1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. ehîd Herekol pêşangeheke navneteweyî ye
ehîd Herekol pêşangeheke navneteweyî ye,ehîd,herekol,pêşangeheke,navneteweyî,ye

ehîd Herekol pêşangeheke navneteweyî ye

A+ A-

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol cara 7’an bi beşdariya hejmareke mezin a weşanxaneyên ji hundir û derveyî herêmê dest pê dike. Gelo ferq û cudahiya pêşangeha îsal ji yên par çi ye? Dê çend weşanxane beşdar bibin û çiqas pirtûk werin pêşandan?

Piştî ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê hatibû taloqkirin, Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê careke din dest bi amadekariya Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a 7’an kir. Pêşangeh dê 28’ê Cotmehê li hola Zana ya li bajarê Qamişlo bê vekirin.

Endamê Komîteya Amadekar a pêşangehê Ebdulmecîd Xelef da zanîn ku Pêşnageha Yekemîn a Pirtûkan a Şehîd Herekol di sala 2017’an de hemwextî salvegera şehadeta têkoşer Herekol (Hisên Çawîş) li dar ket. Pêşangeha îsal bi dirûşma “Xwendin ronahî ye” li dar dikeve.

Xelef diyar kir ku komîteya amadekar a pêşangehê ji 10 endamên nûnerên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê û weşanxaneyan pêk tê û got: “Amadekarî gihîştina qonaxên dawîn.”

Li gorî bernameyê, pêşangeh dê 4 rojan bidome, lê hejmara rojan ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hat kêmkirin. Pêşangehê ji saet 10:00an heta 20:00an vekirî be û dê çalakiyên çandî, hunerî û pêşbirk jî werin lidarxistin.

Weşanxaneyên cîhanê pêşangehê dizanin

Têkildarî pirtûkên ku dê werin pêşandan, Xelef got: ′′Di pêşangehê de dê bi deh hezaran pirtûkên bi mijarên cûrbecûr ên siyasî, çandî, dîrokî, civakî, leşkerî, olî, felsefeyî û roman werin pêşandan. Her wiha pirtûkên ku nû hatine çapkirin û pirtûkên ku ji zimanên cîhanî hatine wergerandin jî hebin. Êdî pêşangeh bûye pêşangeheke navneteweyî û ketiye nav bernameya salane ya weşanxaneyên cîhanî′′.

60 weşanxane beşdar dibin

Di pêşangeha îsal de dê 60 weşanxane û saziyên çandî beşdar bibin, ji wan 24 xwecih ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 37 ji herêmên din ên Sûriyeyê û Lubnan, Urdin, Misir, Îmarat, Başûrê Kurdistanê, Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Îtalyayê ne. Sala borî tenê 51 weşanxane beşdarî pêşangehê bûn.

Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku hejmara sernavên pirtûkan jî zêde ye û got: ′′Hejmara sernavê 14 hezar û 200 û hejmara pirtûkan 141 hezar pirtûk dê bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Soranî û Zazakî), Erebî, Farsî, Tirkî, Îngilîzî û Fransî berdest bin.′′

Rêjeya berhemên jinan di pêşangehê de ji sedî 40 e, her wiha beşek taybet a zarokan û pirtûkên zarokan heye, tê de kovara Mizgîn û pirtûkxaneya Rona yên xwecih cih girin.

Tê payîn ku pêşangeh dê diyarî ji bo ruhê rojnamevan û nivîskarê Kurd Mûsa Enter be û di 28’ê Cotmehê de dest pê bike û heta 31ê meha Cotmehê bidome.

NAVENDA NÛÇEYAN

YENI ÖZGÜR POLITIKA