1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Dê Dewlet Di Nav Êrişan de Bifetise
Dê Dewlet Di Nav Êrişan de Bifetise,dê,dewlet,di,nav,êrişan,de,bifetise

Dê Dewlet Di Nav Êrişan de Bifetise

A+ A-

TIRKIYE DIXWAZE LI SÛRIYEYÊ ÇI BIKE?

NIRXANDIN - Di her mijara têkildarî kurdan de diyar dibe ka dijminatiya dewleta tirk a li dijî kurdan çiqasî heye. Ji bo kurd li Sûriyeyê tiştekî bi dest nexin ketiye nava hewldanên mezin. Şertê alîkariya ku dide hêzên muxalîf ên Sûriyeyê jî ev yek e. Ji ber vê yekê jî muxalefeta ereb a li Sûriyeyê ji bo kurdan tu statuyê hêja nabîne. Wekî li Tirkiyeyê demokrasiyeke bêyî kurd wead dike.

Dewleta tirk bi salan e bi Sûriyeyê re li ser dijminatiya kurdan bûye yek. Li dijî Tevgera Azadiya Kurd jî dijminatiya hevpar meşandin. Tevî ku rejîma niha ya Sûriyeyê li hundir û derve bêzar e û Tirkiye li dijî di nava hewldanan de ye jî di pirsgirêka kurd de gavên çareseriyê naavêje. Ji bo zêdetir Tirkiyeyê nexe dijberî xwe nêzî qebûlkirina daxwazên kurdan nabe. Tirkiye di her şert û mercî de dixwaze bidestxistina destkeftiyan ên kurdan asteng bike. Difikire ku heger kurd li Sûriyeyê statuyekê bidest bixin wê demê dê nikaribe polîtîkayên înkarê ên neo-înkarger bidomîne.

DEWLETA TIRK JI BO KURD DESTKEFTIYAN BI DEST NEXIN HEWL DIDE

Dewleta tirk ji bo kurd destkeftiyan bidest nexin ne tenê di asta muxalîfan û rejîma Esad de hewldanan dimeşîne. Ji bo muxalefeta kurd belav bike jî dixebite. Heger ji bo kurd li başûrê Kurdistanê statuyê bidest nexin û ji bo têkbirina statuya heyî dewleta tirk çawa li ber xwe dide bê dîtin dê baştir bê fêmkirin ku lîstikên çawa li ser rojavayê Kurdistanê tên meşandin. Dewleta tirk di roja me de li Rojhilata Navîn sîxuriya modernîteya kapîtalîst dike. Niha Tirkiye wekî xencereke di pişta Rojhilata Navîn de hatiye çikandin e. Gotinên wekî 'one minute' yên ji bo Şîmon Perez hatin gotin jî tenê tên wateya perdeya nixumandina vê sîxuriyê. AKP niha ji bo gelên Rojhilata Navîn ji rejîmên Kemalîst ên demên berê xetertir rola sîxuriyê girtiye ser xwe. Ne tenê sîxuriya modernîteya kapîtalîst dike; di dema bicihanîna wezîfeya sîxûriyê de îslamê bi kar tîne û dixwaze hemû nirxên Rojihalta Navîn teslîm bigire û bifiroşe. Bi îslama hevkar a nermik dixwaze nirxên gelên Rojhilata Navîn ên weke dad, wekhevî û civakî hem jî nirxên îslamê ên weke dadmendî, maf, vîjdan, wekhevî û civakî wekî hêzeke siyasî ya sîxur ji holê rake.

Dewleta tirk bi hêza xwe ya leşkerî, siyasî û aborî dixwaze başûrê Kurdistanê mîna hebûneke dûvik a pêve girêdayî bikar bîne.

ÎRAN ZEXTAN LI YNK’Ê DIKE

Ji bo Tevgera Azadiya Kurd û hikûmeta başûrê Kurdistanê bîne dij hev hewldanên mezin nîşan dide. Îran jî zexteke bi heman rengî di ser YNK'ê re dimeşîne.

