Dê li Amedê mîhrîcana Tangoyê bê lidarxistin
2 Pûşper
MEHMET CÛRAN
AMED (DÎHA) - Dê ji aliyê Komeleya Hûner û Dansê ya MED Tango ve li Amedê 1'emîn Mihrîcana Tangoyê were lidarxistin. Damezrînera komeleyê Kemal Ciwan Işik diyar kir ku ew li bendê ji nava welat û derveyî welat gelek kes tevli mihrîcanê bibin.
1'emîn Mihrîcana Tango ya Navnetewî ya Mezopotamyayê di 5-8'ê de dê li Amedê bi tevlibûna gelek reqskerên ji nav welat û derveyî welat hatine ji aliyê Komeleya Hûner û Dansê ya MED Tango ve bê lidarxistin. Dameziranê komeleyê Kemal Ciwan Işik, derbarê mihrîcanê de agahî dan û wiha axivî: "Lîstikwanên gelek navdar dê tevlî mihrîcanê bibin. Ji Arjantinê mamoste û şovmenên gelek hêja dê bên vê derê. Di mihrîcanê de ji bo hûnera dansê pêşkeve dê atolyeyên me çêbin. Ji bilî van şevên me yên dansê dê çêbin. Rêxistinên saziyên civakî, karsazên bajêr û tevî welatiyan dawetê şahiyê dikin."
Komeleya Hûner û Dansê ya MED Tango ev nêzîkê 5 salane li Amedê xebatên xwe didomîne. Sazî di qada sahne û hûnerê de xebatên xwe dimeşîne. Li Med Tangoyê dersên govend, bale, tango û dansên modern tê dayîn. Heta niha tenê di branşa tangoyê de 2 hezar kes tevli qursan bûne. Ji bilî van ji bo zarokan perwerdeya baleyê, ji bo mezinan jî dansên rîtimê tên dayîn. Niha di komeleyê de 120 endam hene. Ji bilî van xebatan di bin banê komeleyê de Koma Jinevar ya ji tenê jinan pêk tê jî hatiye avakirin û ji bo jinan bernameyan li dar dixe.
(mc/lg)
