1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Dûran Kalkan: Tayyîp Erdogan jehr da pêvajoyê
Dûran Kalkan: Tayyîp Erdogan jehr da pêvajoyê,dûran,kalkan,tayyîp,erdogan,jehr,da,pêvajoyê

Dûran Kalkan: Tayyîp Erdogan jehr da pêvajoyê

A+ A-

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Eger jehrîbûnek hebe, hingî gotinên Tayyîp Erdogan pêvajo jehrî kiriye. Ji jehrdariyê wêdetir pêvajo cemidand." Tuesday, March 31, 2015 at 12:36 PM Navenda Nûçeyan - Anf Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, "Eger jehrîbûnek hebe, hingî gotinên Tayyîp Erdogan pêvajo jehrî kiriye. Ji jehrdariyê wêdetir pêvajo cemidand." Kalkan diyar kir ku AKP dikare hewl bide rê li ber aloziyê veke lê belê ev yek wê AKP'ê hilweşîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di bernameya Polîtîk Alan a MED NÛÇE de bersiv da pirsên rojnamevan Ersîn Çelîk. Kalkan di destpêka axaftina xwe de, bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê di kesayetiya Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê bi mînetdarî û rêzdarî bibîr anî û di 43. salvegera komkujiya Kizildereyê Mahîr Çayan û hevalên wî bi bîr anî.

Kalkan daxuyanî û helwesta rayedarên dewlet û hikûmeta AKP'ê yên di demên dawî de li dijî pêvajoya çareseriyê nîşan didin nirxand û bal kişand ser daxuyaniya Yalçin Akdogan. Kalkan got, "Qaşo PKK rêxistineke terorê ye, eger dest ji çekê bernede, hevdîtin nabe! Gelo ji mirovan nayê pirsîn; dema di 28'ê Sibata 2015'an de li Dolmabahçeyê daxuyanî hat dayîn, PKK tinebû? Di destê PKK'ê de çek tinebû? Başe, we çima ew daxuyanî dan? Niha ji wan tê; yê bi tenê bi aqil ew in, alem hemû ehmaq e. Dibêjin qey çi bêjin wê bidin qebûlkirin. Her roj, şev û roj kanal bi kanal digerin, diaxivin. Ji xwe medyayeke alîgirê wan heye, bi şev û roj şerê psîkolojîk li ser gel dimeşîne. Bi vî rengî hewl didin operasyoneke têgihiştinê bimeşînin. Di nava telaşê de ne."

Kalkan helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan a dijderketina li deklarasyona ji 10 xalan, avakirina Komîteya Şopandinê û daxuyaniya 'Pirsgirêk Kurd nîne' nirxand û ev xal destnîşan kir:

"Gotinên Tayyîp Erdogan gotinên yên ku ev 40 sal in Tirkiyeyê birêve dibin e. Ha CHP'yî, ha MHP'yî ha jî hikûmetên partiyên din, di vê navberê de gelek partî hatin û çûn, hemûyan heman tişt digotin; Gelo ev nikarin bibin Serokkomar, nikarin bibin Serokwezîr, nikarin bibin Wezîr, çi yê van kêm! Belê, dikarin bibin her tişt, rast e, lê belê bi şertekî: Bi şertê ku bibe Tirk. Ji bo Kurdbûyînê Mahmût Esat Bozkûrt çi gotibû: Ancax dikarin bibin xizmetkarê Tirkan, nikarin bibin tiştekî dikin, em vê dizanin. Bi xwe diaxivin, ajîteyê li hev dikin, lê nikarin li me bikin. Neçar in li me jî guhdarî bikin. Divê bibînin û bizanin ka bi çi rengî ji aliyê me ve tê pêşwazîkirin. Gotinên wan bi vî rengî ji aliyê me ve tê dîtin. Bi şertê Tirkbûyînê, bi şertê înkarkirina Kurdbûyînê, bi şertê qutbûna ji çand û zimanê Kurd, bi şertê bibe xizmetkarekî baş ê vê sîstema faşîst a asîmîlasyoniyê, dikarin bibin xwedî mal û milk. Dikaribe bibe Wezîr jî. Niha hin kesên bi vî rengî hene di nava AKP'ê de ne. Lê belê çi eleqeya van bi Kurdayetiyê re heye? Kurdbûyîna wan li ku ye?

