1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Du ciwanên Kurd hatin kuştin
Du ciwanên Kurd hatin kuştin,du,ciwanên,kurd,hatin,kuştin

Du ciwanên Kurd hatin kuştin

Li Şamê du ciwanên Kurd hatin kuştin

A+ A-

Di encama topbarana rejîma Sûriyeyê de li taxa El Sîbîne ya paytexta Sûriye Şamê du ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Hate diyarkirin ku duh li paytexta Sûriye Şamê, di encama topbarana artêşa rejîma Esad de du ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Hate zanîn ku navê kesek jiyana xwe ji dest dan Mihemed Sebrî Osê yê di sala 1986’ê de gundê Endîwerê yê Dêrka Hemkoyê ji dayik bûye û kesê din jî Şerîf Yûsif e di sala 1982’yê de li gundê Ebreyê yê Girkê Legê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye.

Hate ragihandin ku dê ciwanên li gundên ku lê ji dayik bûne, bi merasimek bispêrin axê.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî