1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Efkan Ala mikur hat: Geşedanên li vir bi Sûriyê ve girêdayî ne
Efkan Ala mikur hat: Geşedanên li vir bi Sûriyê ve girêdayî ne,efkan,ala,mikur,hat,geşedanên,li,vir,bi,sûriyê,ve,girêdayî,ne

Efkan Ala mikur hat: Geşedanên li vir bi Sûriyê ve girêdayî ne

A+ A-

AMED (DÎHA) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Amedê (DTSO) Ahmet Sayar, der barê naveroka civîna heyeta li Amedê bi Efkan Ala re pêk anî, agahî da. Sayar, anî ziman ku Ala dibêje "Geşedanên li vir bi Sûriyê ve girêdayî ne. Di taliya talî de em dê vegerin 2013'an" Sayar, destnîşan kir ku ji ber dorpêç û qedexeya kolanan bi deh hezaran esnaf hatine sînorê îflasê.

Karsazên li Amedê piştî qedexeyên li Sûrê dest pê kir, di qada aboriyê de hatin asta îflasê. Karsaz ji bo vê qirîzê çareser bikin rojên borî li Enqereyê bi Cîgirê Serokwezir Mehmet Şimşek, Wezîrê rakirinê Cevdet Yilmaz û li Amedê jî bi Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, Cîgirê serokê CHP'ê Sezgin Tanrikulu û Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş re hevdîtin kirin. Serokê Odeya Bazirganîe û Pîşesaziyê yê Amedê (DTSO) Ahmet Sayar ku tev li hevdîtinan bû naveroka hevdîtinan parve kir.

Sayar, destnîşan kir ku piştî 7'ê Hezîranê rewşek awarte dest pê kiriye û wiha got: "Roj bi roj êrîş zêde dibin. Ji ber şer û êrîşan gelek qadên jiyanê dikevin bin bandora neyînî. Li vê erdnîgariyê her roj cenazeyên zarokan radibin. Me wekî karsazên herêma Amedê ji bo dawî li vî şerî bê li Enqereyê bi Cîgirê Serokwezîr Mehmet Şimşek û Wezîrê Rakirinê Cevdet Yilmaz re hevdîtin kir. Me rapora tespîtên li Amedê bi wan re parve kir. Me xwest dîsa pêvajoya diyalog û muzakere dest pê bikin."

'Em çareseriya bi kok dixwazin'

Sayar, da zanîn ku qedexeya kolanan hem li herêmê û hem jî li Amedê zerarek mezin a aborî û civakî da welatiyan û wiha berdewam kir: "Weziran der barê daxwazên me yên aborî de tu gav neavêtin. Dewletê bac û deynê SSK'ê 3 mehan taloq kir. Ji bo hin esnafên Sûrê 3 hezar TL hîbe da. Lê daxwazên me ne lokal in. Em dixwazin pirsgirêk bi kok çareser bibin."

'Bi 3 hezar TL pirsgirêk çareser nabe'

Sayar, da zanîn ku bi alîkariya 3 hezar TL pirsgirêk çareser nabe û nabe bersîva Esnafên Sûrê û wiha got: "Esnafê Sûrê yê mehekê kar neke zêdetirî 3 hezar TL zerar dike. Bi dayîna 3 hezaran pirsgirêk çareser nabe. Bi vê qedexeya kolanan bi deh hezaran mirov betal û bêkar ma. Pirsgirêka aborî di asta herî jor de ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka aborî divê bi lezgîn êrîş û dorpêça Sûrê û navçeyê bi dawî bibe.

'Bilia Wezîrê Karê Hundir gavan bavêje'

Sayar, destnîşan kir ku wan bi wekîl û wezîrên CHP, HDP û AKP'ê re hevditin kiriye û wiha berdewam kir: "Me li Amedê bi Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala re hevditin kir. Me xwest demek beri demekê pevçûna li herêmê bi dawî bibe. Me got te di 2006'an de li Amedê Walitî kir. We digot 'Bila cam bişkê bila can neşkê' Îro hûn Wezîrê Karên Hundir in gavên çareseriyê bavêjin. Ala jî got 'Em herin û werin em dê dîsa li 2 sal berê vegerin. Em de li 2013'an vegerin. Em ji bo 4 salan hatine îxtîdarê. Me dixwest van 4 salan li ser planên xwe yên berê rawestin. Geşedanê li vir bi geşedanên Sûriyê ve girêdayî ne. Lê her roj em xweziya xwe bi duh tînin. Her diçe pirsgirêk mezin dibe. Ger ku çareserî bibe jî berî ku bêtir mirov bimirin bila pêk bê.'"

'Esnaf li ber sînorê îflasê ne'

Sayar, destnîşan kir ku qedexeya kolanan di roja 33'an de berdewam dike û her çend qedexe li kolana Gazî rabûbe jî mirov ji ber ewlehî tune nikarin biçin ser kar û ji ber qedexeya kolanan esnaf hatine asta îflasê. Sayar, xwest qedexe bi temamî rabe û wiha got: "60 hezar esnaf girêdayî bacê ne. 10 hezar esnaf hene. Bi qedexeya kolanan re zerara esnafan 1 milyar TL ye. 360 esnaf ji bo kargeriya xwe bigirin serî li me dan. Esnafê Sûrê bi îflasê re rû bi rû ne."

(mae)