1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Dûran Kalkan: Roboskî komkujiyeke kiryar diyar e
Dûran Kalkan: Roboskî komkujiyeke kiryar diyar e,dûran,kalkan,roboskî,komkujiyeke,kiryar,diyar,e

Dûran Kalkan: Roboskî komkujiyeke kiryar diyar e

A+ A-

ANF/BEHDÎNAN 26.12.2013 10:11:50 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan da xuyakirin ku Komkujiya Roboskî 'komkujiyeke kiryar diyar e' û destnîşan kir ku bi komkujiyê re mesaj ji tevgera Kurd re hatiye dayîn. Kalkan got, 'Bi qetilkirina gelê sivîl re gef li me hat xwarin' û diyar kir ku gelê Roboskî bi sekna xwe re ev peyama AKP'ê pûç kiriye.

Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Dûran Kalkan di salvegera komkujiya Roboskî de daxuyaniyên girîng da. Kalkan got, "Bi komkujiya Roboskî re hewl hat dayîn peyama; eger hûn di azadî, di têkoşînê de israr bikin hûnê rastî komkujiyên bi vî rengî werin, bê dayîn. Bi awayekî vekirî gef li me gelê me, gef li me hat xwarin." Kalkan da xuyakirin ku sekna bi biryar a gelê Roboskî ev peyamên AKP'ê pûç kiriye.

Kalkan Komkujiya Roboskî weke 'komkujiyek kiryar diyar' bi nav kir û anî ziman ku komkujiya li Geverê jî karê dewleta paralel e. Kalkan got, "Hêza provokasyonê polîs e. Naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe. Di her firsendê de lêgerînên çareseriya siyasî sabote dikin."

Birêz Kalkan, di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên Tirk 34 ciwanên Roboskî ku di nav de zarok jî hebûn, bi bombebaranê qetil kirin. Di ser re du sal derbas bûn, lê hesabpirsîna ji komkujiyê li aliyekî, kiryar hînê nehatine peydakirin. Hûn vê rewşê hem ji aliyê hiqûqî hem jî ji aliyê siyasî ve çawa dinirxînin? Beriya her tiştî di duyemîn salvegera şehadeta wan de ez hemû şehîdên me yên demokrasiyê yê Roboskî bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînim. Di serî de gelê me yê Roboskî ez sekna serbilind û biryardar a gelê me yê Bostanê bi rêzdarî silav dikim. Bi rastî jî têkoşîneke mezin dan. Bi komkujiya Roboskî re hewl hat dayîn peyama; eger hûn di azadiyê, di têkoşîna demokrasiyê de israr bikin hûnê rastî komkujiyên bi vî rengî werin, ji me û gelê me re bê dayîn. Weke gel û tevgerê, bi awayekî zelal gef li me hat xwarin. Ji xwe li dijî gerîla bi her şêweyên çekan komkujî hatin kirin. Di heman demê de komkujiyên Cûdî rû dan. Bi dehan gerîla bi çekên qedexekirî hatin qetilkirin. Di meha Çileyê de li Besta gerîla hatin qetilkirin. Li qadên din ên Kurdistanê li Xerzanê, li Erzîromê, li Amedê, li Dêrsimê komkujî rû dan.

‘BI QETILKIRINA GELÊ SIVÎL GEF LI ME HAT XWARIN’

Lê belê komkujiya Roboskî xwedî cihekî xweser e. Bi qetilkirina gelê sivîl gef li me hat xwarin. Li hemberî vê bi ratî jî helwesta gelê Roboskî, helwesta malbatên şehîdan, sekna wan bû bersiv. Çi komkujî dibe bila bibe, êrîşkariyek çiqas hovane rû dide bila bide, em di jiyana azad de, di jiyana demokratîk de xwedî biryar in û emê têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bibin serketinê. Me ev yek ji gerîla, ji Rêber Apo, ji partiyê fêm kirin. Em bi biryarin ku tiştên em ji wan hîn bûne bicih bînin, em amade ne her şêweyên berdêlên wê bidin. Di nava dîroka 20-30 salên Tirkiyê de gelek mînakên hatine jiyîn hene. Ti ji wan ji xwe nehatine ronîkirin. Herî dawî jî komkujiya Parîsê heye ku yekemîn salvegera wê nêz dibe. Vê yekê jî qaşo dewleta ewçend mezin dewleta Fransa nikare ronî bike.

TI ALIYEKÎ TARÎ VEŞARTÎ YÊ KOMKUJIYÊ NÎNE

Tevî têkoşîna malbatên Roboskiyî di dozê de ti pêşketin tineye. Hûn vê bi çi ve girê didin?

