1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dîroka 2 hezar û 200 salan winda dibe
Dîroka 2 hezar û 200 salan winda dibe,dîroka,2,hezar,û,200,salan,winda,dibe

Dîroka 2 hezar û 200 salan winda dibe

A+ A-

22.10.2011 / SADIK TOPALOGLU

SEMSÛR (DÎHA) - Li navçeya Kolikê ya Semsûre Keleha dîrokî ya 2 hezar û 200 salan ji ber xetereya hilweşînê ev 6 meh in ji serdanan re hatiye girtin. Lê gelek aliyên kelehê hilweşiyaye û ji bo parastina keleha dîrokî jî ancex beriya 3 mehat xebat hate destpêkirin.

Keleha Kevn a Kolîkê ku beriya 2 hezar û 200 salan li gundê Kolîka Kevn a navçeya Kolîkê ji aliyê Qraliyeta Komageneyê vê hatiye çêkirin. Keleh ji aliyê şaristaniyên wekî Komagene, Hîtît, Roma û Memlukan ve hatiye bikaranîn û heta 926'an jî hatiye bikaranîn.

Keleh 20 kîlometre dûrî Kolikê ye û li ser zinarên 300-350 metre bilindbûna wan hene hatiye çêkirin û di warê dîtbarî de gelek balê dikêşe. Tenê deriyeke ketina kelehê heye û di hundirê kelehê de jî sûk, cihên bazarê, mizgeft, sarincên avê, zindan û nivîstek jî hene. Li vir berhemên herî girîng riya pêlekan a 400 metreyan ku heta çemê Kolikê diçe ye. Ev rê ji bo pêdiviya avê ya kelehê bê bicihanîn hatiye çêkirin. Dîsa li ser zinarê başûrê kelehê jî bi yewnanî der barê paytexta Komageneyê Arsemeia û Qral Antiochos de agahî tê dayîn.

Ji bo gundiyan û xwendekaran xetere ye

Keleha Kolîkê di 2005'an de ji ber xetereya hilweşînê ji serdanan re hate girtin û 6 salan wisa ma. Ancax beriya 3 mehan dest bi restorekirina kelehê hate kirin. Lê gelek diwarên kelehê ji ber şert û mercên zivistanan hilweşiya. Kevirên ku ji kelehê dikevin û heta gundê Kolika Kevn diçin ji bo gundiyan dibe xetereye mezin e. Dîsa ji bo xwendekarên Dibistana Seretayî ya Kocahîsarê ku 100 metre derveyî deriyê ketina kelehê ye jî xetereyeke mezin e.

'Heke li Antalyayê ba dê demeke kin de bihata restorekirin'

Midûriyeta Abîde û Roloveyê ya Dîlokê ji bo restorekirina kelehê xebat da destpêkirin. Tê gotin ku dê heta 2012'an xebat bi dawî bibe lê her çiqas wisa tê gotin jî ji ber ku di nava 6 salan de gelek diwarên kelehê hilweşiyane ev dem dê dirêj be. Gundiyeke ku nexwest navê xwe bide der barê mijarê bi gotina "Heke ev keleh ne Mezopotamyayê li Antalyayê ba heta niha hatibû restorekirin" nerazîbûna li hemberî xemsariyê anî ziman. Welatiyê bi navê Ziya Kantik ê ku di Ebatên restorasyona kelehê de dixebite jî diyar kir ku keleh ji ber xemsariyê hilweşiya ye.

(sa)