1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Du bira; yekî PDKê û yê din TSKê qetil kir
Du bira; yekî PDKê û yê din TSKê qetil kir,du,bira,yekî,pdkê,û,yê,din,tskê,qetil,kir

Du bira; yekî PDKê û yê din TSKê qetil kir

Du birayên ku li dijî zilmê derketin, yek ji aliyê PDK'ê ve û yê din jî ji aliyê TSK'ê ve hat qetilkirin

A+ A-

8 Gulan

WAN (DÎHA) - Mehmet Emîn Alîm û Velî Alî Alîm ên li hemberî zextên dewlet ên cerdevaniyê û îşkenceyên dewletê di sala 1993'yan de tevlî PKK'ê bûn yek ji aliyê PDK'ê ve yek jî ji aliyê TSK'ê ve hatin qetilkirin. Malbata Alîm, diyar kir ku zarokên wan zilma dewletê bi çavên xwe dîtin û her du bira tu caran ji hev cuda nedibûn û du perçeyên hevdu temam dikirin bûn.

Dayîk û bavê endamên PKK'ê Velî Alî Alîm (Rêzan) ê ku di sala 1994'an de li herêma Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê ji aliyê PDK'ê ve hate qetilkirin û Mehmet Emîn Alîm (Medenî) ê ku di sala 1998'an li herêma Metîna di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da ên li gundê Atalan ê navçeya Westanê dijîn Xemê Alîm û Haci Alîm zarokên xwe vegotin. Dayîka Xemê Alîm a xwedî 13 zarokan, diyar kir ku Mehmet Emîn Alîm zarokê wê yê yêkemîn bû û Velî Alîm jî zarokê wê yê dûyemîn bû. Dayîka Xemê Alîm, anî ziman ku li gundê Hemka yê navçeya Elkê ya Şirnexê dijîn û di salên 1990'an de ji ber zextên dewletê yên cerdevaniyê qebûl nekirin neçar man gundê xwe berdan. Dayîk Xemê Alîm, da zanîn ku Mehmet Emîn kesekî gelek kamil, sakîn û hej ji xwendê dikir bû û Velî Alîm jî gelek bi tevger û ji nişkave li hemberî tiştên çêdibûn bertek nîşan dida bû û her du bira du perçeyên hevdû temam dikirin bû.

Dayîk Xemê Alîm, bilêv kir ku di sala 1993'yan de zarokên wê di navbera 6 mehan de cuda cuda riya çiya girtin û wiha zarokên xwe vegot: "M. Emîn kurê min ê mezin bû. Ew bi gotinên xwe jî mezin bû. Wê demê li gund dibistan nebû tenê dibistana seretayî xwend. Ji bo birayê wî Velî bixwîne gelek piştevanî kir. Her tim digot xwendin girîng e. Ji ber ku Velî derve dixwend hinek nazdar bû. Her duyan hevdu temam dikirin. Rûdiniştin nîqaşa dê çawan bi dayîk û bav re tevbigerin dikin. Her tim ji bo ji birayên xwe re bibin mînaq tevdigeriyan."

Zilma dewletê qebûl nekirin

Bav Haci Alîm jî diyar kir ku wê demê leşker dihatin gotin û ji wan re digotin; "Hûn xwarinê didin PKK'iyan û wan li mala xwe xwedî dikin" û bi ser mala wan de digirinû îşkence li welatiyên gund dikirin û wiha got: "Leşkeran cerdevan jî bi xwe re tînan û kesên nebûn cerdevan derve komdikirin bi hinceta 'hûn alîkariya PKK'ê dikin' îşkence li wan dikir. M. Emîn êdî mezin bibû û digot êdî ve yek nayên qebûlkirin. Qebûl jî nekir. Piştî kurê min tevlî bû vê carê zext zêdebûn û kesên asîmîle bûn jî li ser me dest bi zextan kirin." Hecî Alîm, anî ziman ku piştî kurê wî M. Emîn tevlî bû kurê wî yê sêyemîn Ahmet pirsgirêkên derûniyê jiyên û tiştên jiyîn wisa vegotin: "Ji ber zextên dewletê û derdorê me êşa zarokê xwe nejiyî. Hemû zarokên me gelek perîşan bibûn. Kurê min Ahmet pirsgirêkên deruniyê jiyîn. Velî ji bo kêmasiya M.Emîn nede hîskirin hewildida. Bi me re ji bo zarok rastî zextan neyên diparast."

Piştî zarokên wan tevlî bûn mala wan hilweşandin

Xemê Alîm, diyar kir ku Ahmet ji ber pirsgirêkên deruniyê yên dijîn dest bi derman girtinê kir û xwe komî ser hev nekir û wiha axivî: "Dem leşker ji bo operasyonê dihatin gund zarokên malbatên welatparêz ji bo ku pêşiya operasyonê bidin meşandin dibirin. Disa demeke wisa de hatin Ahmet biribûn jê re gotibûn tu M. Emîn î û biribûn qereqolê îşkence lê kiribûn. Piştî me agahî girt ez û Velî ji bo Ahmet bigirin çûn. Dema Velî ew rewşa Ahmet dît got, 'Bi vê zilmê nayê jiyîn. Ev çiye em ji destê vê dewletê dikêşin' û bertek nîşandabû. 6 meh piştî çûna birayê xwe Velî jî çû. Pişt re zextên dewlet û cerdevanan hêj zêdetir bûn. Kesên pirsa Velî dikirin me ji wan re digot çûye xwendinê lê piştî hînbûn ku Velî jî tevliye bi çekan û bombeyan êrîş li me kirin em ji gund qewirandin."

Hacî Alîm, da zanîn ku sedema zarokên wî tevlî PKK'ê bûn zext û zilma dewletê li dijî wan pêk anî bû û wiha axivî: "Zarokên me zilim û zextên li dijî gelê kurd pêk dihatin bi çavên xwe dîtin. Ji bo jiyanekî bi rûmet tenê rewşek mabû ew jî tevlîbûn bû. Ev yek ji bo me çavkaniya rûmetê ye. Em dê doza zarokên xwe bi şopînin."

Malbatê, anî ziman ku ew aqubeta cenazeyê Velî Alî Alîm (Rêzan) ê ku PDK'ê qetil kir nizanin lê dixwazin gora M.Emîn Alîm (Medenî) a ku li Metîna ziyaret bikin duayan li ser gora wî bixwînin.

(bd/mae)

08.05.2014 - 09:34:52