Ya rast, ti aliyekî komkujiya Roboskî yê bê ronîkirin nîne. Yanî tiştekî wê yê veşartî yan jî tarî nîne. Gelekî baş tê zanîn kê kiriye, çawa kiriye, kê ferman daye. Navê van bi xwe jî di çapemeniyê de derket. Kîjan balafiran bombebaran kirine, kîjan pîlotan bombe kirine, kîjan fermandarê biryargehê ferman daye, kê ferman daye van fermandaran, kîjan vîna siyasî daye; ev hemû tên zanîn. Ev yek yekser di berpirsyariya hêzên şerê birêve dibin, di nava hikûmetê de cih digirin, de ye. Serokwezîr Erdogan bi xwe vê birêve dibe. Ji xwe bînin bîra xwe, di wê demê de dema li Cûdî komkujî rû da û şer hebû Serokwezîr Tayyîp Erdogan li meclîse daxuyanî da û got, 'Em niha êrîşî Cûdî dikin û hesabê wê dipirsin.' Yanî zelal bû ku yê şer bi rêve dibe Seokwezîr e. Yê ku ferman da ew bû. Li Roboskî jî heman rewş heye. Kurd di çarçoveya hiqûqê de cih nagirin. Di statuya mirovên ku xetere ne û divê di bin kontrolê de bên girtin, eger red bikin jî bi her şêweyî dikare zext li wan bê kirin de, cih digirin. Ya tuyê têxe hepsê bêdeng bike, yan jî berde serî tine bike.

Nêzîkatiya sîstema înkar û tinekirinê ya li hemberî Kurdan, mirovê Kurd û gelê Kurd ev e. Lewma polîtîkaya dewletên vê sîstemê bi rêve dibin bû hikûmetên wan dewletan bi rêve dibin jî, ev e. Ji ber vê yekê ti hewldaneke hiqûqî nayê kirin, nikare bê kirin. Ji ber ku hiqûq bi vî rengî ava bûye. Tê gotin, 'Tirkiye dewleteke hiqûqê ye, hiqûqa demokratîk heye' lê hiqûq ji hin derdor, hin qadên li nava sînorên TC tê bikaranîn. Li gorî mirovan, li gorî herêman cihê ye. Dema em vê dibêjin, ji me re dibêjin cihêkarin, lê ji xwe wan cuda kirine. Li devereke din a Tirkiyê bûye, dest ji komkujiyê berdin bêvila kesekî xwîn bûya gelo wê hesabê wê nehatibûya pirsîn? Hiqûqê nehatibûya bikaranîn? Bêguman wê bikar bihata. 34 mirovên ciwan li pêş çavan, bi awayekî plankirî hatin qetilkirin, lê hiqûq vê nabîne, nikare çareseriyê bibîne. Ya rast, hiqûq bi xwe wiha ye.

SEKNA BI RÛMET A MALBATAN MESAJ PÛÇ KIR

Eger hikûmeta AKP bi rastî hinekî demokratîk ûya, alîgirê mafên mirovan bûya dê kemilîbûyîneke siyasî nîşan bida. Dê bi awayekî vekirî xwedî lê derketibûya, berpirsyariya xwe bianîbûya ziman û bi wî rengî birêve biçûya. Yanî bi vî rengî tê gotin; 'ya şaşitî çê bûye, nizanim tiştekî din hatibû dîtin'. Eger bi wî rengî bûya, hingî AKP wê bi wî rengî bigota, berpirsyariya xwe qebûl bikira û ji civakê re vebigota. Rêya vê vekirî bû. Malbatan, gelê Kurd, siyaseta demokratîk, BDP'ê gotin, 'eger bi şaşitî hatibe kirin, bila lêborînê bixwaze'. Balkêş e, bi wî rengî tevnegeriya. Eger bi wî rengî tevbigeriya gelê Roboskî, gelê Kurd amade bû hikûmeta AKP'ê efû bike. Ev yek gelek caran aşkera kirin. Lê belê bi wî rengî tevnegeriyan. Çima? Ji ber ku xwestin mesajekê bidin. Eger bi wî rengî tevbigeriya dê mesaj ji holê rabûya, yanî xwestin gefê gelê Kurd bi taybetî jî PKK'ê bixwin. Bi komkujiyên sivîlan re xwestin gefê li me bixwin û ev komkujî jî li ser vê bingehê bi zanebûn û plan meşandin. Ji ber ku armanca wan ev bû, ketin nava hewldaneke cuda. Hikûmetê lêborîn nexwest, nêzîkatiyek cuda nîşan neda.

Ji bo malbat û gel zêde nerazîbûnê nîşan nedin, bi awayekî veşartî hewldan asteng bikin, lê belê bi zelalî neket nava hewldanekê. Ji ber ku nexwestin mesajê ji holê rkin. Di rewşa heyî de dema civakê li ber xwe da gotin, 'binêrin emê vê bikin.' Bi vî rengî gefa komkujiyê timî zindî hişt. Xwestin di ruh, mejî û bîra gelê Kurd de komkujiyê zindî bike, ku hin derdor ji vê bitirsin. Xwestin tevahiya civak ji vê bitirse, xwe ji têkoşînê vegirin. Sekna bi biryar a gelê Roboskî, sekna bi serbilindî, sekna têkoşer ev mesaj pûç kir. Ji ber vê yekê AKP ket rewşeke tengav.

DILDARIYA AZADIYÊ YA GEVERÊ HEDEF HAT GIRTIN

Di rojên bihurî de li Geverê komkujiyek mîna vê rû da, li hemberî xerakirina gorên gerîla, gel bi çalakiyê nerazîbûn nîşan da. Polîsên dest li çalakiyê werdan sê ciwanên Kurd bi fîşekan qetil kirin. Polîtîkaya dayîna mesajê bi komkujiyan re dewam dike?

