1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Eger dozê dest pê kiribûya wê ne tenê Omer Guney bihata darizandin'
'Eger dozê dest pê kiribûya wê ne tenê Omer Guney bihata darizandin',eger,dozê,dest,pê,kiribûya,wê,ne,tenê,omer,guney,bihata,darizandin

'Eger dozê dest pê kiribûya wê ne tenê Omer Guney bihata darizandin'

KCDK-E li ser mirina kujerê komkujiya Parîsê Omer Guneyê daxuyaniyek da û got, "Eger dadgehê dest pê kiribûya, wê ne tenê Omer Guney, di heman demê de dewleta Tirk, MÎT a Tirk, hikûmeta Tirk, Erdogan û rêveberên Tirkiyeyê bihata darizandin."

A+ A-

BRUKSEL - ANF KCDK-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, kujerê yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ê li girtîgehê bû Omer Guney mirî ye yan jî hatiye kuştin.

KCDK-E da xuyakirin, ku mirina wî ji her alî ve gumanbar e û wiha dewam kir: "Mirina wî ji her alî ve ji bo me gumanbar e. Ji destpêkê ve em, malbatên mexdûr û derdorên pêwendîdar bi guman bûn, ku ev kes dikare ji holê were rakirin û doz bi demê re bê pûçkirin. Di dawiya dawî de ya guman jê dihat kirin, pêk hat. Demeke kurt beriya destpêkirina rûniştina dadgehê, kujer tine bû yan jî hat tinekirin.

Li gorî me, hinek ji destpêkê ve ketin nava tevgerê ji bo dozeke bi vî rengî pêk neyê. Dema em vê yekê bilêv dikin, mebesta me ne meqamên edlî yên Fransayê ye. Mebesta me têkilî û bazariyên qirêj ên berjewendiyan ên navbera dewletên Tirkiye û Fransayê ye. Eger dadgehê dest pê kiribûya, ne tenê Omer Guney wê dewleta Tirk, MÎT a Tirk, hikûmeta Tirk û di serî de Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan rêveberên Tirkiyeyê bihatina darizandin û mehkûm bibûna. Rewşa ku hat xwestin bê astengkirin ev e. Omer Guney piyonek bû û bi tinekirina vî piyonî re dewleta Tirk hat parastin."

KCDK-E da zanîn, dema dosya û bûyerên pê ve girêdayî qewimîn tên nirxandin, vê êrîşa wan piştrast dibe û got, "Demeke kurt piştî pêkhatina bûyerê, di 17'ê Çileya 2013'an de Omer Guney hate giritn û piştî demeke kurt derket holê ku ew kiryarê rastî yê bûyerê ye. Her wiha derket holê, ku Omer Guney ne bi tenê ye, bûyer bi rengekî rêxistinkirî ji aliyê MÎT a Tirk ve hatiye kirin û cînayeteke siyasî ye ku siyasetmedarên Kurd kiriye hedef. Ev yek bi belgeyên li nava dosyayê re hê ji mehên destpêkê ve hatibû fêhmkirin. Tevî vê yekê jî bersûc nehatine eşkerekirin û dema lêpirsînê hat dirêjkirin.

Tevî van hewldanên dirêjkirin, lêpirsîn di Gulana 2015'an de qediya. Dozger gilînameya xwe di 9'ê Tîrmeha 2015'an de pêşkêşî dadgehê kir. Normal doz dikaribû di dawiya sala 2015'an de dest pê kiribûya û biqediya. Lê belê bi rengekî ku neyê fêhmkirin demeke dirêj roja destpêkirina rûniştinê nehat diyarkirin. Piştre jî hat eşkerekirin ku wê piştî demeke dirêj di 5'ê Kanûna 2016'an de dest pê bike. Piştî demekê jî bêyî hincetek bê eşkerekirin, rûniştin ji bo 23'ê Çileya 2017'an hate taloqkirin. Û berî 23'ê Çileyê bersûc ji holê rabû.

Ji destpêkê ve dihat zanîn, ku Omer Guney nexweş e, nexweşiya wî giran dibe û wê girantir bibe. Ev yek di raporên dosyayê de jî tê dîtin. Xuya ye hin kesên naxwazin rûniştina dozê dest pê bike, baş texmîn kirine ku Omer Guney kengî dikare bimire yan jî ji holê bê rakirin. Ya jî ev yek baş plan kirine. Ji ber vê yekê roja destpêkirina rûniştinê timî dihat taloqkirin. Naxwe çima dihat taloqkirin?

