1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Dê xwendevan êdî bi kurdî Bobby Sandsê bixwînin
Dê xwendevan êdî bi kurdî Bobby Sandsê bixwînin,dê,xwendevan,êdî,bi,kurdî,bobby,sandsê,bixwînin

Dê xwendevan êdî bi kurdî Bobby Sandsê bixwînin

A+ A-

STENBOL – Pirtûka "Straneke Nîvcomayî: Bobby Sands, IRA û Greva Birçîbûnê" ya têkildarî jiyan û têkoşîna milîtana IRA'yê Bobby Sandsê ye, li kurdî hat wergerandin.

Pirtûka "Nothing But an Unfinished Song: The Life and Times of Bobby Sands" (Straneke Nîvcomayî: Bobby Sands, IRA û Greva Birçîbûnê) a ji aliyê Denis O'Hearn ve hat nivîsandin û bi mijara xwe jiyana yek ji milîtanên Artêşa Komara Îrlandayê (IRA) Bobby Sandsê vedibêje, li kurdî jî hat wergerandin. Pirtûka "Straneke Nîvcomayî: Bobby Sands, IRA û Greva Birçîbûnê" heta niha li gelek zimanan hatiye wergerandin, dê bi kurdî ji Weşanên Amarayê der biçe.

Mijara pirtûkê jiyan û têkoşîna milştana IRA'yê Bobby Sandsê ye. Sands, wê demê ji ber çalakiyên xwe yê serxwebûnê yên li dijî dagirkeriya îngilîzan 9 sala di girtîgehê de mabû. Sands, ji bo dawî pêkûtî û çewisandinên girtîgehên taybet ên "Blokên H'yê" bên û ji bo stastuya siyasî ya mehkûmên IRA'yê bê nasîn û ji bo dawî li ferzkirina cilûbergên yektîpî bê ketibû gireva birçîbûnê û di roja 66'emîn a girevê de, (5'ê Gulana 1981'ê) jiyana xwe ji dest dabû. Her çi qas Bobby Sands û hevrêyên wê, tiştên daxwaza kirin bi dest nexistin jî, lê ji wê rojê heta niha li çar aliyên cîhanê bûn hest û besta bi milyonan mirovî û sembola berxwedanê.

Denis O'Hearn, serî li çavkanî û hevdîtinên sereke dana û vê pirtûkê nivîsandiye. O'Hearn, çîroka Bobbysê dispêrê nivîsên wê yên bi destê xwe nivîsandine.