1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Dê hesabê êrîşa li Çewlikê bê pirsîn"
"Dê hesabê êrîşa li Çewlikê bê pirsîn",dê,hesabê,êrîşa,li,çewlikê,bê,pirsîn

"Dê hesabê êrîşa li Çewlikê bê pirsîn"

Partî û gelê me dê hesabê êrîşa li Çewlikê bipirse

A+ A-

Parlementerê BDP’ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken êrîşa li hemberî avahiya BDP’ê ya Çewlikê nirxand. Balûken destnîşan kir ku êrîş bi hevkariya walî-midûrê emniyetê-şaredar-polîsan û bi destê cerdevan û ceteyên ajanan hatiye kirin. Balûken hişyariya “Gelê Çewlikê dê hesabê ji êrîşkaran bipirse” kir û got; “. Em ê roja yekşemê saet di 14.00 de li Çewlikê li Qada Newrozê ya li Taxa Yenîyê nerazîbûna xwe nîşan bidin.”

Parlementerê BDP’ê yê Çewlikê Îdrîs Balûken ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ev êrîşa li hemberî BDP’ê pêk hat ji aliyê dewletê ve hatiye plankirin bi hevkariya walî-midûrê emniyetê-şaredar-polîsan û bi destê cerdevan û ceteyên ajanan hatiye kirin..

'MELAYAN DI NIMÊJA ÎNÊ DE BERÊ ÊRÎŞÊ DA AVAHIYA PARTIYÊ'

Balûken got ku duh walî û şaredar ji gelek kesan re peyam şandine û xwestine beşdarî meşa îro bibin. Balûken da zanîn ku ji bo vê yekê mele jî hatine bikaranîn û got; “Piştî nimêja înê, bi hewldanên miftiyê bajêr, melayan banga beşdarbûna meşê kirine. Axaftinên ku êrîşê sor kirin hatin kirin. Ev êrîşeke bi plan bû. Lê dîsa jî hejmara wan ji 200’î neborî. Evane jî cerdevan û zarokên wan bûn. Hemû cerdevanên li derdorê, faşîst û ajanên sivîl bûn.

Balûken diyar kir ku ev kom ji 30 kesan pêk tê û sê caran qasî vê komê polîs li wir kom bûn, lê belê mudaxele nehate kirin û wiha domand; “Polîsan mudaxeleyê êrîşê nekir, lê di êrîşê de rol leyîst.” Balûken da zanîn ku rayedarên dewletê bersiva telefonan nedan û got: "Em di wê rojê de li walî û rayedarên din geriyan. Me hewl da xwe bigihînin wana. Lê bersiv nedan telefonên me. Me bi misteşarek ê Wezareta Navxweyî re hevdîtin pêk anî, lê nebihîstiyariyek pir cidî hebû. Evane hemû nîşan didin ku ev êrîşek bi plan bû."

'POLÎS ÊRÎŞKARAN PARAST Û BOMBEYA GAZÊ AVÊT AVAHIYA PARTIYÊ'

Baluken got; “Di dema êrîşê de, tevî serokê bajêr, 25 BDP’yî ji bo parastina partiyê vîna xwe nîşan dan” û destnîşan kir ku ji bo ev berxwedan were şkandin, polîsan bombeyên gazê avêtin hundirê avahiyê. Balûlen wiha domand; “Gava em çûn avahiya partiyê jî bombeyên gazê li wir bûn. Demek divêj piştî êrîşê me dît ku gel gaz li dijî endamên partiyê bi kar anîne.”

'NERAZÎBÛNEK TUND A GIRSEYA ME HEYE'

Baluken destnîşan kir ku nerazîbûnek tund a girseya partiya wan û gelê Çewlikêli hemberî vê êrîş heye û got; “Ji saetên êvarê ve rawestaneke aloz heye. Nerazîbûnek tund a girseyê heye. Ev êrîş weke tiştek cidî tê dîtin û tê diyarkirin ku ev yek nayê qebûlkirin. Em û bi sedan hevalên xwe em êvarê çûn avahiya partiya xwe û me ji bo berteka xwe ya li hemberî vê yekê plan çêkir. Em ê weke prosedur, sibê beriya her tiştê biçin serlêdana huqûqî bikin. Em ê sibê êvarê bi hemû rêveberên partiya xwe re bicivin û nirxandinek bikin. Em ê roja yekşemê saet di 14.00 de li Çewlikê li Qada Newrozê ya li Taxa Yenîyê nerazîbûna xwe nîşan bidin.”

Balûlen destnîşan kir ku dewlet li Çewlikê “lîstokên tarî” dileyîze û wiha domand; “Ger em bala xwe bidin ser, yek ji cihên di zivistanên de operasyonên komkujiyna lê pêk hatin Çewlik e. Ji bo çewisandina gelê Çewlikê, dewletê her tim lîstok leyîst, lê ev yek jî bi ser neketin. Vê yekê jî weke lîstokek nû danîn holê. Bi taybet ev bi salan e ku dixwazin ku al di destê gelê Çewlikê de li dijî BDP’ê bimeşin hene. Piştî ku di encama teqîna li Çewlikê pêk hat û têde sivîl jiyana xwe ji dest dan, Tayyîp Erdogan û AKP û çapemeiya wan dest bi şerê psîkolojîk kirin. Îro jî polîs rolek aktîf di vê bûyerê de dileyîze, berê cerdevanên çek di destê wan de ne dan avahiya partiya me, ev stratejiya wan a nû ye.”

'GEL BI BIRYAR E; HESAB DÊ BÊ PIRSÎN!'

Parlementerê BDP’ê yê Çewlikê Îdrîs Baluken bal kişand ku Çewlikê ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdan bedel daye û ev hişyar kir; “Ji gel nerazîbûnek cidî heye. Ev der Çewlik e û Çewlik ji bo têkoşîna azadiya Kurdan yek ji cihên pêşeng e. Ji berxwedana Şêx Seîd heta îro nirxên girîng daye tevgera azadiya Kurdan, êrîşeke wiha em bi tu awayî qebûl nakin. Êrîşek wiha hiştiya ku BDP jî mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne. Ev kesên van êrîşan dikin, diviyabû hesabê vê yekê jî bikiriba. Gelê Çewlikê dê hesabê ji kesên ku êrîş kirine bipirse. Biryardariya gel zelal e.”

ANF NEWS AGENCY