Li gorî belgeyên nava dosyayê û tespîtên di gilînameyê de hatin kirin, eşkere ye bûyer sûcekî organîzekirî ye, li Enqereyê hatiye organîzekirin û MÎT'ê ev kiriye. Tevî gelek agahî û belgeyan jî bi ser bûyerê ve neçûn û timî li ser tenê yek bersûcî hate rawestîn. Hewl hat dayîn bi rê û rêbazekî ew bersûc ji holê were rakirin û di dawiya dawî de ji holê hate rakirin. Niha jî ji ber nebûna wî bersûcî wê hewl bê dayîn dosya bê girtin û kiryarên din jî bi rengekî sebest li derve bigerin. Encama tê xwestin ev e. Gelo kîjan wijdan dikare vê qebûl bike?

Di dosyayê de her wiha planeke revê ya organîzeyî hebû. Salek piştî bûyerê di 4'ê Çileya 2014'an de Rûhî Semen ê li Elmanyayê dimîne, ku tê gotin ajanê MÎT'ê ye tevî kurê xwe Umît Semen li girtîgehê Omer Guney ziyaret dikin. Li vê derê li ser rê û rêbazên revandina Omer Guney daxivin û planekê dikin. Ev plana revê û nameyên Omer Guney, ji aliyê Rûhî Semen ve radestî MÎT'ê tên kirin. Mîna ku di gilînameyê de jî tê destnîşankirin, nameyên Omer Guney di hevdîtinê de dide Semen, piştre di serdegirtina mala Rûhî Semen de ji aliyê polîsên Elman ve tên desteserkirin. Semen hat binçavkirin, lê têkildarî wî tiştekî hiqûqî nehat kirin û hat berdan. Di mijara vê plana revê de dozgerî têkildarî Omer Guney gilînameyeke din amade dike. Balkêş e, bersûcê di vir de jî yek şexs e. Çima Rûhî Semen û yên din di nava vê dosyayê de nîne?

KCDK-E da xuyakirin, ku tê dîtin her tişt di çarçoveya planekê de hatine organîzekirin û ragihand, ji bilî Guney bersûcên din nehatine şopandin, bi zanebûn li ser bersûcekî bi tenê hatiye rawestîn û niha jî ew bersûc li holê nîne.

Di daxuyaniya KCDK-E de hat gotin, "Lewma wê bixwazin dosyayê bigirin. Nepekan e ku mirov ê rewşê qebûl bikin. Weke gel û tevgerê, em nikarin vê qebûl bikin, em qebûl nakin" û hat destnîşankirin, ku hikûmeta Fransayê ji vê encamê berpirsyar e.

KCDK-E da xuyakirin, ku rêxistina îstîxbaratê ya dewleta Tirk MÎT'ê li navenda Parîsê sê jinên Kurd ên siyasetmedar kuştiye, lê hikûmeta Fransayê notayek jî nedaye û wiha dewam kir: "Niha jî tê xwestin, dosya bê girtin. Li gorî hemû delîlan, kiryar endamê MÎT'ê ye. Tevî vê yekê jî, bêyî darizandinê hewl tê dayîn ev cînayeta polîtîk bê nixumandin. Ev yek ji bo dewleta Fransayê tê wateya parastina kujeran û nedîtina bendewariya gelê Kurd a ji bo edaletê ye. Ev yek encam û nîşaneya têkiliyên tarî yên dewleta Fransayê û rejîma faşîst a Erdogan/AKP'ê ye. Yên hewl didin vê komkujiyê binixumînin, di demeke ku êrîş û komkujiyên giran li Kurdan tê kirin, ev biryar girtine. Ev bûyer di demekê de ku li Ewropayê li dijî sazî û siyasetmedarên Kurd komplo û planên nû yên MÎT'ê tê kirin, rû daye. Lazim e dewleta Fransayê zanibe, ev biryar wê pêşî li komkujiyên nû veke, wê ji bo komkujiyên nû teşwîq bike. Lewma fikara ku hiqûqa li dijî êrîş û komkujiyên bi vî rengî wê neyê meşandin û bêbaweriya Kurdan a li hiqûqa Fransayê wê xurtir bibe.

Weke gel û saziyên gelê Kurd em vê bêhiqûqî û bêedaletiyê qebûl nakin. Weke gel û saziyên Kurdan, em ê vê bûyerê bişopînin û ji bo darizandina kujeran bikevin nava hewldanan. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe dikin ku li her cihî, ji bo ronîkirina komkujiya Parîsê têbikoşin."