Encax biserneketina vê polîtîkayê piştî ku Artêşa Îran û Tirkiyeyê êrîşî Qadên Parastina Medyayê kirin baştir hat fêmkirin. Gelê başûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên Îran û Tirkiyeyê ligel gerîlayan cihê xwe girtin û helwesta xwe nîşan dan. Gel dema ku hikûmeta Iraqê, rayedarên başûrê Kurdistanê û yên Xaça Sor dema ku xwestin gundên xwe bi pereyan biterikînin vê yekê qebûl nekirin û li hemberî vê xwestekê sekinîn. Bi vala nekirina gundên xwe ve destnîşan kirin ku ew ê li hemberî xwesteka tasfiyekirina Tevgera Azadiya Kurdistanê û komployên bi vî rengî dê dij derkevin û nehêlin ku ev komplo bi ser bikevin. Gelê başûrê Kurdistanê bi vê helwesta xwe aşkera kir ku encax hêzên têkoşer û berxwedêr dikare hebûn û azadiya gelê kurd biparêze. Li ser vê esasê helwest û sekna gelê başûrê Kurdistanê bir birûmet û binirx e. Vê helwestê jî destnîşan dike ku gelê kurd di asta demokrasî û azadiyê de gelek pêşketinên girîng pêk aniye. Bi vî awayî ev sekn û helwest di heman demê de diyar dike ku kurd gihîştine wê baweriyê ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd ji bo wan di girîngiya tamara jiyanê de ye.

KUŞTINA 7 SIVÎLÊN LI QENDÎLÊ

Nerazîbûn û bertekên li hemberî qetilkirina 4 jê zarok 7 sivîlan gelek watedar e. Her çiqas rayedarên Hikûmeta Federal a Kurdistanê li dijî derketibe jî gel li şehîdên xwe xwedî derket û Tirkiyeya ku vê komkujiyê pêk anî protesto kirin. Dîsa di vir de divê were dîtin ku ciwanên başûrî çûn qadên gerîlayan û komkujiya dewlata tirk û êrîşên li dijî gerîlayan protesto kirin. Bi vî awayî diyar kirin ku ew ê li gerîlayên xwe yên azadiyê xwedî derkevin. Gelê başûrê Kurdistanê û ciwanên başûrî bi vê helwesta xwe bes êrîş û komkujiyan protesto nekirin ligel vê yekitiya di nava kurdan de jî pesend û qehîm kirin. Li ser vê esasê gotina Mesûd Barzanî ya ‘van êrîşan li hemberî yekitiya di nava kurdan de pêk hatiye’ gelek watedar e.

BÊŞERMIYA DEWLETA TIRK A LI HEMBERÎ KOMKUJIYÊ

Bêşermî û bêfedîtiya dewleta tirk di înkara qetilkirina 4 jê zarok bi tevahî 7 kesan de careke din derket holê. Ev înkar hêrsa gelê li başûrê Kurdistanê zêdetir kir. Hikûmeta başûrê Kurdistanê, rêxistinên saziyên sivîl ên başûrê Kurdistanê û gelê başûrê Kurdistanê baş dizane ku ew wesayît ji aliyê balafirên tirk ve hatiye bombekirin. Rewşa parçebûna wesayîtê jî vê yekê îspat dike. Nizanim bombeya wan bûya dê li erdê kortal çêbûbûya! Halbûkî roketa ku di kêleka wesayîtê de derbas bûye, dîwarê bi kevir parçe parçe kiriye. Her kesên eleqedar dizane ku ji bilî vê roketê tu bombe ev wesayît nikare bîne vê rewşê.

Înkara vê cînayetê ya ji aliyê dewleta tirk ve ji aliyekî ve bû wesîleya xêrê. Tirkiye çawa înkarger û derewker e di serî de kurdan hemû dinya dîtiye. Ku Tirkiye vê baweriya xwe da winda kirin polîtîkaya komkujiya çandî, înkar û îmhayê dimeşîne jî dê lawaz bibe. Bi taybetî gelê Kurdistanê li hemû parçeyan dê zêdetir li hemberî Tirkiyeyê helwestê bigirin. Bi vê înkarê re karakterê dewleta tirk dê hêj baştir bê fêmkirin. Li başûrê Kurdistanê zarokek jî ji gotinên dewleta tirk bawer nake. Heta hevkarên Tirkiyeyê yên li başûrê Kurdistanê dibêjin “heke bigota me kiriye û lêborîna xwe bixwesta dê ji Tirkiyeyê re hêj baştir bûya, ew qas teşhîr nedibû.” Em çi bêjin, wekî ku dibêjin di her karekî de xêrek heye, di vê înkarê de jî xêrek heye.

Qewimînên dawî nîşan dide ku dewleta tirk çiqas êrîş dike bila bike, ew ê di nava van êrîşan de bifetise. Ev dişibe mînaka yê dikeve nava çiravê çiqasî hewl dide bêtir noqî nava çiravê dibe; dewleta tirk jî dê di nava çiravê de winda bibe û bifetise.

Cemil Bayik