1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Duyemîn mihrîcana şanoyê dest pê dike
Duyemîn mihrîcana şanoyê dest pê dike,duyemîn,mihrîcana,şanoyê,dest,pê,dike

Duyemîn mihrîcana şanoyê dest pê dike

A+ A-

Ekîn Ronî

NAVEDA NÛÇEYAN – Duyemîn mihrîcana şanoyê ku ji aliyê TEV-Çand Rojava ve tê organîzekirin, wê di 27’ê mijdarê de destpê bike.

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Rojava (TEV-ÇAND Rojava) bi boneya salvegera şehadeta Şanogerê Kurd Erdogan Kahraman ( Yekta Herekol) û Roja Şanoyê ya Cîhanê (27’ê Adarê) mihrîcana şanoyê lidar dixe. Mihrîcana ku par cara yekemîn hatibû lidarxistin, dê îsal di 27 û 28’ê Adarê de li kantona Cizîrê bi diruşmeya “Li ser dika şano jiyanekî azad ava dibe” bê lidarxistin.

Ji bo mihrîcanê ji Kobanê yek, ji Cizîrê jî 15 lîstikên şano bêne pêşkêşkirin. Hemû şano wê li bajarê Qamişlo bêne pêşandan.

(a)

ANHA