DÎHA Analîz,dîha,analîz

DÎHA Analîz

A+ A-

08:49 03.09.2011 KENAN KIRKAYA

ENQERE (DÎHA) - Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji tecrîdê derket û gihîşt merheleyek ku mirov dixe nava fikarên ewlekariya jiyana wî. Hikûmeta AKP'ê 9 sal in di hemû demên krîtik de berên pêkutî û êrîşên xwe ber bi Ocalan vedike û tecrîda li ser giran dike. Ev helwesta êrîşkar ya li hemberî Ocalan polîtîkaya 40 salan a dewletê ye. Dewletê 30 salên dawî yê dîroka pirsgirêka kurd a bi pêvçûn de Ocalan wekî hedefek fermî diyar kir. Di nav vê demê de bi marîfeta MÎT'ê xwest ku Ocalan bike bin bandora xwe, li hemberî Ocalan kete nav hewldanê suîkastê, li hemberî Ocalan şopandinek bêhempa û navneteweyî da destpêkirin. 12 sal in jî di girtîgehê her tim tecrîd, êrîş û pêkutiyên li ser Ocalan bênavber berdewam kir.

Di demek ku çav li ser çareseriya pirsgirêka kurd bûn ji ber ku hikûmetê gav neavêtin cardin di pêvçûn û operasyonan dest pê kirin. Di vê demê de çav li helwesta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû, lê tecrîda li ser Ocalan ya 6 hefte nin didome, bû sedema fikarên aloziyek mezintir. Hikûmeta AKP'ê jî her wiha wekî îro di her demên krîtik de pêkutî û êrîşên li hemberî Ocalan zedetir dike. Ev helwest wekî polîtîkaya dewletê ku 40 sal in Ocalan kiriye hedefa sereke derdikeve pêş. 40 sal in dewlet bi riya sixûrên MÎT'ê bi hewldana suîkastan, bi şopandina bêhempa ya navnetewî, girtin, tecrîd û êrîşên fizikî, dek û dolaban dixwaze ku Ocalan bêbandor bike.

Dewletê cara yekemîn di sala 1972'yan de Ocalan kire hedef

Êrîş û hewldanên dijberê Ocalan ya dewletê cara yekemîn di salên 1970'an de beriya ku hîn PKK nehatibû damezirandin derket holê. Ocalan wê demê di nav lêgerîna rêxistinî debû û nêzikê hezên çepgir tev digeriya. Di sala 1972'yan de jî serkêşiya çalakiya şermezarkirina darvekirina Denîz Gezmîş û hevalên wî kir. Ocalan ji ber vê meşê berpirsiyar hate dîtin û di 31'ê Adara 1972'yan de dema ku li Zanîngeha Enqereyê beşa Siyasalê xwendekarbû hate girtin û 6 mehan di girtîgehê de ma. Ji ber vê buyerê dewletê Ocalan di bin çavan de girt û her tim şopand.

Di bin şopandina MÎT'ê de bû

Ocalan di pêvajoya damezirandina PKK'ê de jî ji aliyê MÎT'ê ve ji nêz ve hate şopandin. Endamê MÎT'ê Pilot Necatî, kete nav koma avakar ya PKK'ê. Lê ev yek ji aliyê Ocalan ve dihat zanîn lewma wan Pîlot Necatî îdare kirin. Bi vê yekê dewletê digot qey PKK di bin kontrola wan de ye. Heta ku dewlet nebe xwediyê şikê di "vegera li welat" de jî Ocalan Pîlot Necatî hilda cem xwe û çû Agiriyê. Dewlet bi rihetiya "Ocalan di bin kontrola me de ye" tevdigeriya lê Ocalan jî bi tedbirên ku Pilot Necatî îdare dike di heman demê de PKK saz kir. Piştî avabûna PKK'ê û domandina xebatên siyasî dewletê kir nav hewldanên tasfiyekirina fîzîkî. Ji bo vê yekê ewil hevalên Ocalan hedef hatin girtin. Ji reberên PKK'ê Hakkî Karer ji ber vê hewldanê di 18'ê Gulana 1977'an de hate kuştin. Bi vê riyê dewletê dixwest ku rêxistinê eşkere bike û riya îmhakirina fizikî veke. Lê ev yek bû sedema avakirina partibûnê û zedekirina xebatên siyasî. Lewma dewlet kete nav hewldanên cuda.