Belê dewam dike. Sê welatparêzên Kurd li Geverê hatin qetilkirin. Em wan jî bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Şehîdên me yên demokrasiyê ne. Gever qadeke şehîdên xwe gelek in, mîna Roboskî. Di nava du sê salên piştî komkujiyê de gelek ciwan ji Roboskî beşdarî gerîla bûn, şer kirin û bi berxwedanê li ber xwe dan.

Di nava vê têkoşîna azadiyê de Gever jî xwedî rewşeke bi heman rengî ye. Yek ji cihên xwedî gelek şehîdan, xwedî berxwedaneke mezin e û di berxwedanê de ji gelê Kurd re pêşengiyê dike. Ji ber vê yekê dixwazin wê seknê bişkînin. Dibêjin provokasyon çê bû. Provokasyon, ji ber ku gelê Geverê xwe gihand wê astê ku ji tevahiya gelê Kurd re pêşengiyê bike, hat rojevê. Provokator yên ku bûyer kirine. Bi vê yekê re dixwazin sekna azadiyê ya gelê Geverê, dildarî û rastiya wê ya têkoşer bi provokasyonan têxe bin zextê û bieciqîne. Hin ji wan qetil kirin, niha jî li dû bûyerê gelek kes girtin. Wê gelekan bigirin. Wê weke berpirsyarên bûyerê nîşan bidin û girtîgehan dagirin. Bi vî regnî wê hewl bide potansiyela berxwedanê bieciqîne. Wê hewl bidin beşek ji wan bikuje, beşekê bixe binê zîndanan û yên mayî jî bi gefxwarinê çavtirsandî bikin û ji têkoşînê vegerînin. Lê belê gelê Geverê gelekî leheng e. Mîna gelê Roboskî bersiv da. Ne got sar e, sermaye bi biryardarî xwedî li şehîdên xwe derket. Bûyer bi zelalî danî holê, ronî kir. Dibêjin bi pevçûnê bûye. Ev derew e. Ti eleqeya vê îdîayê bi rastiyê nîne. Bi temamî di encama êrîşa polîsan de bûye. Ji xwe belge jî hene, tên weşandin jî.

MÎNA ROBOSKÎ GEVERÊ JÎ MESAJA BERXWEDANÊ DA

Divê hikûmet jî yên dewletê birêve dibin jî baş bizanibin, çiasî bi ser de biçin wê ewqasî jî rastî berxwedanê werin. Kurd li hemberî van zext û zordariyan serî natewînin. Ji ber ku Kurd hînî berxwedanê bûn, di jiyana azad de biryara xwe dan. Di vê de heta dawiyê biryardar in û ev 30 sal in berdêla vê didin. Xwedî biryar in ku çiqas berdêl pêwîst dike amade ye ji niha û pê ve jî bidin. Lê belê dê ti carî ji jiyana azad, ji jiyana demokratîk venegerin. Ji ber vê yekê dema êrîş rû dan, bêguman wê bi hin aliyan berxwedan were nîşandan. Gel herikî kolanan, zarok, kal, pîr, jin mêr tevahiya gelê Geverê bi rojan daket kolanan, di wê serma û seqemê de têkoşiya. Bi ser zaliman de meşiyan. Xwedî li şehîdên xwe derketin.

Balkêş e komkujiya Roboskî jî di meha Kanûnê de bû, komkujiya Geverê jî piştî du salan di meha Kanûnê de hat kirin. Êrîşên li dijî gerîla jî beriya du salan di heman demsalê de di mehên Kanûn û Çileyê de pêk hatin. Ev komkujî rû dan, gelê Geverê jî li hemberî wê li ber xwe da, peyama xwe da. Em ji dil bawerin ku gelê Roboskî wê ji niha û pê ve jî di çarçoveya vê mesajê de helwesta xwe dewam bike. Em ji gelê Geverê re serketinê dixwazin.

Vê berxwedanê lehengî dibînim û silav dikim. Pêwîste gelê Geverê hîn bêtir birêxistinbûyî, bi dîsîplîn û têgihiştineke xurtir a bûyeran têkoşîna xwe bimeşîne. Divê gelê me li hemberî provokasyonan hişyar be, lê belê heta dawiyê parastina xwe ya cewherî bike. Parastina cewherî tê wateya zanebûn, rêxistinbûyîn û berxwedanê.

EV SÎSTEM XWE JI QIRKIRINÊ XWEDÎ DIKE

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûyerên li Geverê qewimîn weke provokasyonê bi nav kir. We jî heman tişt anîn ziman. Bi dîtina we, yên ev kirine kî ye, kîjan hêz ji vê berpirsyar e?

Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke tevlihev e. Pirsgirêke herêmî nîne. Bi Rojhilata Navîn re jî sînorkirî nîne. Lewma bi qasî pirsgirêka Kurd pirsgirêkek tevlihev û di nav de gelek hêz hene, nîne. Divê ev yek bi pirsgirêkên civakî, neteweyî yên li Asya, Afrîka û Amerîkayê re berberîhev neyê nîşandan. Ji ber ku Kurdistan ne welatekî bi wî rengî ye. Rojhilata Navîn ne cihekî bi wî rengî ye. Em dibêjin dergûşa mirovahiyê ye. Cihê civakîbûn, neolîtîk, civaka demokratîk lê bi pêş ket, her şêweyên şaristaniyan lê xwe dan der, erdnîgariyek bûye dergûşa wan e. Ji ber vê yekê pirsgirêka Kurd pirsgirêka ku hêzên dixwazin bibin xwedî wê mîrateya dîrokî û dewlemendiya civakî, derxistiye holê ye. Rastiyeke bi vî rengî heye. Li aliyê din rêveberiyên heyî yên li Rojhilata Navîn bi vîna civakên Rojhilata Navîn nehatine avakirin. Di serî de dewleta komara Tirkiyê, hemû dewletên li Rojhilata Navîn di dema şerê yekemîn ê cîhanê de hatine çêkirin, di nava şer de hatine plankirin û piştî şer hatine avakirin. Yanî dewletên hêzên ku şerê yekemîn ê cîhanê bi rêve dibirin, ava kirin.

Di nava vî şerî de qirkirin rû dan. Di nava sîstema Osmanî ya Rojhilata Navîn de qirkirina Ermeniyan, qirkirina Kurd, qirkirina Rûm yanî di asta qirkirinê de komkujî di nava şer û piştî şer de hatin kirin. Qirkirina Kurdan, qirkirina çandî piştî şer jî dewam kir. Heta roja me ya îro dewam dike. Ji ber vê yekê ev dewletên xwe ji qirkirinan xwedî dikin, li ser qirkirinan ava bûne, dewletên herêmê nînin. Ji çand, ji civakên herêmê çê nebûne. Bi temamî li gorî berjewendiyên hêzên şerê yekemîn ê cîhanê ava bûne. Weke pêwistiyeke hegemonya global a modernîteya kapîtalîst ava bûn.

DEWLETA KÛR A BERÊ, DEWLETA PARALEL A ÎRO YE

Berê digotin dewleta kûr. Dewleta kûr a berê gelo dewleta paralel a îro ye?

Dewletên cuda cuda hene. Lobî jê re tê gotin, Rêber Apo van weke dewleta paralel binav kir. Hêzeke tê dîtin heye, hêzên nayên dîtin hene. Demên berê ji van re dewleta kûr dihat gotin. Niha jî dewletên paralel tê gotin. Bi temamî bi qadan, bi welatan, civakan û rêveberiya Rojhilata Navîn re mijûl dibin. Navendeke rêveberiyê, navendeke delwetê nîne. Bi wî rengî tên dîtin, lê belê li pişt li aliyê nayê dîtin gelek navend hene. Di nava navendên hêzê de, di nava hêzên jê re dewleta kûr tê gotin de têkoşîn, nakokî û pevçûn tê jiyîn.

Serdestiya li Kurdistanê, qada herî zêde ya têkoşîna navbera van hêzên bi navê dewleta paralel e. Di warê înkar û tinekirina Kurdan de li hev kirin. Li ser wê qezenca siyasî û aborî, rantê bi dest dixin. Rêber Apo ev yek weke feqa Kurd bi nav kir. Tu têbikoşe, yek nokerê yê din e. Tu tênekoşe ji xwe nîne. Yanî ti qad ji Kurdan re nayê hiştin. Cih lê hatiye tengkirin, çi bike bila bike, etîketek pê tê vekirin. Ewropa, Amerîka, hêzên global û hêzên herêmî ji vê nakokî û pevçûnê rantê bi dest bixin. Nokerên Kurd jî bi vê armancê bikar tînin.

Ev hêzên dewletê yên yekser û paralel ên ku rê li ber pirsgirêka Kurd vekirine, naxawzin pirsgirêka Kurd di asta global û herêmî de bê çareserkirin. Ji ber ku xwe ji hebûna pirsgirêka Kurd û nakokî û pevçûnên ji ber vê pirsgirêkê xwedî dikin. Serweriya xwe ya siyasî û aboriyê, qezenç û berjewendiyên xwe ji vir bi dest dixin. Ji ber vê yekê jî hewldanên ji bo çareseriya pirsgirêkê ji xwe re xetere dibînin û hewl didin asteng û provoke bikin.

KOMKUJIYA GEVERÊ JI BO SABOTEKIRINA PÊVAJOYÊ HATIYE KIRIN

Vê yekê çawa dikin?

