1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. `Dê jin mûdaxaleyî pêvajoyê bikin`
`Dê jin mûdaxaleyî pêvajoyê bikin`,dê,jin,mûdaxaleyî,pêvajoyê,bikin

`Dê jin mûdaxaleyî pêvajoyê bikin`

Jinên kurd bi 'nobeta azadiyê' dê mûdaxaleyî pêvajoyê bikin

A+ A-

SERTAÇ KAYAR Amadekariyên nobeta azadiyê ya ji aliyê meclîsa jiyên BDP'î ve 13-14'yê Gulanê dê bê lidarxistin devam dikin. Endama Lijneya Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk Ayla Akat Ata diyar kir ku di vê pêvajoyê de jin roleke stratejîk dilîzin û got; "Jinên kurd dê bi rêbazên demokratîk mûdaxaleyî pêvajoyê bikin. Çalakî dê ji hemû çalakiyên din hîn bihêztir bibe. Em banga tevlîbûna çalakiyê li hemû jinan dikin."

Amadekariyên nobeta azadiyê ya ji aliyê meclîsa jiyên BDP'î ve 13-14'yê Gulanê li Amed û Enqereyê dê bê lidarxistin berdevam dikin. Nêzî 10 roj in li navenda Amed, navçe, bajarok û gundên wê bi sedan civînên gel hatin lidarxistin û belavokên vexwendina çalakiyê hatin belavkirin. Jin 13'yê Gulanê dê nobeta azadiyê bigirin û 14'yê Gulanê jî li qada Îstasyonê li qada Îstasyonê bi mitîngekê dê daxwazên xwe bînin ziman. Ji Mêrdîn, Şirnex, Sêrt, Çewlik, Dêrsim û gelek bajarên herêmê bi dehhezaran jin dê tevlî mitîngê bibin. Di mitîngê de daxwazên wekî; rawestandina operasyonên leşkerî û siyasî, bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, azadiya Ocalan û bi rêbazên demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd dê biqîrin.

'Jinên Kurd dê mûdaxaleyî pêvajoyê bikin'

Endama Lijneya Koordînasyona Kongreya Civaka Demokratîk Ayla Akat Ata der heqê amadekarî û armanca nobeta azadiyê de agahî dan û diyar kir ku ji pêvajoya pevçûnan hem gelê kurd û hem jî gelê tirk bi tesîr bû. Ata got; "Jinên Kurd jî ji bo mûdaxaleya pêvajoyê bikin nêzî salekê ye bê navber xebatên me didomin. Xebatên me gihîştin asta biryarê. Em ê li Amed û Enqereyê çalakî lidar bixin. Jinên Kurd ên metropolan di nava rêxistinên me de cih digirin li Enqereyê yên li Kurdistanê jî li Amedê dê bicivin. Ya yekemîn em dikaribin bibêjin ku Amed dilê herêmê ye. Lewma em Amed wekî navendek hilbijart. Hemû hilbijêrên me dê bên Amedê. Ya duyemîn jî cihê pirsgirêk lê bên nîqaşkirin Enqere ye. Lewma me hemû rêxistinên xwe yên jin vexwendin Enqereyê. Em ê bi vê çalakiya xwe mûdaxaleyî pêvajoyê bikin."

'Jinên Kurd dê azadiya Ocalan biqîrin'

Ayla Akat Ata anî ziman ku li hemû taxên Amedê civîn lidar xistine û rastî eleqeyeke mezin hatine. Ata bal kişand li ser geşedanên dawî û wiha axivî: "Em di seranserî sala dawî de ji ber operasyonên siyasî û leşkerî, hema hema her roj di nava çalakiyên demokratîk de bûn. Hemû çalakiyên me bi qedexeyan hatin bersivandin. Lê dîsa jî em wekî jinên kurd dibêjin, tundî heta cihekê ye, neçarî jî heta cihekê ye. Ji vir û pê de pêdiviya civak û gelên Tirkiyeyê bi guhertineke mezin heye. Em ê bi çalakiyên xwe yên demokratîk ji van geşedanan re bibêjin êdî bes e. ji ber ku jinên kurd di vê mijarê de xwedî roleke dîrokî ne. Jinên kurd di mitînga ku dê bê lidarxistin de ew ê rawestandina operasyonên leşkerî û siyasî, bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, azadiya Ocalan û bi rêbazên demokratîk çareseriya pirsgirêka kurd dê biqîrin."

'Çalakiya herî xurt dê bê lidar xistin'

Ata bibîr xist ku çalakî di roja dayîkan de ew ê bê lidar xistin û wiha dawî bi axaftina xwe anî: "Destpêkê dayîkên aştiyê û piştre jî hemû dayîkan xwestin mitîng di vê rojê de pêk bê. Em di wê baweriyê de ne ku dê çalakiya me biserkeftî derbas bibe. Tu qedexeyên heta îro pêk hatine negihîştine encamê. Lewma em ê di çarçoveya qedexeyan de nîqaşan nekin. Çalakiya me ji niha de heyecanek geş kiriye. Em ban li tevahiya jinên kurd dikin ku bi reng û dengê xwe tevlî nobeta azadiyê û mitîngê bibin."

(ak)