Yek ji sedemê darbeya leşkerî Ocalan bû

Dewletê li hemberê muxalefeta civakî êrişên xwe zedetir kir û di encama vê yekê de jî 12'ê Îlona 1980'an de darbeya leşkerî hate li darxistin. Darbekeran da zanîn ku wan "ji bo yekîtî û giştîbûna Tirkiyeyê" dest daye ser rêveberiya Tirkiyeyê û di 5'emîn belavoka MGK'ê de jî armanca darbeyê bi gotinên wekî, "bi dawîkirina terora hilweşan û cudaxwaz" dihat eşkere kirin. Bi van gotinan jî dihat nişandayin ku li gel muxalefeta civakî di armanc û hedefa darbeyê de tevgera kurd û Ocalan jî cîh digere. Ji ber ji ber vê yekê di nav dema darbeyê de bi sedan reberê PKK'ê û sedan sempatîzanê wî hatin girtin û rastê hovanî û wahşeta zindana Amedê hatin. Ocalan ji ber pêşditina xwe ji darbeyê xilas bibû û derbasê qada Rojhilata Navîn bibû û vê yekê PKK'ê ji tasfiyekirinê xilaskiribû.

Bi tonek bombe Ocalan hedef girtin

Piştî ku Ocalan bi dest neket û li gel tasfiyebûna hemû rêxistina PKK mezin bû, êrişên li hemberê Ocalan zedetir bû. MİT bi armancek sereke ji bo ku Ocalan bi dest bixe bê bandor bike an jî bikuje hemû derfetên xwe bi kar anî. Lê hemû hewldanên bê bandorkirina Ocalan ya di nav PKK'ê û li derve yê PKK'ê bi encam man. Dewletê piştî vê yekê jî biryara ji holêrakirina Ocalan da. Di vê navberê de jî bi Ocalan re diyalog dihatin kirin û daxwaza agirbestan ji Ocalan dihat kirin. Îlankirina agirbesta yekemîn ku di sala 1993'an de bê encam mabû Ocalan di sala 1995'an de cardin ji bo ku şans bide aştiyê agirbest îlankir. Ji bo domandina agirbestê hevditinên bi Ocalan re dihatin domandin. Lê di heman demê de jî derket holê ku dewlet di nav amedekariyên suikastek li hemberê Ocalan de jî. Di 6'ê Gulana 1995'an de rast e rast bi fermana Serokwezîra demê Tansu Çiller, li dijî Ocalan suikast hate pêk anîn. Di itirafên Serokê Daireya Konturterora MİT'ê Mehmet Eymur ên ku di çerçoveya lêpirsina Ergenekonê de anîbû ziman li di suikasta li hemberê Ocalan de tonek bombe hatibû bi kar anîn. Lê Ocalan ji vê suîkastê jî filitî.

Neyartiya dewletê ya bi Ocalan re dibû sedema şerekî heremî

Dewlet ji înada xwe ya Ocalan venegeriya. Ji ber stratejiya, "Serî biçe cendek dê bimre, Ocalan bêbandor be PKK dê tasfiye bibe" êrişên li hemberê Ocalan domandin. Di sala 1998'an de jî şopandina bê navber ya li hemberê Ocalan dest pêkir. Tirkiye ji bo vê yekê bi Suriyeyê re hate sînorê şerek heremî. Fermandarê Hêzên Bejayî yê demî Orgeneral Atilla Ateş, 16'ê Îlona 1998'dan de li Sinorê Suriyeyê ji bo derxistina Ocalan ya ji Suriyeyê gefan li suriyeyê xwar û got ger ku gav neyên avêtin dê bikevin şer. Beriya vê geşedanê jî disa li ser daxwaza Tirkiyeyê di 1'ê Îlona 1998'an de agirbest hatibû ilankirin. Ocalan ji ber van gefxwarina ji bo ku şer dernekeve Suriye terikand û ji bo çareseriya siyasî berê xwe de welatên ewropayê. Lê li tu derê cihanê nehate hewandin. Tirkiye, MOSAD û CİA'yê li hemberê Ocalan di nav welatên Ewropa, Rusya û Yunanistanê şopandinek bê hempa û bê navber dan destpêkirin. Ocalan ji bo ku Îtalya jî di tengezariyê de nemîne di destpêka meha sibata 1999'an de Romayê terikand. Di 15'ê Sibata 1999'an de jî paytexta Kenya Nairobi'yê rastê operasyonek hevpar ya MÎT, CIA û MOSAD'ê hat. Ger ku hevalên Ocalan ketibûna nav pêvçûnek çekdarî amedekariya îmhakirina Ocalan jî hatibû kirin.

