1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Dê statuya kurdan diyar bike"
"Dê statuya kurdan diyar bike",dê,statuya,kurdan,diyar,bike

"Dê statuya kurdan diyar bike"

A+ A-

BDP ku di hilbijartina 12'ê hezîranê de piştgiriyê bide namzetên serbixwe, armac dike ku bi vîn û têkoşîna gel ku namzetên xwe aşkere bike benda ji sedî 10'an derbas bike. Hevseroka Giştî ya BDP Gultan Kişanak, anî ziman ku kurd dê di vê hilbijartinê de statuya xwe diyar bikin û wiha got: "Em Komara Demokratîk ku li ser bingehê 'Yekîtiya neteweyî', 'Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê' û 'Jiyana hevpar û bi hevre' hatiye avakirin esas digirin. Em dê vê xebatê bi ruhê seferiyê pêş bixin."

BDP dê di hilbijartina 12'ê hezîranê de piştgiriyê bide namzetê serbixwe. Piştî biryara piştgiriyê bide namzetên serbixwe girt, dest bi xebata hilbijartinê kirin. BDP, di vê hilbijartinê de bi armanca Komara Demokratîk ku li ser bingehê 'Yekîtiya neteweyî', 'Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê' û 'Jiyana hevpar û bi hevre' hatiye avakirin, ketin nava xebatê. BDP dê xebata "Bloka Demokratîk" bimeşîne û li 81 bajaran namzetan nîşan bide. Her wiha armanc dike ku hêjmara parlementeran 2 qat zêde bike. BDP bi vê xebatê hewl dide ku benda ji sedî 10 vala derxe. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, der barê amadekariyên hilbijartinê û gîrîngiya hilbijartine de nirxandin kir.

'Statuya kurdan dê di vê hilbijartinê de zelal bibe'

Kişanak, anî ziman ku ev hilbijartina giştî di vê pêvajoyê de gelek girîng e û wiha got: "Gelê kurd dê di vê pêvajoyê de polîtîkaya înkar û îmhayê ya 85 salan vala pûş derxin. Komara Tirkiyeyê li ser yek ziman, yek al, yek netew hate avakirin. Demokrasiyê di nava xwe de naparêze. Her wiha dê di vê hilbijartinê de statuya kurdan aşkere bibe."

Vîna gel dê benda hilbijartinê hilweşîne'

Kişanak, da zanîn ku kurd hemû di guhertina makeqanûnê û ji nûve sazkirina makeqanûnek nû û demokratîk de yek raman in û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi vê hilbijartinê dê 'Meclîsa sazûmankar' pêş bikeve. Divê gel di vê hilbijartinê de vin û tercîha xwe baş bikar bîne. Ji ber ev benda ji sedî 10 ku di darbeya 12'ê îlonê de hate danîn xwest vîn û nasnameya gelê kurd asteng bike. Ji bo li Tirkiyeyê komar demokratîk bibe divê daxwazên kurdan bi cih bibe û statu ji kurdan re bê naskirin."

'Em dê bi ruhê seferiyê xebatê bimeşînin'

Kişanak, anî ziman ku ew girîngî û wateyek cûda didin hilbijartinê û ew dê di vê hilbijartinê bi ruhê seferiyê xebatê bimeşinin. Kişanak, da zanîn ku ew dixwazin di vê hilbijartinê de vîna hemû kesên ku nayên dîtin û hatine dûrxistin tevan bidin xuyakirin û bidin dîtin.

'Em di nava xebatê Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê û Komara Demokratik de ne'

Kişanak, anî ziman ku ew li ser hîm û esasê Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê û Komara Demokratîk xebatê dimeşînin û ev proje dê yekîtî û tifaqa Tirkiyeyê pêş bixe.

'Heta ku vîna jinê tune be siyaseta demokratîk pêş nakeve'

Kişanak, da zanîn ku ji bo siyasetek demokratîk, divê berî her tiştî vîna jinan jî pêş bikeve û jin jî bibin xwedî biryar û di nava siyasetê de cih bigirin. Kişanak, anî ziman ku ew armanc dikin ku di ve hilbijartine de jin jî xwe bi hêz bikin û zêdetir xwe bi rêxistin bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Siyaseta ku jin di nav de tune be siyaset pêk nayê. Divê jin jî çalak di nava siyasetê de cih bigre û xwedî vîn û biryar be."

DÎHA (mae)


Bêjeyên Miftehî