1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Dîsa Nacî Itrî Serokwezîrê Sûrî ye
Dîsa Nacî Itrî Serokwezîrê Sûrî ye,dîsa,nacî,itrî,serokwezîrê,sûrî,ye

Dîsa Nacî Itrî Serokwezîrê Sûrî ye

A+ A-

ŞAM (Amîda Kurd)- Piştî serhildanên 2 heftiyan ku li Sûrî soza reforman hate dayin û 200 girît hatin berdan, tê gotin ku dê 2 hezar giriyên din jî bên berdan û hikûmetê jî îro îstifa kir. Lê îro ji yek milyonî zêdetir kes li Şam, Heleb, Hisiça û bajarên din derketin kolanan û destek dan Beşar El Esadî.

Li gor nûçeyan Serokdewletê Beşar El Esed îstifaya hikûmetê qebûl kir. Lê ajans radigihînin ku piştî îstifaya Serokwezîr Nacî Itrî, Beşar El Esad careke din ew peywirdar kir ji bo ku hikûmeteke nû ava bike.

Peywirdarkirina dubare ya Nacî Itrî ji ber desteke girseya îro pêk hat an ev lîstikek Şamê bû nayê zanîn, lê Nacî Itrî yê ku ji sala 2003'an ve Serokwezîr e, ji bo demeke din dîsa hat peywirdarkirin û li Sûrî piştî ku 1 milyon kes daket kuçeyan û destek da Beşar El Esad, dê serhildan çawa bidomin mijara meraqê ye.

Ji ber bûyerên dawî çavên cîhanê li ser Sûrî û hemleyên Beşar El Esadî ye.

Amîda Kurd