1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Dê Mertalên Zindî Biçin Ser Sînor
Dê Mertalên Zindî Biçin Ser Sînor,dê,mertalên,zindî,biçin,ser,sînor

Dê Mertalên Zindî Biçin Ser Sînor

A+ A-

AMED - Li hemberî operasyona hewayî ya dersînor biryara çalakiyeke ku li heremê dê deng vede hat girtin. Di pêşengiya Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û bi tevlibûna hemû saziyên Kurdan dê li Colemêrg û Şirnexê çalakiya "Meşa Mertalên Zindî" bê lidarxistin.

Li gel ku bertekên li hemberî operasyona hewayî ya dersînor a li dijî Herema Federal a Kurdistanê her diçe zêde dibe, Kurd ji bo roja Şemiyê çalakiyek mezin li dar bixin xwe amade dikin. Bi armanca şermezarkirina operosyona hewayî dê li Colemêrg û Şirnexê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê û bi tevlîbûna bi hezaran kesan meşek bê lidarxistin. Çav li rêye ku Dayîkên Aştiyê der barê meşa ku dê hemû saziyên li heremê tevlibibin de daxuyaniyek bide çapemeniyê.