1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. DÎSÎD ji bo jinan tevli jiyana aboriyê bike qursan vedike
DÎSÎD ji bo jinan tevli jiyana aboriyê bike qursan vedike,dîsîd,ji,bo,jinan,tevli,jiyana,aboriyê,bike,qursan,vedike

DÎSÎD ji bo jinan tevli jiyana aboriyê bike qursan vedike

A+ A-

ŞERÎFE ORUÇ

AMED (DÎHA) - Komeleya Mirovên Kar û Pîşesazan a Amedê bi boneya bêtir jin di nava qada kar û aboriyê de cih bigire bi kongreyê navê xwe guhertin û li şûna "Zilamên Kar", "Mirovên Kar" bi cih kirin. DÎSÎD bi vê biryarê armanc dike ku jinan bêtir tev li qada aborî û karsaziyê bike û ji bo vê yekê plan dike ku ji bo jinan qursan veke.

Komeleya Mirovên Kar û Pîşesazan a Amedê (DÎSÎAD), di 21'ê kanûnê de kongreya xwe pêk anî û di kongreyê de navê xwe guhert. Komeleyê li dijî hişmendiya zilam li şûna "Zilamên kar" gotina "Mirovên kar" bi cih kir û rêziknameya komeleyê guhert. Komeleyê bi boneya bêtir cih bide vîn û gotina jinê, her wiha jin karibe di qada karsaziyê de rol û misyonê xwe bilîze biryar da ku rêziknameyê biguhere. Endama Rêveberiyê ya DÎSÎD'ê Fîlîz Bedîrhanoglu diyar kir ku li Amedê gelek tevgerên mezin ên jinan hene û bi awayekî çalak di nava siyasetê de cih digirin. Bedîrhanoglu da zanîn ku jinên di qada siyasetê de cih digirin, zêde di qada kar û karsaziyê de cih nagirin. Bedîrhanoglu destnîşan kir ku hêj nû saziyên jinan ji bo debar û îstîhdama jinan li Amedê projeyan pêş dixin û wiha got: "Ev ne projeyên ku tenê çend jin bên cem hev û karekî biçûk bikin. Ji bo ku jin di qada civaki û aborî de xurt bibe, divê hemû rêxistinên sivîl, şaredar, rêveberiyên herêmî, saziyên debarê, komeleyên kar li hev kom bibin û ji bo vê qadê xebatê bimeşînin. "

'Ji bo hêjmara endamên jin zêde bibe dê xebat bê meşandin'

Bedîrhanoglu destnîşan kir ku DÎSÎD hem di qada civakî û hem jî di qada aborî de hestiyariyek mezin nîşan dide û wiha berdewam kir: "Komeleya Zilamên Kar û Pişeyî ya Amedê" wekî "Komeleya Mirovên Kar û Pîşesaziyê ya Amedê" hat guhertin. Niha endamên me yên jin ne pir zêde ne. Lê her ku diçe hêjmara endamên me yên jin zêde dibin. Di vê qadê de jin êdî di nava piştevaniyekê dene. Em dê bi saziyên jinan re xebatên hevpar bimeşînin û em dê endamên xwe yên jin zêdetir bikin."

'Piraniya jinan karkerên malan ên bê pere ne'

Bedirhanoglu da zanîn ku hêj nû buye rêvebera saziyê û di Lijneya Hewldana Jinan û hin saziyên jinan ên sivîl de li ser debar û îstîhdama jinan xebatê dimeşînin û wiha berdewam kir: "Jin bi piranî li malê dixebitin. Karkerên malê yên bê pere ne. Der barê karsazî, debar, bazar û perwerdehiyê de agahiya wan kêm e. Ji ber ku jin di vê mijarê de nayên perwerde kirin. "

'Em ê navenda jinan bê avakirin'

Bedîrhanoglu, destnîşan kir ku dê di 3 merhaleyan de jinan bikin xwedî pîşesazî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berî her tiştî jinên ku bixwazin têkevin nava hewldana karsaziyê dê di berperdehiyê re derbas bibin. Dê di nava DÎSÎD'ê de Navenda Jinan bê sazkirin. Li Amedê piştî jin beşdarî siyasetê bûn aliyê zilam ê feodal pûç bû. Lê hêj cesaret lazim e. Niha jin bêtir karên kuaforî, aşxane û karên hundir dikin. Lê di aliyê karsazî û debarê de tu karî nakin. Divê êdî jin bibin xwedî karsazî û pîşesaziyê. Ji bo jin bibin karsaz, fînans, çawa kar ava bikin her wiha çawa bazarê bikin em dê navendê ava bikin û hemû alîkarî û piştgiriyê bidin jinan. Em bang li jinan dikin ku ji rîskê netirsin. Bila serî li cihên eleqeder bidin. Bila gavên wêrek bavêjin."

(mae/wk)