1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dîroka kurdan li Başûr qedexe ye
Dîroka kurdan li Başûr qedexe ye,dîroka,kurdan,li,başûr,qedexe,ye

Dîroka kurdan li Başûr qedexe ye

Li Herêma Federal a Kurdistanê lêkolînên li ser dîroka kurdan sûc e!

A+ A-

Xwendevana pola dawî ya fakulteya zanistên civakî ya Enqerê Gulen Kiliçoglu bi hinceta ku ji ber çûye Herêma Federal a Kurdistanê û li wê derê dîroka kurdan lêkolîn kiriye bi îdîaya ew endama rêxistinê ye 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji ber ku daxwaza Kiliçoglu ya parastina bi zimanê zikmakî nehat qebûlkirin jî Kiliçoglu bê parastin hat mehkumkirin.

Doza xwendevana pola dawî ya fakulteya zanistên civakî ya Enqerê Gulen Kiliçoglu ku ji ber li Herêma Federal a Kurdistanê dîroka kurdan lêkolîn kiriye bi îdîaya endama rêxistinê ye hatibû vekirin li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. Kiliçoglu û parêzerê wê Mesut Beştaş tevlî rûniştinê bûn.

Di rûniştinê de daxwaza Kiliçoglu ya parastina bi zimanê zikmakî ku ev 13 celse ne tê redkirin careke din nehat qebûlkirin. Heyeta dadgehê ev daxwaz wekî; "Bersûc xwest parastina xwe bi zimanê ku em difikirin ku kurdî ye bike" derbasî girtekan kir. Meqama îdîayê mûtalaya xwe ya der heqê esasê de dûbare kir û xwest Kiliçoglu bê cezakirin.

Parêzer Mesut Beştaş jî diyar kir ku mûwekkîlê wê bi pasaportê derbasî wê herêmê bûye û di warê ku mûwekîlê min derbasî herêmên navborî bûye de tu delîl tune ne û got; "Ji ber mûwekkîlê min xwendevan bû çûye Bakurê Iraqê û ji bo lêkolînekê çûye wê herêmê."

Dadgehê bêy parastin ew mehkum kir

Daxwaza Kiliçoglu ya parastina bi zimanê zikmakî ku ev 13 celse ne tê redkirin jî careke din nehat qebûlkirin. Piştî kurtenavberekê heyeta dadgehê bi îdîaya ew endama rêxistinê ye 6 sal û 3 meh cezaya girtîgehê li Gulen Kiliçoglu birî.

(ak)