1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Ebdullah Newrûlî: Hikûmet ji bo Helebce ti xizmetê nake
Ebdullah Newrûlî: Hikûmet ji bo Helebce ti xizmetê nake,ebdullah,newrûlî,hikûmet,ji,bo,helebce,ti,xizmetê,nake

Ebdullah Newrûlî: Hikûmet ji bo Helebce ti xizmetê nake

A+ A-

ŞIRAM HEWRAMÎ/ HELEBCE

Waliyê Helebce Ebdullah Newrûlî daxuyakirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bajarê Helebce paş guhê xwe xistiye û got ku divê di aliyê rewşenbîr û hunerî de jî ji bo Helebce xizmet bê kirin.

Waliyê Helebce Ebdullah Newrûlî ku ji ajansa me re axivî, wiha got; “Di dema destpêka biryara Helebce kirin bajar de, gelek caran me bi nivîs û rêyên fermî, bi rûniştinên li gel berpirsên asta jor ên hikûmetê û aliyên peywendîdar, serokê hikûmet, cêgirê wî û wezaretên peywendîdar re daxwaz kir rewşa bajarê Helebce berçav re derbas bikin û alîkarî jê re bikin. Belê mixabin heya niha jî ti bersivek ji bo me nehatiye dayîn.” Ebdullah Newrûlî di dewama axaftina xwe de wiha jî got; “Tişta heya niha bajarê Helebce li ser piyan hiştiye û alîkariyên ji bo walatiya bajêr hatine, hemû ji aliyê gel û karsazên bajêr ve hatiye kirin. Heya avahiya niha em têde dewamê dikin jî xêrxwazekî li ser daxwaza xwe ava kiriye û teslîmê walîtiya bajêr kiriye.”

Ebdullah Newrûlî di dawiya axaftina xwe de wiha jî got; “Li bajarê Helebce li gel paşda xistina hemû xizmet û pêwîstiyan jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê xebat û xizmetên ji bo pêşxistina rewşenbîrî û hunerî ya bajar jî paşguh xistiye. Her çendî ku bi nivîsek fermî me ji wezareta aborî daxwaz kiriye jî, ji bo kirêya avahiyên fermî yên hikûmetê li bajêr pere bide jî, lê heya niha ti bersivek nedaye me.”

(sk)