1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. `Dîroka rastî nehatîye nivîsandin`
`Dîroka rastî nehatîye nivîsandin`,dîroka,rastî,nehatîye,nivîsandin

`Dîroka rastî nehatîye nivîsandin`

Zîlan: Dîroka jinê û kurdan a rastî nehatîye nivîsandin

A+ A-

Li Duhokê û Şengalê ji bo 8’ê Adarê sêmîner û civîn hatin lidarxistin. Di semînera li Dûhok de Endama Encûmena Jinên Azad Zîlan diyar kir ku dîroka jina kurd û gelê kurd a rastîn nehatiye nivîsandin. Zana xwest jin li dîroka xwe xwedî derkevin.

Encûmenên Jinên Azad li Duhokê û Şengalê têkildarî 8’ê Adarê semir û civîn pêk anî. Di sêmînera ku li Nûnertiya Rexistina Elend a Duhok pêk hat de bi 10’an jin beşdarbûn. Li salona semînerê wêne û posterên jinên jiyana xwe ji dest dane li darxistin. Dîsa pankartên “Rêber Apo azad bikin davîya komkujiya çandî, aborî û sîyasî bînin” hate daliqandin. Jinan bi rêzgirtinê dest bi semînerê kir. Di semînerê de Endama Encûmena Jinên Azad Zîlan axifî û li ser dîroka jinê û 8'ê Adarê agahî da. Zîlan, diyar kir ku heta niha dîroka jina kurd û gelê kurd rast nehatiye nivîsandin û wiha got: “Di dîroka gelê kurd de jinên wekî Lêyla Qasim, Besê, Zarîfe, Zîlan û Berîtanan hene. Ayşe Şan, Meyrêm Xan û gelek jinên din jî di milê çandî de di dîrokê de cihê xwe girtine. Divê em li çanda xwe jî xwedi derkevin. Niha çanda ewropa li Duhokê heye. Divê em rê li pêş vê yekê bigirin.

‘Medya dagirker hem Rêber Apo û hem jî jinên rêş dike'

Zîlan, bal kişand ser helwesta medya serdest û anî ziman ku medya her tim dixwaze têkoşîna jinan û jinan û dîsa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan reş bike. Zîlan, xwest jinên kurd van lîstikan vala derxin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Vîyan Mayî jî axivî û da zanîn ku jin dê bi têkoşînê azadiya xwe bi dest bixin. Mayî ji bo beşdarwanan helbesta “Êdî wêre” xwend. Pişt re jinan “Jin jîyan azadi” berz kirin.

Li Şengalê jî civîn hate lidarxistin

Li Gûndê Girşebek a Şengalê jî Meclîsa Jinê ya Tevgêra Demokratîk a Êzdîyan (TEVDA) ji bo 8’ê Adarê civînek li dar xist. Di civîne de Endama Meclîsa Jinan ye TEVDA Nergîz Îbrahîm axivî. Îbrahîm derbarê dîroka jinê de agahî da beşdarwanên civîne û got “Pêwistiya hevsengîyeke di navbera jin û mêr de hebê û divê jin û mêr mafê xweza ye civakî biparêzin û azadîya xwe azadîya hevidû de bibînin” Jinên beştarî civînê bûn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û xwestin tecrîd bi dawî bibe.

Nûçe û Dîmen: Nûçegîhanê dildar

(mk/mae)