Rêber Apo diyar kir ku di roja destpêkê ya hevdîtina bi heyeta dewletê ya li Îmraliyê re, yanî di 9'ê Çileya 2013'an de komkujiya Parîsê rû da. Berê jî di dema hevdîtinan de li gelek cihên Kurdistanê êrîş hatibûn kirin û komkujiyên li hemberî gerîla rû dabûn. Niha pêvajo di asteke gelekî krîtîk de ye. Bi rastî jî hikûmetê pêwistiya pêvajoya bicih neanî. Rêber Apo projeyên ji dil, xwedî çareserî û gelekî vekirî pêşkêş kir. Bi sebreke mezin ji bo cihhatina van projeyan ket nava hewldanan. Weke tevger û gelê Kurd, me destek dan van hewldanên Rêber Apo. Bala xwe bidinê her tim bi awayekî yekalî hat meşandin. Tevgera me hînê di rewşa agirbestê de ye. Em li pişt pêvajoya Rêber Apo ne. Lê belê hêzên dijber nesekinîn. Gelek destan hewl dan pêvajoyê ji bo hin armancên cuda bikar bînin. Di pêvajoyeke ewçend krîtîk de, rewşeke ne diyar de komkujiya Geverê rû da. Dibe ku bi nêzîkbûna pêvajoya hilbijartinê re bendwariyek ji bo hin gavên çareseriyê hebû. Rêber Apo di hevdîtina xwe ya bi heyeta BDP'ê re ev bendewariya xwe anî ziman. Got, 'Min rêyên pêwîst ên çareseriyê pêşniyar kir, projeyên xwe amade kir û li benda bersivê me.' Tevahiya raya giştî vê dizane. Yên hevdîtin kirin, ev yek ji raya giştî re jî aşkera kirin. Di demeke ku bersivek dihat hêvîkirin de, pêkhatina komkujiya Geverê, bi armanca provokekirina pêvajoyê ye. Çawa ku di destpêkê de komkujiya Parîsê ji bo sabotekirina pêvajoyê rû da, komkujiya Geverê jî bi heman rengî ye.

LÊGERÎNÊN ÇARESERIYA SIYASÎ SABOTE DIKIN

Yanî kengî çareseriya pirsgirêka Kurd dikeve rojevê, ev hêz bi komplo û provokasyonan derdikevin ser dikê. Rast e?

Kî vê dike? Hêzên min anî ziman, dike. Hêzên çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin vê dikin. Ev di heman demê de ew hêzên ku rê li ber pirsgirêka Kurd vekirine. Hêzên di ser pirsgirêka Kurd re qezenca siyasî û aborî bidest dixine. Hêzên komploya navneteweyî birêxistin kirine û meşandine. Hêzên sîstema Îmraliyê ava kirine û 15 salin dewam dikin e. Hêzên di nava sîstemê de bi awayekî tên meşandin. Amerîka wê heye, dewletên Ewropayê heye, Fransaya wê, Îngilîstana wê, Almanyaya wê heye. Hêzên li herêmê, Tirkiye jî, Îran jî, hin hêzên li qada Ereb jî, di nava vî karî de hene.

Hin hêzên li herêmê nayên dîtin hene. Lobî hene. Ew jî di nava vî karî de ne. Naxwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe, lewma naxwazin Tiriye, Îran, qada Ereb demokratîk bibin. Eger pirsgirêka Kurd çareser bibe, Kurdistan azad bibe û lê sîstemeke demokratîk derkeve holê, dê Tirkiye, Îran û Erebîstan demokratîk bibe û di encamê de jî wê Rojhilata Navîn a mezin derkeve holê. Rojhilata Navîn a demokratîk wê ava bibe. Hin hêzên vê Rojhilata Navîn naxwazin hene. Alternatîfek wê derkeve holê. Hêzên modernîteya kapîtalîst naxwazin ev alternatîf derkeve holê. Lewma sabote dikin. Di vî warî de hewldana bingehîn, têkoşîna azadiyê ya tevgear azadiyê ya Kurdistanê ye.

Timî hewl didin têkoşîna ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd sabote bikin. Lêgerînên çareseriya siyasî sabote dikin, vala derdixînin. Ji bo pêşî li berxwedana çekdarî ya Kurd bigirin jî, serî li hemû hewldanan dan. Ji bo dewletên li ser Kurdan serdest in, pitgiriya herî xurt a leşkerî û siyasî dan. Em piştgiriya NATO'yê ya di dema bihurî de ji Tirkiyê re hat dayîn, dizanin. Dîsa haya me ji desteka DYA û YE heye. Wê piştgiriyê rê li ber komkujiyên Kurdan vekir. Komkujiya Roboskî di encama wê destekê de rû da. Hêzên çekdar ên di encama wê destekê de ava bûn, komkujiya Roboskî kirin. Tirkiye ew F-16 ji ku peyda kir, balafirên herî modern ên şer, helîkopterên herî modern ên şer ji ku peyda kir? Hemû ji NATO'yê girt. Dogan Gureş di bîranînên xwe de bi awayekî vekirî behs dikin. Dibêje, 'eger hûn nedin, dê berjewendiyên we bela sebeb biçe, dê ji holê rabin. Lewma ji bo berjewendiyên xwe biparêzin her tişta me xwest dan me, neçar man bidin me, me jî bikar anîn.' Gelekî baş behsa hevkariyeke sûc dike.

DMME BERSIVÊ DIDE, LÊ PIŞTÎ BÛYER BIHURÎ…

Eger em careke din li Roboskî vegerin, doza malbatên Roboskî yên li DMME dewam dike. Tevî ku diyare komkujî bi destê dewletê hatiye kirin gelo çima DMME dozê ewçend li demê belav dike?

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) bersivê dide. Bi qasî dizanim, sîstema wan heye. Sîstema wan a hiqûqî heye. Çawa serlêdan hatibe kirin dê li gorî wê bersiv were dayîn. Li pêşberî komkujiyê nebûna darizandinê rexen dikin, lewma dixwazin bê tawanbarkirin. DMME dê besivê bide vê. Lê wê kengî bide, çawa bide? Ev her du pirs girîng in. Dem û şêweya bersivdayînê bersivê vala derdixîne.

