1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dozgeriyê daxwaza îfadeya bi kurdî red kir
Dozgeriyê daxwaza îfadeya bi kurdî red kir,dozgeriyê,daxwaza,îfadeya,bi,kurdî,red,kir

Dozgeriyê daxwaza îfadeya bi kurdî red kir

A+ A-

EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê welatiya bi navê Fîgen Şahîn di binçavan de bi îşkenceya zayendî û derûnî ya polîsan re rû bi rû mabû, giliyê polîsan kiribû. Şahîn ji bo îfadeyê bi parêzera xwe re çû dozgeriyê û xwest îfadeya xwe bi kurdî bide, lê dozgeriyê ev daxwaza wê red kir. Parêzera Şahîn Beyhan Gunyelî diyar kir ku daxwaza Şahîn daxwazeke mirovahî ye û ev tişt anbî ziman: "Kesê ku bi îşkenceyê rû bi rû maye mafê wî heye bi zimanê xwe yê zikmakî îfadeyê bide. Ev mafeke mirovahî ye. Lê dozgeriyê ev daxwaza wê red kir û bi vê yekê lêpirsîna îşkenceyê ji holê rakir."

Li Edeneyê welatiya bi navê Fîgen Şahîn di 23'yê tebaxê ji hêla polîsan ve hat binçavkirin û di binçavan bi îşkenceya zayendî û derûnî re rû bi rû mabûi Li ser vbê yekê polîsan gefa ku wêneyên wê bikşîne û li ser tora civakî biweşîne lê xwaribû. Şahîn li dozgeriyê giliyê polîsên îşkence lêkirine kir. Dozgerî di çarçoveya lêpirsînê de ji bo îfadeyê bang li Şahîn kir. Şahîn û parêzera wê Beyhan Gunyelî çûn dozgeriyê. Şahîn xwest li doxgeriyê bi kurdî îfadeyê bide, ev daxwaza wê ji hêla dozger ve hat redkirin. Parêzer Beyhan Gunyelî der barê mijarê de agahî da. Gunyelî diyar kir ku li ser giliyê wan li Dozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê polîsan de lêpirsîn hat vekirin. Gunyelî got ku di çarçoveya lêprisînê de ew çûne dozgeriya Kabataşê û Şahîn xwestiye bi kurdî îfadeyê bide. Gunyelî bilêv kir ku dozgeriyê ev daxwaza wê red kir.

Dozgerî mafê xwezayî red kir

Gunyelî sedema redkirina dozgeriyê bi van hevokan anî ziman: "Dozgerî bi hinceta ku di pêvajoya destpêkirina lêpirsînê de mafê bi zimanê zikmakî îfade were dayîn heye lê di pêvajoya lêprisînê de mafê wan tune ye, daxwaza Şahîn red kir. Jixwe mirovek bi zimanê xwe yê zikmakî îfadeyê bide û daxwaza vê yekê bike mafê wan ê herî xwezayî ye. Ji ber ku Şahîn jineke kurd e û ji ber vê yekê daxwaza wê ya kurdî hat redkirin."

'Wekî jinekê ez ê şopdarê vê bûyerê bim'

Gunyelî anî ziman ku ji ber daxwaza Şahîn aht redkirin wê jî îfade neda û got ku wekî parêzer wê li şûna muwekîla xwe îfade da û wiha pê de çû: "J bo berpirsyarên ku îşkenceya zayendî û derûnî li ser Şahîn meşandine bên darizandin çi ji destê me were em ê bikin. Wekî jinekê ez ê şopdarê vê bûyerê bim."

(wk)