Di bin tehdida darvekirinê û çalakiyên neyartiyê de ma

Ocalan dema hate girtin jî li gel hemû tiştî hewldana xwe ya aştiyê domand. Lê li gel vê yekê Ocalan rastê tehdîdên darvekirinê hat û li çar aliyê Tirkiyeyê li hemberê Ocalan çalakiyên neyartiyên hatin bi rêxistinkirin. Disa jî Ocalan di navbera 1999-2004'an de 5 sal bê navber pêvajoya agirbestê îlankir. Ocalan di nav vê demê de jî hertim rastê zimanek rîjît hat û bi hikûmeta AKP'ê re jî hevdîtinên ku bi Ocalan re dihatin li darxistin di sala 2002'an de hatin birîn. AKP'ê tecrîdê wekî politikayek pêk anî. Piştî ku di sala 2004'an de cardin pêvçûnan dest pêkir, hikûmeta AKP'ê têcrîdê vegerand êrişên cur bi cûr. Ewil di 1'e Adara 2007'an de derket holê ku Ocalan hatiye jehrîkirin. Vê bûyerê hemû kurd rakirin ser piyan û li heremê bi rojan çalakî hatin li darxistin. Hikûmeta AKP'ê li ser van bertêka beriya hilbijartinên 2007'an de bi zimanê xwe aloziyê derxist.

Ocalan rastî êrîşa fizikî hat

Cardin di sala 2008'an de êrişên li ser Ocalan zêde bûn. Di Tirmeha 2008'an de Ocalan li girtîgeha Îmraliyê rastê êrişê hat û porê Ocalan bê daxwazî wî hate kurkirin. Ev yek jî bû sedema bertêkan. Lê herî dawî disa çend şunda di Kewçêra 2008'an de Ocalan di hucreya xwe de cara yekemîn rastê êrişa fizikî hat. Ev yek jî bû sedema înfialê. Kurd rabûn ser piyan bi rojan daneketin malên xwe. Herem seranser di bin agir de ma di encama bûyeran de li Bazidê civanek ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Di demek wiha de Erdogan ji bo ku îradeya kurdan bişkîne çû heremê û Amedê Erdogan bi kolanên vala yên bi sergo pêşwazî kirin.

Di televizyona cemaatê de li hemberê Ocalan senaryoya suîqastê

Li gel van pêkutiyan dewlet neçar ma ku di tebaxa 2010'an de bi Ocalan re hevdîtinan pêk anî. Ji aliyê din ve jî dewlet kete nav hewldana tasfiyekirina PKK'ê. Ji ber vê yekê Ocalan ji hevdîtinan vekişiya lewma jî cardin rastî pêkutî û êrîşan hat. 6 Hefte ne tu hevdîtin bi Ocalan re nayên kirin û êdî kurd ji ber ewlekariya wî di nav fikaran de ne. Ji aliyê din ve jî salek ewil di televizyona cemaatê Samanyolu TV'ê di rêzefilma bi navê "Kollama" de senoryoyek ku Ocalan li girava Îmraliyê rastî hewldanê suîqastê de nîşan da. Ev televîzyon bi senoryayên xwe yê ku di jiyanê de ji aliyê hikûmetê ve tên pêkanîn tê nasîn.

(sa)


Bêjeyên Miftehî