Gotina 'Pirsgirêka Kurd nîne' tê wateya 'Kurd nîne'. Vana di şopa Serokkomarek, partiyeke dibêje Kurd nîne de dimeşin. Derdikeve holê ku vana ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî Kurdayetiyê difiroşin. Ti aliyekî vê yê neyê fêmkirin, nîne."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku eger AKP van polîtîkayên xwe yên hîledar dewam bike wê hilweşe û got, "Bi Rêber Apo re hevdîtin kirin, ez hurmetê nîşanî vê didim. Dibêjin xatirê fîncanek qehweyê çil sal e. Em, mirov û tevgerên ku qedir û qîmetê xatiran dizanin e. Gelê Kurd gelekî bi vî rengî ye. Me ev dît, me ev jiya, hîs kir. Ji ber vê yekê dibêjim, AKP van polîtîkayên xwe yên hîledar dewam bike wê hilweşe. Bila dest ji vê berde. Bi rastî jî hikûmet bi bandor dimeşiya, hêvî dida. Heta gotinên Tayyîp Erdogan ên piştî Newrozê li Tirkiyeyê rewşeke aştiyane serdest bû, her kes ji bo demokratîkbûyînê ji bo çareseriya pirsgirêkan bi hêvî bû. Rewşeke erênî hebû. Yanî her kes li bendê bû ku gav werin avêtin. Gotinên Tayyîp Erdogan ji nişka ve mîna bombeyekê li nava vê rewşa erênî teqiya. Rewşa germ a demokratîkbûyînê ya li Tirkiyeyê cemidî, bi jehrî bû. Bila Yalçin Akdogan li gotinên Serokkomarê xwe yê ku jê re dibêje 'gotinên wî ji bo min ferman e' binêre ku bi çi rengî pêvajo jehrî kiriye. Eger jehrîbûyînek hebe, hingî gotinên Tayyîp Erdogan pêvajo jehrî kiriye. Ji jehrîkirinê wêdetir pêvajo cemidand. Lê belê ew bi xwe teşhîr bû. Ew ê winda bikin, dikarim vê bi hêsanî bêjim. Bila gelê kurd û hêzên demokrasiyê dilrehet bin. Ti ji van nêzîkatiyan wê AKP'ê ji têkçûnê rizgar nekin. Bi vê rewşê re hîn bêhtir xwe têk dibe. Ji ber vê yekê divê kesî sûcdar nebînin.

Ez dibêjim; eger bi rastî jî bi aqil in, bila dawî li destwerdana Tayyîp Erdogan bînin. Bila ji nû ve di çarçoveya daxuyaniya 28'ê Sibatê, daxuyaniya Newrozê de pêvajoyê bi pêş ve bibin. Eger nikaribin vê bikin, wê winda bikin. Hêzên demokrasiyê ev rastî dîtin û bila vê rastiyê baş bigihînin gel. Vê yekê gelekî zêde bandor li HDP û hemû hêzên siyasî yên demokratîk kir. Di pêvajoya hilbijartinê ya 7'ê Hezîranê de ji bo demokratîkbûyînê hewayeke erênî afirand. Ji xwe hemû berdevkên AKP'ê dibêjin; CHP û MHP çîrok in, li pêşberî me HDP maye. Hilbijartinên 7'ê Hezîranê wê têkoşîna di navbera AKP û HDP'ê de be. AKP wê têk biçe, HDP wê ber bi desthilatdariyê ve bimeşe. Siyaseta demokratîk wê weke alternatîfa desthilatdariya AKP'ê bê. HDP hatiye vê rewşê."

Kalkan diyar kir ku AKP dikare hewl bide rê li ber aloziyê veke lê belê ev yek wê AKP'ê hilweşîne.