1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Dê Farqînê bibin dadgeha navneteweyî'
'Dê Farqînê bibin dadgeha navneteweyî',dê,farqînê,bibin,dadgeha,navneteweyî

'Dê Farqînê bibin dadgeha navneteweyî'

A+ A-

AMED (DÎHA) - Hiqûqnasan ji bo li Farqînê ya ku 12 rojan di bin êrîşên dewletê de ma binpêkirinên mafên mirivan tesbît bikin çûn Farqînê. Li navçeyê 200 parêzeran lêkolîn kir û li gorî daneyên bên komkirin "terora dewletê ya li Farqînê pêk hatî bibin dadgehên navneteweyî" Ji parêzeran Newroz Uysal got, "Mirov 12 rojan ji hemû mafên xwe hatin menkirin" û berxwedana gel a li Farqînê berdewam dike.

Li navçeya Farqînê ya Amedê ya ku 12 rojan lê qedexeya derketina kolanan lê berdewam kir gelek mal û kargehe bûn hedefa bombeyên polîs û tîmên taybet. Taxa ji aliyê tîmên taybet ve hat talankirin û li navçeyê 8 kes hatin qetilkirin. Piştî êrîşan gelê Farqînê ji bo bîrînên xwe derman bike dest bi kar kirin û bi rihê seferberiyê xebatên înşayê dan destpêkirin. Hiqûqnasên çûn navçeyê jî amadekariyên terora dewletê ya li navçeyê pêk hatin bibin dadgehên navneteweyî dikin. Hiqûqnasên bi welatiyên rastî êrîşê hatin û bi xizmên kesên hatin qetilkirin re hevdîtin kirin û dê bi raporên amade dikin serlêdana sûc bikin.

Heyeta parêzeran a ji 200 kesan pêk dihat li Farqînê ye

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya, Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz, Buroya Hiqûqê ya Asrin û Weqa Lêkolînên Hiqûqê ya Civakî yên Hevbirên Platforma Hiqûqnasên Demokratîk çûn navçeyê û xebat meşandin. Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal têkildarî xebatên meşandin de agahî dan û wiha got: "Em ji bo bûyerên weke sûcê mirovahiyê pêk hatin di cih de lêkolîn bikin hatin." Uysal anî ziman ku di nava heyetê de hiqûqnasên ji Stenbol, Enqere, Îzmîr û baroyên Kurdistanê hatin cih digirin û heyeta wan nêzî 200 parêzeran e. Uysal da zanîn ku li taxên êrîşê pêk hatin lêkolîn kirin, gelek avahî xirab kirine, li ser dîwaran nivîsên nîjadperest hatine nivîsandin, li derdorê tîmên taybet ên rûpêş hatine bicihkirin û hemû malan zirar dîtiye. Dewletê bi hov gel hedef girt û êrîş pêk aniye. Di bin navê qedexeyê de şerê hatî meşandin li hemberî gelê kurd û hemûna gelê kurd pêk hati."

'Ji hemû mafan hatin menkirin'

Uysal anî ziman ku hilweşandin û êrîşê tenê bi du rojan nayên tesbîtkirin û ji ber ku gelek mezin in. Uysal bilêv kir ku di qada hiqûqê de hewil didin bibin bersiva gel û di hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê de tu tiştê bêjin nemaye û dê ji bo tesbîtan serî li mercên hiqûqî yên navneteweyî bidin û wiha pê de çû: "Li vir mirov 12 rojan ji hemû mafan bêpar man." Uysal destnîşan kir ku bi malbatên kesên hatin qetilkirin û hatin birîndarkirin re hevdîtin kirin û girtek girtin.

'Berxwedaniya gel berdewam dike'

Uysal derbirî kir ku bi Maseya Qrîzê ya Şaredariya Farqînê re dixebitin û rewşa Farqînê wisa vegot: "Di ketina qadan de hêj jî tîmên taybet radiwestin û li navan taxan de wesayîtên leşkeran digerin. Dîmenên dagirkeriyê hene. Li wir li ser jin û zarokan zext hene.Li wir gel hêj jî ber xwe dide."

Li hemberî sîxurtiyê serlêdana hiqûqî

Uysal diyar kir ku dewleta li hemberî berxwedana gelê kurd serneketî serî li polîtîkayên sîxurtiyê dike û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ev parçeyekî konsepta şer e û berdewam dike. Di serlêdanên me yên hiqûqî de teqez ev yek dê cih bigire. Di vê pêvajoyê de hin kesên hatin binçavkirin ji bo bibin sîxur rastî gelek zextên giran hatin."

(bd)