1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dê ji bo Ceylan û Ûgûr bibezin
Dê ji bo Ceylan û Ûgûr bibezin,dê,ji,bo,ceylan,û,ûgûr,bibezin

Dê ji bo Ceylan û Ûgûr bibezin

A+ A-

15 Cotmeh 2011 STENBOL - Di Meratona Ewrasyayê de wê komek ji bo Ceylan Onkol û Zarokên Kurd ên Hatine Kuştin bibezin. Komê li ser malperê parvekirina civakî Facebook û Twitterê bang kirin û hate diyarkirin ku wê 400 kes beşdarî bezê bibin.

Her sal zêdetirê sed hezar kesî beşdarî Maratona Ewrasyayê dibin. Wê îsal jî çalakiyek balkêş di Maratona Ewrasyayê de ci bigire. Wê bi sedan kes ji bo 500 zarokên Kurd ên ji aliyê dewletê ve hatine kuştin ên weke; Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol, û Solîn Şemal a ku îsal ji aliy balafirên şer ên artêşa Tirk ve li Qendîlê hatibûn kuştin, bibezin.

Ev çalakî cara yekem di sala par de bi navê “Bi Gavên Zarokan, Beza Ceylanan” zêdetirê sed kesî tîşortên li ser wêneyên Ceylan Onkol, Canan Saldik, Ûgûr Kaymaz, Ahmet Îmre û Firat Basan li ser heyî li xwe kirin û beşdarî çalakiyê bûn.

WÊ BI PÊNGAVÊN ZAROKAN BIBEZIN

Di daxuyaniya li ser Facebook û Twîtterê hate belavkirin de, hebestkar-nivîskar û çalakê Kurd Îbrahîm Halîl Baran da diyarkirin ku ew li benda 400 beşdaran in û got; “Polîtîkaya şer a ku dewletê ji sal 1989’ê ve daye destpêkirin, rê li ger kuştina zarok jî di nav de bi hezaran kesî vekiriye. Ji wê demê heta niha zêdetirê 450 zarokên Kurd bi vî awayî hatin kuştin. Hêj nasnameya wan a etnîkî ne diyar bû û hinek ji wan hêj jî bê nav bûn, tenê ji berk u Kurd bûn hatin kuştin. Dema ku Serokwezîr ji bo zarokên Filîstînî û Somaliyê daxwaza alîkariyê dike û şovên siyasî dike, zarokên Kurd têne kuştin. Di van 8 mehên dawiyê de 14 zarokên Kurd hatin kuştin. Pêşî NY û UNICEF hemû saziyê navnetewî li hemberî vê yekê bê deng in.” Baran da diyarkirin ku ew ê bi pêngavên zarokan ji van zarokan bibezin.

ANF NEWS AGENCY