîrmehê de ji aliyê tîmên taybet ve li taxa Sitkiyeyê ya Agiriyê, li malekî hatin înfaz kirin. Hat zanîn ku dozgeriyê bi hinceta tu kes derbarê dozê de nebûye gilîdar hewcehî bi dozê neditiye û dosyaya kesên hatin înfazkirin bi temamî hat girtin. Ligel ku delîlên bûyerê baş nehatibû lêkolînkirin, dozgeriyê şahidên bûyerê jî ji neditiyê ve dît û hat diyarkirin ku tu şahidê bûyerê jî nehatine guhdarkirin.

Guleyê li serî ketina wek sedema mirinê nehat dîtin!

Ligel girtina dosayayê rapora Tip a Edlî ya Erziromê ya derbarê înfazan de hatibû amadekirin jî guman û nakokiyên mezin di nav xwe de dihewîne. Di raporê de di serê birayên bi navê Sezaî Yaşar û Ahmet Yaşar de gule tê tespîtkirin. Lê belê di raporê de tê payîn ku ew gule nebûne sedema mirina wan. Dîsa ligel ku tu lêkolîn nehatine kirin mesafeya lêketina guleyan jî wekî di mesafeyek dûr de hatiye nîşandan. Rapora sedema mirina her du birayan jî wekî xwînîbûna mêjûyê ya girêdayî perçeyên şarapnelê ye pêk tê hatiye destnîşankirin. Rapora tip a edlî ku guleyên serî ketine wek sedema mirinê nabîne wekî ji bo sergirtina înfazan hatiye amadekirin.

(gka/mae)