Bi dîtina we biryar DMME wê ne hiqûqî, lê siyasî be?

Bêguman, bi awayekî siyasî nêzîk dibin. Wê kengî bersivê bidin. Bersiv wê di demeke welê de bê dayîn ku zorê nede hikûmet û dewleta Tirkiyê û bi kêrî çareseriya pirsgirêka Kurd neyê. Yanî piştî ku bûyer bihurî dê biryarê bide. DMME dê di demeke welê de biryarê bide ku biryara wê ya hiqûqî ti bandorê li ser çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd neke. Lewma wê biryarekê bide ku bandorê li pirsgirêka Kurd, li çareseriya siyasî neke. Dê Tirkiyê berpirsyar bibîne, bi awayekî din nikare nêzîk bibe. Eger tiştekî hiqûqî wê bibe, her tişt li pêş çavan e. Lê belê ev berpirsyarnîşandan wê mêtîngeriya rejîma qirkirina çandî ya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê, dernexîne holê. Ji ber ku sîstema Ewropa ji derketin û dewamiya pirsgirêka Kurd berpirsyar e.

Komkujiya Roboskî jî ji ber hebûna pirsgirêka Kurd derket holê. Weke parçeyek ji şer û têkoşîna li Kurdistanê derket holê. Ji ber xwe ve derneket. Lewma ronîbûnek li Roboskî derkeve holê, wê hem rastiya Kurd, hem rastiya Kurdistanê hem jî rastiya qirkirina çandî ya li ser Kurdan tê ferzkirin, derxîne holê. Eger AKP bi rastî hinekî demokratîk be, durust tevbigere, dikare daxuyaniyê bide û ev yek jî dikare bi kêrî çareseriya pirsgirêka Kurd bê. Lê belê li ber xwe dide ku vê neke. Tevî ku rewş tê zanîn û tê dîtin, çima tiştekî nabêje. Dozê nameşîne. Daxuyaniyê nade. Ji ber ku her tişta bike wê rastiya Kurd û pirsgirêka Kurd ronî bike. Lewma hikûmet wê di vê rewşê de neçar bimîne çareseriya pirsgirêka Kurd li ser dewletê ferz bike. Eger welê be, wê bêje berpirsyarê vê tuye, çareser bike. Ji bo bi vî rengî nebe, ew jî daxuyaniyê nadin. AKP helwesta xwe ya heyî bi vê armancê didomîne. DMME jî wê heman nêzîkatiyê nîşan bide. Wê di ronîkirina rastiya Kurd û qirkirina çandî ya li ehmberî Kurdan de rolê nelîze. Hiqûqê bi vî rengî tevli siyasetê dikin. Dixin bin xizmet û fermana siyasetê. Ev jî nîşan dide ku komkujiya Roboskî ji ber pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêkek ji ber pevçûnên li Kurdistanê ye. Di nava pirsgirêka Kurd de jî Yekitiya Ewropa (YE) heye. Ji ber ku DMME jî saziyeke vê yekitiyê ye, nikare li derveyî daxwaz û berjewendiyê yekitiyê tevbigere.

AKP BI PAŞEROJÊ RE RÛBIRÛ NABE, DESTHILATDARIYA XWE XURT DIKE

Rûbirûbûna bi Roboskî re tê wateya rûbirûbûna bi pirsgirêka Kurd re. AKP çima ji vê rûbirûbûnê direve?

AKP bi hin tiştan re mijûl dibe. Têkoşînekê jî dimeşîne, lê bi çi re mijûl dibe, têkoşîna çi dimeşîne? Divê ev baş were tespîtkirin. Karên ku pê re mijûl dibe, têkoşîna dimeşîne ji bo xurtkirin û dewamkirina desthilatdariya xwe ye. AKP li ser êrîş û destavêtinên li dijî desthilatdariya xwe radiweste. Xwest hinekî bi 28'ê Sibatê re mijûl bibe. Bi artêş û pêvekên wan ên sivîl ên piştî sala 2003'an li dijî AKP'ê rawestiyan re mijûl bû. Ergenekon e, Balyoz e, van lêkolîn dike û hewl dide rûbirû bibe. Lê mînak; bi komkujiyên 12'ê Îlonê re rûbirû nebû. 50 mirov hatin darvekirin. Ti pêkanîneke xwe ya der heqê van de nîne. Bi tenê dozeke nimûne vekir. Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya ew jî red kirin. Gotin, 'em damezrînerin, hûn pêkanînên me ne, hûn kî ne ku me mehkeme dikin.' Wan nekarî tiştekî bêjin. Ya rast, li benda mirina wan e. Wê dozê bigirin, ji ber ku weke nimûne doz hat vekirin. Li holê lêkolînek komkujiyên 12'ê Îlonê lêpirsîn dike, yan jî ronî dike, nîne. Lewma bi komkujiyan re mijûl nabe, bi darbeyê re jî mijûl nabe.

