1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. DYA û Îran pêş civîna li Viyanayê hatin gel hev
DYA û Îran pêş civîna li Viyanayê hatin gel hev,dya,û,îran,pêş,civîna,li,viyanayê,hatin,gel,hev

DYA û Îran pêş civîna li Viyanayê hatin gel hev

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

Pêş civîna navneteweyî ya ku îro wê li paytextê Avusturyayê, Viyanayê cara duyem pêk were, hevdîtinên dîplomasî pir zêde ne. Wezîrên Karên Derve yên DYA û Îranê pêş hevdîtinên Sûriyeyê, şevê din hatin gel hev.

Wezîrê Karên Derve yê DYA John Kerry û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîf, li otela Zarîf lê dima hatin gel hev. Di daxuyaniya piştre Zarîf ji bo çapemeniyê kir de, wiha got; “Îran ji bo aramiya li herêmê, hêzek giring e. Bêy hebûna Îranê ji bo Sûriyeyê wê çareseriyeke baş neyê diyarkirin.” 17 welat û nûnertiya DYA tevlî civînê dibin

Civîna wê îro li Viyana destpê bike, li gel Rûsya, DYA, Tirkiye, Erebîstana Siûdî wê Wezîrên Karên Derve yên Îran, Çîn, Iraq, Lubnan, Misir, Urdun, Qatar, Yêkîtiya Emîrtiya Ereban, Umman, Îngîlîstan, Fransa, Almanya û Îtalya jî hatin vexwendin.

Hat diyarkirin ku wê Nûnerê Asta Jor ê Polîtîtiya Ewlehî û Karên Derve ya Yêkitiya Ewropa (YE) Federîca Mogherini û Nûnerê Teybet ê Yêkîtiya Gelên Sûriyeyê Staffan Mistura tevlî civînê bibin.

(sk)