1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Dîwana Feqiyê Teyran
Dîwana Feqiyê Teyran,dîwana,feqiyê,teyran

Dîwana Feqiyê Teyran

A+ A-

Dîwana helbestkarê Kurd ê klasîk, feqiyê dilan, Feqiyê Teyran, a ku ev ji zû ve bû gelek kesan çaverê dikir, li dû lêkolîn û amadekirina tijî zorî û zehmetî ya Seîd Dêreşî, bi tîpguhêziya ji tîpên Erebî bo tîpên Latînî ya Dewlet Elî û bi edîtoriya Kawa Nemir, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate çapkirin. Ev xebata Seîd Dêreşî ya berfireh a li ser kuliyata Feqiyê Teyranê helbestkarê Kurd ê efsaneyî, der barê sercema berhemên Feqiyê Teyranê yek ji sê gewreyên helbestkar ên Kurd de, ku mirov bi hûrgilî li berhemê binihêre, mirov dikare pirr bi hêsanî bibêje ku dê di vî warî de valahiyeke gelekî mezin dagire, çewtî û talana li ser berhema Feqiyê Teyran ji navê bibe, rastiyê dabîn bike û bo niha niqteya dawî dayne ser vê babeta ku gelek lêkolîner, lêgerîner û nivîskaran bê belge û sened bi vir de bi wê de birine û anîne.

Nivîskar û lêkolînerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê, Seîd Dêreşî, di nava xebata xwe ya lêkolînê ya li ser Feqiyê Teyran a bêtirî deh salan re, ji bo ku dîwana Feqiyê Teyran a kok û kamil bide hev, xwe gihandiye bêtirî heştê destnivîsên ku di nava bi sedan salan re ji ber hev hatine girtin û li welêt û li welatên dereke belav bûne, ji bo ku deqên yekgirtî yên berhemên Feqiyê Teyran, Beyta Şêxê Sen’anî,Bersîsê ‘Abid, Beyta Zembîlfiroş, Beyta Dimdim, Beyta Dilî, Helbesta Berêkanê, Ey Av û Av, Îro Ji Dest ‘Husna ‘Hebîb, Îro Werin Lêzim Werin, Feqe û Bilbil, Ellah Çi Zatek E’hsen e, Qewî Îro Ze’îfhal im, Bi Çar Kerîman, Ellah Se’hergeha Ezel, Ez Çi Bêjim?!, Ay Dilê Min!, Ey Dîlberê Ey Dîlberê, Bizan Ku Min Yar Tu yî, Ji Rengê Dilbera ‘Hurî, Xudawenda Gunehkar im, Di Xewna Xo Da Min Dî Gulek, Ordeka Ava Cizîrê, ‘Ebdiyel’isyan, Ji ‘Işqa Te û Fesla Biharê Cennetê pêk bîne, xebateke bê hevta dilsozane kiriye û êdî piştî vê berhemê, dê xwendevanên Kurd û lêkolîner, nivîskar û dîroknasên wêjeyê yên Kurd bişên encamine zelaltir, watene fesîhtir ji sercema berhema Feqiyê Teyran derxin.
Dîwana Feqiyê Teyran a ku tevî pêşgotineke berfireh a li ser jînenîgariya Feqiyê Teyran, nav û bernavên wî yên ku bi riya destnivîsan hatine, li ser zar û zimanan mane, deqên helbestên wî, 2409 têbîniyan, serhatiyên der heqê Feqiyê Teyran de, ferhengeke dorfireh, sûretên gelek destnivîsên peyda bûyî, lîsta jêderan û war û navdaran, sercem 640 rûpel e.
Berhemeke bê hevta, ji Seîd Dêreşî û bi çapeke xweşik ji Weşanxaneya Lîsê!    

Dîwana Feqiyê Teyran
Seîd Dêreşî
Hemû Berhem, 640 rûpel
Weşanên Lîs
Avrêl 2011 - Amed


Bêjeyên Miftehî