1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. EGÎÎÎÎÎÎÎDD!..
EGÎÎÎÎÎÎÎDD!..,egîîîîîîîdd

EGÎÎÎÎÎÎÎDD!..

A+ A-

Mahsum Korkmaz (Egid) endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê û Fermandarê yekemîn ê HRK'ê bû.

Di sala 1986an de Fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan (HRK)ê Mahsum Korkmaz (Egîd) li çiyayê Gabarê şehîd ket.

Ji fermandarên gerîlla yên navdar ên PKKê Mahsun Korkmaz ango bi navê xwe yê tê naskirin Egîd, li navçeya Amed Farqînê ji dayîk bû. Piştî dibistana navîn ango amadehî, li gel malbata xwe koçî Batmanê kir. Li Batmanê di salên lîseyê de bi rêya Mazlûm Dogan, di sala 1976an de tevgera Apociyan nas kir. Li herêma Lûbnanê di nava kadroyên navendî yên PKKê de cîh girt. Mahsum Kormaz, mohra xwe li pêngava 15ê Tebaxa 1984an da. Ew di heman demê de fermandarê Hêza Rizgariya Kurdistan HRKê bû û fermandarê manewî yê Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan ARGKê û Hêzên Parastina Gel HPG'ê ye. Ew herî zêde jî bi wêneyê xwe yê bi heybet yê li pişt çiyayê Gabarê bûye efsane li ser zimanan û di nava dilê Gelê Kurd de cîh girtiye.

Di sala 1986'an de akademiya PKK'ê wekî "Akademiya Mahsum Korkmaz" hat binavkirin.

Em fermandar û lehengê mezin ê gelê kurd Mahsum Korkmaz (Egîd) bi rêzeke mezin û minêkarî bi bîr tînin.

Beşek ji "http://ku.wikipedia.org/wiki/Mahsum_Korkmaz" hatiye standin.


Bêjeyên Miftehî