AKP dibêje ez li dijî darbeyan im, ez darbekaran ronî dikim, lê belê bi tenê li dijî darbeyên li dijî AKP'ê radiweste. 28'ê Sibatê hinek anî rojevê, dawiya wê neanî. Mînak; nêzîkatiyek darbeyên 12'ê Îlonê, 12'ê Adarê lêpirsîn dike, mehkemeke dike, mehkûm dike nîne. Mînak di nava lêpirsîna Ergenekonê de lêpirsîneke JÎTEM'ê nîne. Bûyerên JÎTEM'ê di salên 1990'î de li Kurdistanê kiriye, nayê lêpirsîn. Dibêjin 17 hezar kuştinên kiryar ne diyar hene. Di navbera salên 1991-1995'an de li Kurdistanê JÎTEM'ê sûcên giran kir. Komkujiyên giran kir. Berpirsyarên van hebûn. Suleyman Demîrel, Dogan Gureş, Tansû Çîller, Mehmet Agar rêveberiyeke çeteyan bû. Rêveberiya bingehîn a çeteyan ev bû. Vê rêveberiyê di nava dewletê de jî pevçûnek meşand. Di serî de Serokkomar Tûrgût Ozal hemû aliyên di nava dewletê de xwestin pirsgirêka Kurd çareser bikin, hin guherînan bikin, tasfiye kir. Gelek cînayet kirin. Pevçûna nava dewletê birêve birin.

Rûbirûbûna bi paşerojê re çiye? Ka, li ku ye? bi paşerojê re rûbirû dibe. Bi kîjan paşerojê re rûbirû dibe. AKP têkoşînek ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe dimeşîne. Di nava hewldaneke demokratîkbûyînê de nîne. Beriya avabûna komarê, komkujiyên li Kurdistanê rû dane hene. Ji darvekirina Şêx Seîd heta komkujiya li Agirî, ji komkujiya li Zîlanê heta komkujiya Dêrsimê. Di nava van komkujiyan de bi tenê Dêrsimê derdixîne pêş. Vê yekê jî ji bo li dijî CHP'ê bikar bîne, dike. Hewldanek lêpirsîna komkujiya Dêrsimê, ronîkirina wê nîne. Bi bikaranîna komkujiyê re dixwaze ji Dêrsimê dengan bistîne. Ji bo CHP'ê qels bike vê bikar tîne. Bi temamî kiriye navgînek têkoşîna desthilatdariyê. Çi jê re xizmetê bike, wê dike. Mîna ku komkujiya li Dêrsimê sûc e lê yên li Amed û Agiriyê ne sûc e. Ew hemû di çarçoveya planekê de hatin kirin. Karê rêveberiyekê, karê dewletekê ne. Eger wê were ronîkirin, divê hemû bên ronîkirin. Civakeke hat qetilkirin. Rejîma qirkirina çandî bi van êrîş û komkujiyan xwe li Kurdistanê da rûniştandin. Ka ev komkujî hatin ronîkirin? Rûbirûbûnek bi paşerojê, rûbirûbûnek bi dîroka 90 salan a komarê re heye? Eger ev neyên kirin, dê komar demokratîk nebe.

LI SER KOMKUJIYAN DEMOKRASÎ NAYÊ AVAKIRIN

Birêz Ocalan der heqê mijarên mîna van de pêşniyara Komîsyona Lêkolîna Heqîqet û Edaletê kiribû.Di vê mijarê de jî gavek nehatiye avêtin. Ji bo rûbirûbûneke rast bi paşerojê û hesabpirsîne gelo divê ev komîsyon neyê avakirin?

Li ser komkujiyan demokrasî nayê avakirin. Komkujî tê ronîkirin, sererastkirin, yên komkujî û darbe kirine tên mehkûmkirin, dûre li ser vê mehkûmetiyê demokrasî tê avakirin. Bi vî rengî sîstemeke demokratîk dikare bê avakirin. Ji aliyê zîhniyetê ve, ji aliYê rêveberiya siyasî ve ji aliyê rêxistinbûyîna civakî ve. Naxwe wekî din nabe. Lewma AKP bi paşerojê re rûbirû nabe. Bi komkujiyan re rûbirû nabe. Bi darbeyan re rûbirû nabe. Di dema nêz de li hemberî xeteriyên li dijî desthilatdariya xwe têdikoşe. Ya ku AKP dike ev e. Rûbirûbûna bi paşerojê, rûbirûbûna bi darbeyan re, weke wezîfeya bingehîn a demokratîkbûyîna Tirkiyê li naverastê radiweste. Hêzên demokrasiyê divê teqez vê bikin. Ji ber vê yekê tevî têkoşînên siyasî û hiqûqî, pêwistî bi komîsyoneke karibe edalet û heqîqetê derxîne holê heye.

Hesabpirsîn, di çarçoveya demokratîk de mehkûmkirin û li ser vê bingehê bi efûkirinê dibe. Vê yekê jî ancax komîsyoneke lêkolînkirina heqîqetan û edalete dikare bike. Ya rast pêwistî bi komîsyoneke ku tevahiya bûyerên di dîroka komarê de rû dane lêkolîn bike, heye. Ji ber vê yekê, ne tenê di rojeva me de ne ev yek di rojeva hemû hêzên demokratîk de ye. Yê ku ji xwe re dibêje ez hêza demokratîk im, têkoşîna demokrasiyê dimeşînim, divê vê bike. Em jî hêzeke demokrasiyê ya Tirkiyê ne. Lewma di rojeva me de ev têkoşîn heye û em vê têkoşînê dewam dikin. Emê vê hewldanê heta dawiyê dewam bikin. Ev yek neçariyek ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyê, çareserkirina pirsgirêkan bi rêya demokratîk e. Heta ev neyê kirin, Tirkiye demokratîk nabe.

