1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Du malbatên xwînî li hev anîn
Du malbatên xwînî li hev anîn,du,malbatên,xwînî,li,hev,anîn

Du malbatên xwînî li hev anîn

A+ A-

Rêxistina BDP'ê ya Amedê, li avahiya BDP'ê 2 malbatên ku şer kiribûn û li hev anî. Di merasima aştiya malbatên Demîrhan û Toprak de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, diyar kir ku aştiya ku di nava xwe de pêş dixin civakê kêfxweş û aram dike û xwest edî hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin.

Rêxistina BDP'ê ya Amedê malbatên Demirhan û Toprak li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina BDP'a Amedê bi merasimekê li hev anîn. Di merasima aştiyê de Parlamantera BDP'ê Nursel Aydogan, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Şaredarê Pasûrê, Hevseroka BDP'a Amedê û rêveberên BDP'ê û endamên malbata Demirhan û Toprak amade bûn.

Şaredar Osman Baydemîr di merasîmê de axivî û diyar kir ku ew di nesîhatên we mezin bûye û dê nesîhata li we neke. Baydemîr da zanîn ku her aştî dilê mirovan germ dike û mirovan xemgîn dike.

Di merasimê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, diyar kir ku aştiya ku di nava xwe de pêş dixin civakê kêfxweş û aram dike û xwest edî hemû pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Aydogan, anî ziman ku li vî welatî pêdiviya wan bi aştiya navxweşî heye û wiha got: "Di şerê navxweşî de yê herî zêde hez dike dewlet e. Lê aştiya ku kurd bi xwe di nava xwe de pêş dixin dewletê aciz dike. Em dê çareseriya navxweşî bêtir pêş bixin û bêtir dewletê biqeherînin."

Piştî axaftinan ji herdu malbatan di bin Kuranê de destê xwe dan hev û soz dan ku zerarê nedin hev û aştiyê pêş bixin. Merasima aştiyê bi xwendina duayan bi dawî bû.