Dîroka Kurdistanê bi wêneyan hat neqişandin
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê YRA’yê destnîşan kir ku di pêşengeha “Ji Sinê heta Kobanê” de wêneyên her çar parçeyên Kurdistanê pir dişbihîn hev, hem komkujî yek bû û hem jî heman berxwedanî hatiye kirin.
Hevserokê Yekîtiya Ragîhandina Azad a Rojavayê Kurdistanê (YRA) Ekrem Berekat derbarê pêşengeha Kurdistanî ya “Ji Sinê heta Kobanê”, encamên ku jê derketin û bandora wê li ser wijdanê kurd û pênasekirina berxwedaniya gelê Kurdsitanê de bersiva pirsên ANHA’yê da.
Armanca ji lidarxistina pêşengeyeke wiha çi bû û çiqasî encam bidest xist?
Wekî rêveberiya Yekîtiya Ragîhandina Azad a Rojava me xwest em di warê piştevaniya berhemên rojnamevanî û wênekêşiya Kurdî û hem jî derxistina berxwedana dîrokî ya gelê Kurd di xeta Sinê heta Kobanê tê naskirin gavekê bavêjin. Me xwest ku bûyer û rûdanên li Kurdistanê qewimîne di yek pêşengehê ango di yek salonê de bi belge bikin û nîşanî her kesî bikin. Dijminan Kurdistan parçe kiriye, me di diyar kir ku yek e. Me berxwedaniya nû û kevn bi hev girê da û raxist ber çavan.
Ev du meh in em amadekariyên vê pêşengehê didin meşandin, me ji her kesî re da xuyakirin ku wêneyên xwe bişînin da ku pêşengeheke wiha li ser asta çar parçeyên Kurdistanê lidar bixin. Li ser vê yekê me têkilî danîn. 962 wêne ji çar parçeyên Kurdistanê hatin, ji wan 77 ji bo pêşandanê ji aliyê Komîteya Hilbijartina Wêneyan hatin neqandin.
Balkêş bû ji her kesî re ku hemû wêneyên berxwedaniya Kurdistanê dişbihîn hev. Tişta li Rojhilat hatiye kirin, li Başûr, li Bakûr û li Rojava jî pêk hatiye. Di van wêneyan de ev rastî derket holê ku berxwedaniya gelê Kurd her yek e û dijminan her ew tundî li ser kurdan daye meşandin. Bi heman rêbazan êrîş, komkujî, êşkence û binpêkirin li dijî kurdan pêk hatine û heman berxwedaniya ji bo mirovahiyê hatiye nîşandan. Li parçeyê azad Rojavayê Kurdistanê me ev pêşengeh lidar xist û berxwedaniya gelê Kurdistanê ji vir hat danasîn.
Gelek kesan berxwedaniya Rojhilat a 1988’an jibîr kiriye an jî nebihîstiye. Gelo pêşengehê dikarîbû berxwedaniya Sinê bide naskirin û di wijdanê Kurd de careke din bide vejandin?
Hêzên dewletî yên desthilatdar her tim li dijî Kurdan komkujî kirine û rastiya van komkujiyan veşartine û hem jî berovajî nîşan dane. Dewleta Tirk niha li Bakûrê Kurdistanê jî heman tiştî li dijî gelê Kurd dike. Berxwedaniya Sinê ku li Rojhilatê Kurdistanê hatiye kirin, hê jî gelek kes hene nebihîstine an jî ji dûr ve nas dikin, lê tu caran neketine hundirê wê. Hin wêneyên ku me pêşan dane, vedigerin beriya 50 salî. Kesên ku kişandine jî şehîd bûne. Bi saya kesên xwedî xîret û welatparêz ev wêne heta niha mane û îro jî rastiyeke mezin derdixin holê. Di dîrokê de mînakên vê pir kêm in Ji xwe armanca me jî ew bû ku berxwedaniya Kurdan tu caran winda nemîne û hertim di wijdan de be. Berxwedaneke ku encax were jiyankirin e. Di vê salonê de her çar parçeyên Kurdistan bubûn yek.
Pêşengeh di atmosfereke çawa re derbas bû. Mêhvanên ku serdan kirin û li wêneyan dinerîn çi digotin, çawa wateya wan şîrove dikirin û hestên çawa hatin jiyîn?
Wesifandina vê yekê hinekî zehmet e. Generalên biçûk, kevirên wan di destê wan de û li hemberî panzêrên dagirkeran disekinin. Zarokên ku dilê xwe di destên xwe de radikin. Lehengî û hêviya pêşerojên azad a ku di çavên wan zarokên agir û rojê de diteyîsî, ode ronî dikir û bi mirov re diaxivîn. Mirov ber bi têkoşînê ve dibirin, dawetî tekoşîn û rojên azad dike.
Li salona pêşengehê ev xeyal bi mirov re dihatin jiyîn. Kesên ku hatin û serdan kirin pir şewq mabûn. Hin dayîkên ku li wêneyan nerîn diketin nava hestên jiyana wê demê û pêre digiriyan. Bûyera zindî ya van wêneyan ku nayê mirandin derdiket ber çavan. Wêneyên her çar parçeyan di nava hev de hatibûn daliqandin. Kesên ku li wan dinerîn digotin “Me li wêneyên berxwedaniya Rojava dinerîn û diketin nava dema wê wêneyê. Ji nişkave me dît ku em li Bakûr, Rojhilat û Başûr in. Kesên ku wêneyên li pey hev hatine rêzkirin dinerîn ev tişt jiyan kirin. Tê de diyar dibe ku dijminan çiqasî Kurdistan parçe kirine, lê yek welat e.
Hûn di rojên pêş me de li Kobanê jî heman pêşengehê vedikin, gelo wê li tu deverên din jî pêşengeh were vekirin?
Li gorî bernameya me, di 28 û 29’ê çileyê de li kantona Kobanê ev pêşengeh tê vekirin. Hem ji bo bîranîna salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyan û hem jî pênasekirina berxwedana gelê Kurd ji hemwelatiyên Kobanê re ye.
Kurdên me yên Ewrûpayê ku bi riya dezgehên çapemeniyê ev pêşengeh şopandin. Daxwazeke wan wiha heye ku li wir jî were pêşkêşkirin. 4 rojnamevan kurd jî têkilî bi me re kirin ku em wêneyan ji wan re bişînin da ku li wir pêşkêş bikin. Eger derfet çêbibe û astengî dernekevin em ê li Başûrê Kurdistanê jî vê pêşengehê vekin. Rojnamevan û buroyên çapemeniyê yên li Bexdayê jî jî ev daxwaz kirin ku li Bexda pêşengeh were lidarxistin.
(he)
ANHA