DI BINGEH DE HÊZA PROVOKSIYONÊ POLÎSIN

Ji bo civakê provoke bikin gelek hêzan bikar tînin. Di nava vê de polîs di hêza yekeme. Polîsên Sivîl yan jî polîs hêza bingehîn ya provoksiyonên ne. Hêza provoksiyonê di heman demê de hêza komkujiyê ne. Di vê ev rastî baş bê zanîn. Ev dinav de divê em têkoşîna azadiyê û demokariyê ya ku em di dîn meşan din, hîn bi rêxistin kirî û plankirî bidîn meşandin. Divê em baldar bîn.

Du aliyên têkoşîna me hene. Yek, paşverûtî ronî kirine û şkandina bandoriya wêye. Rastiya mêtîngerî û qirkirinê derxistina holê ye û wê dinana rêxistinê de nebic kirine. Dû, dema ku mirov vê bike her tim hêza parastina rewa li berçavan bigre, Parastina xwe pêkbîne. Ev yek gelek girînge. Têkoşîna me milekî yê xweyê berxwedanê û avakirinê heye. Milê avakirinê ji xwe pêşxistinê, bi rexistinkirinê jiyana demokratîkbûyînê, di xeta konfederalîzma Demokratîk de cihê xwe diyar dikîn. Lê Kurdên azad bi pêşxistina demokrasiyê, dayîna jiyan kirinê û gotina ez heme li dijî komkujiyan û îmhayê radiweste. Ji ber vê yekê aliyê berxwedanê, zanabûna azadiyê, rêxistinkirina tevgerê, çalakî xurt kirin wê rejîna qirkirina çandî û polîtikayên înkar û ji holê rakirinê vale derbixwe. Bi çarçoveya parastina rewa de di vê em jiyan bikîn.

DIVÊ GEL XWE BIPARÊZE

PKK di tu deman de ji êrîşa ne tirsaye û serê xwe netewandiye. Êrîş ji ku derê tên bila bên, bi berdêldayînê rastiya azadiya Kurdan derxistina holê, bi berxwedan û azadîbûn berfireh kirinê me qet tawîz nedayiye astengan. Me gav bi paş de neavêtîne. Bi cesatekî mezin û biryardariya azadiyê me xeta xwe daye meşandin. Ev xet partiya me, gerîlayên me dan meşandin, Rêveberiya me û gelê me da meşandin. Jinan bi rêvebir, ciwanan bi rêvebir û ta îro hat. Hêzekî mezin derket holê. Daneheviya ziniyetê, daneviya ramanê, rêxistinê, çalakiyê civahî nû, netewekî demokratîk afirand. Li milê din li himberî êrîşan me her tim ev yek parast. ji ber ku em hertim rastî êrîşan hatin. Ev her tim wiha bû, wê wiha bimîne. Ji ber vê yekê em ji bo jiyana azad xebitîn, li ser erdê cihê ku em lê dijîn neçarîn ku mafê xwe yê parastina rewa bi parêzin û pêkbînin. Bê parastin nabe. Dinav hebûna azadiyê deye jî. Tûyê hebûna xwe bi parêzî û azadiyê bidest bixî. Têyê bikarî jiyana azad bidî meşandin. Ji ber vêyekê Rêber Apo ji bo berxwedana gelê Kurd got “berxwedana hebûn û azadiyê” Jib o hebûnê parastina rewa pêwîste. Parastina rewa karê bîre. Karê bi rêxitin bûnê ye. ji ber vê yekê divê gel vê yekê bibîne. En mîne li benda tu kesên din. Di vê bizanibîn xwe bixwe bi parêzin. Tiştî herî girîng ji bo parastinê bi rêxistin bûyîne. Zanîne wê ji kuderê ve êrîşên bêne, telîke li kuderê heye, divê bizanibin bi awayê kom, tedbîrên wê bigrin. Eger wiha çêbibe wê hertim azadî bi pêşbikeve hem jî wê rê li pêşiya êrîşên li ser xwe bigrî. Ev yek helwesteke rengekî jiyana azade. Rengê jiyana Reber Apo û siyaseta wî ev rastî derxist holê. Kurd dikarin bi awayekî mirovî li ser vî bingehî jiyan bikin û azad bibin. Gel jî li vê yekê hesiya. Tişta ku dimîle di pratîkê de pêkanîna wê ye. Ev jî erkê me hemûyane. Di destpêkê de jin û ciwan, divê her kes wek erkê xwe bizanibe. Piratîk wê nîşam bike ku tiştekî dibite. Destên ku me 40 salan ji têkoşînê girtin viya nîşanî me dide ku bi rêxistin bûnê, xwe perwerde kirinê û parastina jiyana xwe dana avakirinê mirov dikare xwe bi parêze. Dikare vê yekê bihêsî bikîn. Di vê her kes di mijarê de xwe erdkar bike û bi şeklekî serkeftî bide domandin.