1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Ebadî dixwaze bi Kurdan Mûsilê rizgar bike’
'Ebadî dixwaze bi Kurdan Mûsilê rizgar bike’,ebadî,dixwaze,bi,kurdan,mûsilê,rizgar,bike

'Ebadî dixwaze bi Kurdan Mûsilê rizgar bike’

Parlamenterê Kurd yê parlamentoya Iraqê Adil Nûrî diyar kir ku tenê karekî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi Kurdan heye, ew jî rizgarkirina Mûsilê ye

A+ A-

AŞTÎ EHMED / BEXDA

Parlamenterê Kurd yê parlamentoya Iraqê Adil Nûrî têkîldarî peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda de ji RojNews re axivî. Nûrî destnîşan kir ku tenê karekî Heyder Ebadî bi Kurdan heye û got; "Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi tenê karekî wî bi Kurdan heye. Di xwaze bi xwîna pêşmergeyan Mûsilê rizgar bike. Ji ber vê yekê eger Kurdan qerta rizgarkirina Mûsilê ji dest da, qet tiştek namîne ji bo ligel Bexda guftûgo bike."

Nûrî ragihand ku Parlamenterên Kurd yên vegeriyane Herêma Kurdistanê di karîn bi merc vegerin Bexda û wiha destnîşan kir; "Ji bo vê me eniya reformê li parlamentoya Iraqê zemînek wisan avakirî bû, parlamenterên Kurd dikarin bi merc vegerin Bexda. Ji bo vegerin Bexda qet sedemek nebû. Lê parlamenterên Kurd ev derfet ji dest dan. Bê merc vegeriyan Bexda. Ji berî vegerin Bexda li Herêma Kurdistanê jî her ligel aliyan diciviyan.”

Adil Nûerî dazanîn ku parlamenterên Kurd giranbûna xwe ya siyasî ligel eniya parlamenterên reformxwaz û ligel eniya din jî wenda kirin û wiha dawî li gotina xwe anî: “Parlamenterên Kurd li Bexda her tim yekrêz bûn, lê dema vegeriyan Bexda ev yekrêzî pêk neanîn. Ji ber vê yekê heq dike ku gelê Herêma Kurdistanê wan aliyê siyasî di warê manewî de ceza bikin."

(ab)