1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 'Dîwana Çîrokan' bi eleqeyeke mezin didome
'Dîwana Çîrokan' bi eleqeyeke mezin didome,dîwana,çîrokan,bi,eleqeyeke,mezin,didome

'Dîwana Çîrokan' bi eleqeyeke mezin didome

A+ A-

Projeya "Serê şevê çîrokek, her malek dibistanek" ya Şaredariya Sûrê weke "Dîwana Çîrokan" didome. Vê hefteyê di Dîwana Çîrokan de nivîskarê ermeni Migirdiç Magrosyan, nivîskar û dengbêj di maleke de hatin cem hev û çanda devkî vegotin.

Projeya "Serê şevê çîrokek, her malek dibistanek" ya Şaraderiya Sûrê ya Amedê ku ji aliyê Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş ve pêk tê bi eleqeyeke mezin a gel didome. Proje bi navê "Dîwana Çîrokan" didome. Di çarçoveya biryarên hatine girtin de li taxan xebat dest pê kiriye û bi Dîwana Çîrokan ve çanda kurdî ya bi devkî tê zindîkirin. Di çarçoveya projeyê de vê hefteyê li taxa Savaşê "Dîwana Çîrokan" hate danîn û nivîskarê ermeni Migirdiç Magrosyan, nivîskar Şeymus Dîken, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş, Cîgira Şaredarê Sûrê Gulbahar Ormek, rêveberê KURDÎ-DÊR'ê Muhsîn Tantekîn, ji DİAY-DER'ê Seyda Mehmet Gonden û denbêj beşdarî dîwanê bûn. Demîrbaş û beşdarên din li Taxa Savaşê hatin ba hev û çîrokên kurdî û klam vegotin. Kesên li malê eleqeyeke mezin nîşanê çîrokan dan.

Di dîwanê de nivîsarê ermen Migirdiç Magrosyan wiha got: "Min dixwest îşev bi we re bi kurdî biaxivim lê ev ne di destê min de ye. Min di zaroktiya xwe de kurdî dizanibû. Lê ji ber ku 50 sal in bi kesekî re bi kurdî neaxivîme, min ji bîr kiriye. Îşev her hal ez ê bi kurdî biaxavim. Hûn dibêjin zimanê zikmakî. Min di zimanek din de ev yek qet nebîhistiye. Em dibêjin zimanê dayîkê lê tenê kurd dibêjin zimanê zikmakî. Tiştên ku îşev hatin parvekirin min pir hestiyar kir. Di mehên zivistanê me betanî davêt ser xwe û mezinên me qala salên 1915'an dikirin. Ez niha wan rojan dijîm. Ez pir spas dikim. dilê min her tim bi we re ye."

Piştre şaredar Demîrbaş axivî û wiha got: "Armanca me ew e ku em her şev çîrokeke vebejîn û nîşan bidin ku me paşeroja xwe ji bîr nekiriye. Di heman demê de bi vî rengî di navbera malbatan de têkîliyan jî xurt bikin."

(sa/ft)