1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Dîsa rê li ber hevdîtinan girtin
Dîsa rê li ber hevdîtinan girtin,dîsa,rê,li,ber,hevdîtinan,girtin

Dîsa rê li ber hevdîtinan girtin

A+ A-

Hevdîtina parêzeran ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wekî hefteyên din dîsa bi hinceta "muxalefeta hewayî" hate asteng kirin. Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, ku ji bo hevdîtinê çûbû Gemlîkê diyar kir ku, ji ber astengkirina parêzeran ew bi guman in.

Ji parêzerên Buroya Hiquqê ya Asrinê Omer Guneş, Muharrem Şahîn, Şaziye Onder û Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk ji bo ku bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya hefteya borî bi hinceta "muxalefeta hewayî" pêk nehatî, pêk bînin hatin navçeya Gemlîkê ya Bursayê. Parêzerên ku ji bo biçin Îmraliyê çûn Fermandariya Cendermeyan ya Gemlîkê serlêdan kirin bi hinceta "Muxalefeta hewayî" nebirin Girava Îmraliyê. Piştî bersiva serlêdana neyînî parêzer ji Gemlikê vegeriyan.

Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, piştî hevdîtina bi Ocalan re cara 3'yemîn hate asteng kirin nirxandin kir û anî ziman ku, wekî tê zanîn li Îrmaliyê hinek hevdîtin tên kirin û divê hevdîtin bidome û wiha got: "Ji bo ku ev muzakere hêj bi ewlehî bên meşandin divê şert û merc bên sererastkirin." Tugluk, bal kişand ser rola Ocalan ya aştiyê û da zanîn ku ji bo vê yekê hepsa malê wê gavekî bi bawerî be û wiha axivî: "Lê di van şertan de ked kêm dimîne û têrê nake. Ji xwe bi sînor hevdîtin pêktên. Wan jî bi van hinceta asteng dikin û ev yek rewşekî ne başe. Ez bi xwe bi midûrê girtîgehê re axivîn û got tu rewşa hewayî tuneye. Lê gotin wê piştî nîvro rewşa hewayî ne baş bibe û ev yekê meteorolojiyê ji wan re gotiye. Ev yek rewşekî ne başe. Yek jî di pêvajoyekî wisa de hevdîtina parêzeran tê astengkirin bi gumane."

Tugluk got, "Ez li cihê dewletê bim cihê van hevdîtinan sînor, asteng bikim wê zêdetir bikim" û diyar kir ku, di vê mijarê de ew wekî KCD wê li her platformê vê yekê bînin ziman. Tugluk wiha pê de çû: "Em nêzîkahiya li hemberî vê yekê wekî nêzîkahiya li hemberî pirsgirêka Kurd dibînin. Ji ber ber vê yekê em êdî naxwazin hevdîtinên bi sînor neyên astengkirin." Tugluk, bilêv kir ku ew wê ji bo Çarşemê biçin gravê wê careke din serlêdanê bikin.

ANF NEWS AGENCY