1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Du wêne, dû cîhanên ji hev cuda!
Du wêne, dû cîhanên ji hev cuda!,du,wêne,dû,cîhanên,ji,hev,cuda

Du wêne, dû cîhanên ji hev cuda!

A+ A-

BÎLAL GULDEM

ÊLIH (DÎHA) – Li Êlihê wêneyêk di dema fitarê de li ber firinekê hate kişandin xizanî û bêkarbûna li Êlihê radixîne ber çavan. Bi dehan malbatên ku bikaribin nanekî ji zarokên xwe re bibin, bi satean li ber germahiya 45 pîleyan radiwestin û dikevin rêzê. Ev wêne hemû gotinên Hikûmeta AKP'ê yên wekî "Me betalî û xizanî ji holê rakiriye" vala derdixe.

Li taxa Mehtap a Êlihê li ber derê firûnekî ji bo ku hin dayik ji bo nanekî bibin nav zarokê xwe li ber firûnê di saetên nîvro heta saeta fitarê de rûdinên û dikevin rêze. Ev rûniştin û rêza van jinan a ku bi saetan didome ji aliyê ajansa me DÎHA’yê ve hate kişandin. Jinên ji ber xizaniyê tên li ber firinê dikevin rêzê nahêlin ku tu kes wêneyên wan bikişîne. Dema me wêneyê li ber firine kişand em rastî berteka hin jinan a tund hatin. Hin jinên ku navê aşkera nekirin jî li hember xizaniyê wiha bertek nîşanî rayedaran dan: “Em ji bo nanekî ji nîvro heta êvarê tên vir. Ev jî rewşa me ya xizaniyê ye. Zarokên me birçî li malê ne. Vê meha Remezane ne kar heye û ne kes jî dikare bixebite. Em ji neçariya xwe tên vir.”

Wêneyê hate kişandan rewşa xizaniya li Êlihê radixîne ber çavan. Ev wêne hemû gotinên Hikûmeta AKP'ê yên wekî "Me betalî û xizanî ji holê rakiriye" vala derdixe. Ev wêne li aliyekê, li aliyê din jî wêneya Wezîrê Maliyeyê Mehmet Şîmşek ya sifreya fitarê, bi rastî wêneya rewşa welat ya herî herî baş radixe ber çavan. Di wêneya din de jî zewk û sefaya desthiladra bi hemû ezameta xwe li ser dikêye. Aliyekê Wezîr Şîmşek, aliyekê Waliyê Êlihê Azmî Çelîk û gelek dewlemendên din li ser sifreyê li hevciviyane û bi kêxweşî fitarê vedikin.

Wêne û daxuyaniyên AKP naşibin hev!

Ev wêneyê li ber firinê hate kişandin de jî rewşa malbatên xizan girêdayî daneyên bêkarbûna daneyên Êlihê jî dişûbîne hev. Li Tirkiyê her ku diçe rewşa aboriyê an go bêkarbûnê dikeve asta herî jor. Li Tirkiyê her ku çiqas desthilatdariya AKP’ê bêje “Me rewşa bêkarbûnê çareser kiriye” jî lê li bajarên heremê xizaniya welatiyan û bêkarbûn xwe radixînê ber çavan. Di 2’ê tirmehê de daneyên bêkarbûnê ya ji aliyê Saziya Îstatîkê ya Tirkiyê (TUÎK) hatibû pervekirin daneyên bêkarbûnê yên bajarên heremê di asta herî jor de bûn. Li Tirkiyê di nav 81 bajaran de bajarê Êlihê ji sedî 23.4 di aliyê bê karbûnê de hate nîşandan.

(bg/lg)